Diyarname
Rojnameya Xwebûn ku heftena bi kurdî derdikeve û li Bakur tekane rojnameya bi kurdî di hejmara xwe ya nû de manşeta "Wê bibe roja hesabpirsînê" saz kiriye.
Xwebûnê hejmara xw eya 169'an a 13-19 adara 2023'yan belav kir.
Rojnameyê Newroza îsal kiriye manşeta xwe. Di sermanşetê de jî nivîsa Xwediyê rojnameyê Kadri Esen a bi sernavê "Saziya înkara kurdî: TUÎK" heye. Esen di nivîsa xwe qala meseleye înkarkirina kurdî û astengiyên li pêşiya Xwebûnê kiriye.
Di beşa hevpeyvînê de vê hefteyê ligel parêzer Serhed Abdî hevpeyvin hatiye kirin. Di hevpeyvînê de li ser rewşa hiqûqê ya li Rojava hatiye axivîn.
Di beşa çand û hunerê de li ser Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo axivîne.
Vê hefteyê qunciknivîskarên rojnameyê Anîsa Caferîmêhr, Ahmed Kanî, Samî Hêzil, Felemez Ulug, Kurdistan Lezgiyeva, Siyamend Sîpan, Cemil Oguz, Feyzî Mîrhesen, Dr. Îsmet Konak bi nivîsên xwe cih girtine.
***
Nivîsa Kadrî Esen:


