Samî Tan
Stratejiya dewleta tirk a der barê kurdan de her ku diçe zelaltir dibe. Rayedarên dewletê bi tu awayî ne amade ne ku gelê kurd wekî pêkhateyeke serbixwe, wekî hêzeke xwedî vîn û ÅŸiyan bipejirînin. Ew dixwazin gelê kurd bi hinek mafên takekesî bixapînin û di encamê de jî ji holê rakin. Ji bo pêkanîna vê stratejiya xwe jî dest davêjin hinek kurdên ku tu hêviya wan a serkeftinê nemaye, lewma gavên xapînok ên dewletê wekî nametekî dibînin. Wan kurdên ku doza Kurdistana serbixwe dikir, niha stûyê xwe li ber rayedarên dewleta Alî Osman xwar dikin, destên xwe li ber dewleta mezin a tirkan vedikin.
Polîtîkaya dewletê ya li hemberî hinek kurdên ku di nav têkoÅŸînê de bi navûdeng bûne, her tim dîmena fîlmên tirkan tîne ber çavên min. Di hin fîlmên tirkan de serlehenga jin û bedlehengek heye, ew bedleheng bi pey serlehenga jin dikeve, heta ku bi dest dixe, her tiÅŸtî dike, lê piÅŸtî ku bi dest xist, êdî davêje aliyekî. Helwesta rayedarên TRT-6’ê ya li hemberî hinek hunermendên kurd jî bi vî rengî ye. Carinan dema ku ez bala xwe didim rewÅŸa hinekan ji wan nivîskar û hunermendên kurd, ez xemgîn dibim.
Bo nimûne, rewÅŸa Murat Batgî ya di bernameya sersalê de ev dîmena fîlmê tirkan anî bîra min. Batgî hevalê min e, hunermendekî jêhatî ye, lê mixabin rewÅŸa wî ya di bernameya sersalê de trajî-komîk bû. Mînaka din rewÅŸa Åževîn Civakê ya di bernameyeke TRT-6’ê de bû, di axaftina xwe de dîroka xwe, paÅŸeroja xwe bi temamî înkar kir, bi tu awayî qala xebata xwe ya di NÇM’ê de nekir. Jê nehat ku bibêje, em ji ber vê dewleta we ya dagirker reviyan û çûn Rûsyayê.
PiÅŸtî ku TRT-6’ê hinek hunermendên NÇM’ê bi aliyê xwe ve kiÅŸandin, îcar jî dor hatiye ser Åživan Perwer. Ji bo ku wî li ber çavên gelê kurd reÅŸ bike, ji bo ku rik û gira mirovên welatparêz li hemberî wî zêde bike, radibe di Roja ReÅŸ de wî derdixe TRT-6’ê. Ji bo ku mirov tiÅŸtekî wiha red bike, pêwîst nake ku mirov PKK’î be, bi tenê piçekî kurdînî bi mirov re hebe, bes e.
TiÅŸtê kambaxtir ev kesên piÅŸtî ku diçin TRT-6’ê nasnameya xwe ji binî ve red û înkar dikin. Heke ev kes karibin li wê derê jî bi serbilindî doza azadiya gelê kurd bikin, mirov xemê naxwe, lê tiÅŸtekî wiha ne pêkan e.
Bo nimûne heke Åživan Perwer karibe di wê bernameya TRT-6’ê de bêbextiya ku li birêz Ocalan û gelê kurd hatiye kirin ÅŸermezar bike, wekî kurdekî silavekê ji birêz Ocalan re biÅŸîne, ez ê bibêjim, “Mala te ava!” Lê hikûmeta AKP’ê ya ku mebûsên wê di meclisê de êrîÅŸî mebûsên kurd ên ku dibêjin, “Birêz Ocalan” dikin, destûra tiÅŸtekî wiha nadin, Åživan Perwer jî wê hêviyê nade ku dê karibe tiÅŸtekî wiha bike.
TêkoÅŸîna gelê kurd gihiÅŸtiye xala werçerxanê. Heke kurd ÅŸaÅŸiyên pir mezin nekin, dê teqez bi ser bikevin. Dek û dolabên dewleta Alî Osman êdî pereyan nakin. Ligel hemû kêmasî û ÅŸaÅŸiyan jî Tevgera Azadiyê pergala xwe ya demokratîk ava dike, îro dibe ku hinek qelsî û lawaziyê wê hebin, lê ew qelsî û lawazî her ku diçe kêmtir dibin, hiÅŸmendiya civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya zayendî zêdetir cihê xwe digire. Ev têkoÅŸîn dê bi ser bikeve lê gelek kes dê ji ÅŸerman nikaribin serê xwe rakin û lê binêrin.
sberbeyan@yahoo.com
Ji Azadiya Welat hatiye girtin (13.02.2010)
***
Nivîsên bi mijarê re eleqedar:
- Helîm Yûsiv: Hewildanên normalkirina cerdevaniya sipî (1/2)
- Fêrgîn Melîk Aykoç: Hunermendek û derdorên ne bes e, lê dîsa jî erê
- Nîjad Yaruk: Åživan Perwer çi dixwaze?
- Mazbar Gunbat: Lo te çi kir, te çi kir!?.
- Medenî Ferhon: Bed-ayînî Åživan Perwer î dewÅŸirme
- Îkram Balekanî: Reklama Åživan Perwer