Diyarname
Diya siyasetmedar Lahur Şêx Cengî Fatima Qadir roja 25'ê adarê canê xwe ji dest da.
Lahur Şêx Cengî bi ser hesabê xwe yê tora civakî re xebekra mirina diya xwe ragihand. Cengî ji bo çapemeniyê jî got ku dê cenaze li Koyê Bê veşartin û piştî daxuyaniyê cenaze birin xistin gorê. Li gor bernameyê, roja 26'ê mehê jî dê li Mizgefta Ehmed Hecî Elî ya li Silêmanî şîn bê danîn.
Fatima Qadir jina Şêx Cengî bû ku, Şêx Cengî birê mezin ê Serokomarê Iraqê û Serokê YNK'ê Celal Talabanî bû.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêmê Mesrûr Barzanî, dîsa ji Rojava Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mazlûm Abdî ji bo Cengî sersaxî xwestin.

Gelek kes di merasima definkirina cenazeyê de amede bûn.


