SILÊMANÎ / ROJNEWS
Hevdîtinên şandeya HDP’ê ya dibin serokatiya Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş de li başûrê Kurdistanê didomin. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş hevdîtinên li Başûr ji bo ajansa nirxand û diyar kir ku hevdîtinên wan baş derbaz dibin.
‘HDP xwedî proje û raman e’
Demîrtaş da zanîn ku armanca sereke ya hevdîtinên wan yên Başûr aloziya di nava partiyên siyasî de ye û wiha axivî: “Aloziya di nava partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê de bandorek nebaş li ser tevahî Kurdistanê dike. Armanca me ya sereke derbazbûna van aloziyan û rê vekirina li darxistina Kongreya Neteweyî ya Kurd e. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd HDP xwedî proje û raman e. Ev pirsgirêk hemû bi hev re girêdaye. Bi vê boneyê bûyerên li Rojava û Başûr ji kûrahiyê de bandorê li ser me dike. Ev yek nayê wê wateyê em mudaxeleyî partiyên siyasî yên vir dikin. Ji bo em ji nêz de ji hevdû re bibin alîkar û karê hevdû sivik bikin em dinava hewldanan de ne.”
‘Vekirina rêya diyalogê’
Demîrtaş bilêv kir ku pirsgirêkên hene partiyên siyasî ji hev cuda difikirin û wiha dom kir: “Ev pirsgirêk bi rêya diyalogê derbaz dibe. Di hevdîtinên me de hemû partî jî xwedî hewldan in ji bo pirsgirêka kurd. Me hevdîtinên xwe yên li Hewlêrê temam kirin. Hevdîtinên li Silêmaniyê jî me nû dest pê kirin. Me bi Kak Mesûd, Nêçîrvan, PDK, Komele, Yekgirtû û partiyên din yên siyasî re hevdîtin pêk anîn û hemû alî jî xwedî daxwaz bûn, di aliyê pirsgirêka kurd de û nerehetiyek mezin heye. Nêzîkatiyên hemûyan jî cuda bûn. Belê, ev rewş jî tê fêmkirin. Ligel hemû tiştê pêkanîna diyalogê û li derdora mase civîn girîng bû. Êrîşkirina hevdû ya li ser çapemeniyê divê em biterikînin û li ser vê yekê jî hemû alî xwedî yek fikrî bû. Ev yek em jî keyxweş kirin. Çareserkirina tevahî pirsgirêka ne ew qas rehet e. Bi serdanekê ev pirsgirêk nayê çareserkirin, ev wekî HDP ne karê me ye jî, pirsgirêka di nava partiyên siyasî de, divê ew bi xwe di nava xwe de çareser bikin. Me xwest em rê vekin û bar sivik bikin.”
Demîrtaş li ser helwesta Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî jî ev tişt got: “Nêzîkatiyên rêzdar Barzanî li ser yekitî, pirsgirêkên navneteweyî û çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê baş bûn. Barzanî ji şandeya me re got tişta bikeve ser milê min ew ê bicîh binin."
'Em ne ji bo pirsgirêkên xwe çareser bikin li vir in'
Demîrtaş di berdewema axaftina xwe de, bal kişand ser rewşa bakurê Kurdistanê û wiha got: "Her kes di ferqa têkoşîna me ya bi dewleta Tirk û hikumeta AKP'ê de ye. Lê di serî de, divê em peywendiyên xwe çêbikin û xurt bikin. Em di wê barweriyê de ne wê ev yek bandoriya xwe ya nerênî li Bakûr û Rojava bike. Bi taybet wê her kesê bandor bike. Ji ber vê yekê her kes di aliyê xwe de, eger ji bo yekîtiyê hewldanekê bike, wê ev yek ji bo me jî bibe alîkariyek erênî. Bi taybet dixwazim vê yekê bînim ziman, em ne ji bo çareser bikina pirsgirêkên xwe li vîrin. Ev xebata me ya li vir, ji bo em bikarin nakokî û pirsgirêkên di navbera partiyên li vir, Bakûr û Rojava de, bi taybet pirsgirêkên di warê diyalog û tifaqê e çareser bibin, bibîn alîkar vê xebatê dikin. Gelek bendewariyên gelê me yên giring hene. Ne tenê partiyên siyasî, gelê me yê herçar parçeyên Kurdistanê dixwazin ev xebata me encam bigre û tansiyon û gengeşenyên di nava kurdan de bike."
Demîrtaş bersiva, îdîayên ku li Başûrê Kurdistanê nasnameya rûniştinê yên hinek xebat, yan ji kesên li Tirkiyeyê ji ber rewşa siyasî ceza xwarine, ji wan hatiye standin yan ji heya şandine Tirkiyeyê, ka di hevdîtina de aniya ziman yane jî wiha da:"Ez vê yekê eşkere bêjim, bi taybet ev mijar min ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Kak Nêçîrvan Barzanî re ragihand. Di vî warî de min bendewariyên me ji jê re ragihand. Bi hesas nêz bû. Diyar kir ku ew bi wê mijarê bişopîne. Got ku ezê pirsgirêkên yên li vir xebatên dikin û jiyan dikin, dîsan wergeha Mexmûr ku hin pirsgirêk û zoriyên wan hene, Başûrê Kurdistan bi şopînim."
Demîrtaş têkildarî îfadeya bi darê zorê jî axivî û ev tişt got; "Derbarê min de 102 doz hene. Ev 102 dozgên derbarê min de bi serê xwe min ji siyasetê dûr dixe. Ez her roj beşdarî yekê bibim û îfadeya yekê bidim, eger min negirin jî wê îfadeya, parastin, rûniştina wan têra temenê min neke. Ji xwe doz vekirin jî rengekî yê cezaye. Şert nîn e me bigrin û bavên girtîgehan. Ji xwe bi van dozan, dixwazin me bi pêvajoyê ve mijûl dikin û ji siyasetê dûr bigrin."
'Ji bo gelê xwe berxwedankirin, ji bo me şeref e'
Demîrtaş diyar kir ku agadarî ji wan re hatiye ku bi fermana Erdogan biryara girtina wî heye û wiha berdewam kir; "Ez dixwazin vê yekê bêjim gelê me; derbarê her tiştê girêdayî min, parlamenteran de, bila her kes rehet be. Her ewladekî vî gelî, li ku derê û çawa bi berxwedanê rûmeta vî gelî parastine, em jî wê bibîn layiqê wan. Wê tu gotin ji devê kesekî dernekeve. Ev erkê me ye, ji bo me şeref e. Ji bo gelê xwe berxwedankirin, ji bo me şeref e."
'Divê gel rabe li ser piyan'
Demîraş bang li gel kir û wiha peyvî; "Lê divê gel jî ji bo wekîlên xwe rabin li ser piyan. Dema ku girtin pêk hatin kî dibe bila bibe, nav girîng nîn e. Li her cihê ku lêne, bê ku li benda bangkirin û farmanên binînin, divê derkevin kolanan û bertekên xwe bînin ziman. Emê ligel gelê xwe berxwedanê bikin. Bi misogerî emê hesabê ew qas zordariya gelê me dîtin, malên hatine şewitandin, ciwanên hatine qetilkirin, hevalên me yên li jêrzemîna hatîn înfazkirin bipirsin. Di çarçoveya hiqûqî de, em ê hesabê van tevan bipirsîn. We nêrî ku banga Rêber Apo hebû. Wî bi xwe got ez amademe û projeyên me hene. Vê pirsgirêkê dikarsn di nava 6 mehan de çareser bikin. Lê ew bi xwe jî vê ferqê de ye, lê belê hikameta AKP'ê û Erdogan xwe nêzî vê nake. Ev yek bi seknekî rast û berxwedanê li dijî tang, top û çekên dewletê serî netewînin."
Demîrtaş li ser gotinên 'lîderê partiya kurdî ye lê belê kurdî nizan e' jî û wiha got: “Ez zazame û axaftina zazakî dizanim. Em di nava malbata xwe de bi zazakî diaxivin. Ez kurmancî û soranî jî fêm dikim û kêm jî be dikarim baxivim. Lê belê bi kurmancî nirxandinê siyasî ez zehmetiyê dikêşim. Ne axaftina kurdî ne şerme me ye, şerma wan e yên ku em xistîne nava vê rewşê.”
Demîrtaş bi van gotinan dawî li axaftinên xwe anî: “Ez dixwazim bi her tiştî bi zimanê xwe yê dayikê baxivim, bi zazakî, kurmancî, soranî û lehçeyên din. Li şûna ku em polîtîkayên pişaftinê yên li ser gelê me tê şermezar bikin li dewsa wê me lêkolîn dikin û ev ji bêsikûma wan kesan e. Dibe ku ev kêmahiyek ya me be, lê belê ev ji bo me ne şermek e. Ev şerma mezin ya wan e.”