Diyarname
Li Kolombiyayê gerîlayên çepgir, hêzên çekdar ên rastgir û qaçaxçiyên tilyatfiroş di nav xwede û di heman demê de li hemberî dewletê ev 50 sal in şerê çekdarî didomînin. Di sala 2016’an de FARC’ê (Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê) peymana aştiyê îmze kirin, lê gelek rêxistinan ev red kir, ku di nav de muxalifên FARC’ê jî hebûn. Li gor saziya ramanwer Indepazê li welat 90 rêxistinên siyasî û rêxistinên terorî hene.
Serokdewletê Kolombiyayê Petro dema di meha gelawêjê de hat ser kar got ew dê polîtîkaya aştiyê ya giştî bîn ecih û ligel hemû çekdarên li Kolombiyayê hevdîtinan bike. Ev yek pêk anî jî. Ligel du komên mezin ên muxalifên FARC’ê hatibû cem hev.
Lê ji van rêxistinên siyasî Muxalifên FARC’ê ku ji sala 2016’an ve îmzekirina aştiyê red dikin, niha biryar dan ku dê heta serê salê, yanê heta 2”yê rêbendana 2023’yan şerawestin bikin.
Komîseriya Aştiyê ya Bilind a Kolombiyayê ji ser tora civakî re ev agahî belav kirin.
Hikumeta Kolombiyayê şeş sal berê ligel FARC’ê peymana aştiyê îmze kirin lê muxalifên FARC’ê destjêberdana çekan red kirin.
Li gor saziya ramanwer Indepazê ev muxalifên ku şerê li hemberî hikumetê didomînin li nav xwe jî parçe bûne. Ew bûne çend kom û hejmara mîlîtanên wan dora 5200 hebî ye.
Yek ji ji hêzên xurt ên welat ELN (Artêşa Rizgariya Neteweyî) li paytexta Venezuelayê Karakasê di dema hevdîtinên aştiyê de biryar dan ku şerawestin ragihînin. Piştî vê biryarê Muxalifên FARC’ê jî şerawetin ragihandin. Şerawestina her du rêxistina heta 2’yê mehê ye.


