logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
  3. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  4. Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'
  5. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

Jehrîkirina xwendekaran hedefgirina nirxên şoreşa jinê ye

  • Dîrok: 12/03/2023
  • Beş: Serbest

Hêvîdar XALID

Ji mehan ve êrişên bi gazên jehrê li dijî rojhilatê Kurdistanê û tevahî Îranê têne kirin. Hema bêje rojane xwendekarên keç tên jehrîkirin. Di encamê de bi dehan ji wan jiyana xwe ji dest dan. Eger ev diyardeya dewam bike dibe ku rewşa li welat ji bin kontrolê derkeve û bi girêktir bibe. Her wiha xwepêşandanên gel ên li dijî dewletê ku ji piştî qetilkirina Jîna Emînî de dest pê kirine berfirehtir dibin.

Di demekê de ku serhildana li Îran û rojhilatê Kurdistanê ya ku bi qetilkirina Jîna Emînî re dest pê kir, dikevin meha xwe ya ʹan, pirsa jehrîkirina xwendekarên keç li dibistanên Îranê bi xurtî xwe dide der.

Her çiqasî ku li hememberî vê diyardeya biêş bertekên tund ên herêmî, navneteweyî û navxweyî tên nîşandan, lê heta niha aliyên têkildar ên dewleta Îranê tu bersiv nedaye. Gelek çavdêrên rewşa Îranê texmîn dikin ku dewleta Îranê bi xwe li pey jehrîkirina xwendekarên keç e ku tevî êrîş, darvekirin û zextên dewletê roleke xurt û bi bandor di serhildanê de dilîzîn û pêşengiyê jê re dikin.

Belê desthilata dewleta Îranê li pey jehrîkirina xwendekarên keç e. Ji ber ku xwendekarên keç banga mafên xwe yên xwezayê dikin û roleke sereke di çêkirina guhertinên rasteqîn û radîkal de dilîzin. Her wiha roleke çalak di vê pêvajoya dîrokî, çarenûsî ya hestiyar de dilîzin. Xwendekarên keç çîna herî bi hêz a birêxistinkirina xwepêşandanan û belavkirina wan e. Ji ber vê yekê desthilat hemû cureyên pişaftin, tundî û zilmê li wan dimeşîne.

Li Îranê xwendekarên keç hêza herî dînamîk a afirandina jiyaneke adilane û rêzdarî ne. Ji wê zêdetir ji xwepêşandanan re pêşengiyê dikin da ku mafên jinan ên ku ji sedên salan ve hatine çewsandin vegerînin. Ji ber vê yekê rejîma Îranê ji îradeya jinan û hêza rêxistinî ya li gel xwendekarên keç ditirse û wekî kabûs û xetereyeke li ser siyasetên xwe yên dermirovî dibîne.

Ev hemû îsbat dikin ku destê rejîma Îranê di jehrîkirina xwendekaran de heye. Wekî her carê rejîma Îranê bi hemû rê û rêbazên erzan hewl dide ji vekirina vê dosyayê bireve û bide xuyakirin ku destên derve di van bûyerê de hene û ji stûyê xwe derxe.

Jehrîkirina xwendekarên keç bi vî rêbazî li dijî hemû nirx û pîvanên mirovî ye. Mijareke gelekî bi êş e ku laşê zarokên gelê xwe jehr bike û kesên din bi vî sûcê tawanbar bike. Ev sûc bi xwe ye. Ev hewldanên ji aliyê desthilatê ve têne kirin ji bo tolhilanîna ji civaka ku banga azadiya jinan dike. Desthilatdar rêbazên tirsê û qetilkirinê bi kar tîne da ku civakê bêdeng bike û şoreşa rûmetê ya "Jin, Jiyan, Azadî" ya li ku tevahî cîhanê deng veda tune bike.

Ev binpêkirin û kiyarên li dijî xwendekarên keç nikare îrade û îsrara jinan Îranê yên ku bi jiyana azad bawer dikin, bişkîne. Lê belê hêza wan a li hemberî hemû siyasetên ku di serî de jinên têkoşer ên birêxistinkirî yên berxwedêr dikin hedef, xurtir dike. Bila her kes bizanibin ku şoreşa kurdî ya Jîna Emînî xwedî nîşane û taybetmendî û cîhanê ye. Şoreşa "Jin, Jiyan, Azadî" ya ku bi rihê jinên ciwan gûr bûye venamire, wê ebedî bimîne heta ku li her cihî û di her zemanî de bibe şoreşa tevahî jinên têkoşer ên serhildêr.

ANHA


Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 20 04 2026

Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'

news
  • 18 04 2026

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

news
  • 15 04 2026

‘Bazirganê Xeyalan’ û Xerckirina Jiyanê

news
  • 13 04 2026

Di zimanê kurdî de bingeha yekkîteyî

news
  • 04 04 2026

20 sal, 20 TL (Vê agahiyê bixwînin)... Hat nûkirin

news
  • 30 03 2026

Şîn, Windabûn û Rewşa Depresîf

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Antolojiya çîrokên zarokan: Hebû tune bû

ad

Derdê kesî ne Reqa ye

ad

Sewqiyata petrola başûrê Kurdistanê di ser Tirkiyeyê re dest pê kir

ad

Ji Hewingway 47 alternatîfên dawî

ad

'Dilop'a 8'an jî hat

ad

Festîvala Şanoyê ya Îzmîrê li benda berheman e

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

  • 18 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026
news

Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'

  • 20 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname