Diyarname
Kovara Dilopê bi hejmara xwe ya 8'an a gulan-pûşperê derket pêşberî xwendevanên xwe. Kovara du mehane ya çand, huner û polîtîkayê Dilopê nivîsên cur bi cur pêşkêş kirine.
Kovarê ji dêvla dosyayê nîqaşek bi navê "Di çarçoveya pirsgirêka kurd de veguherîna çînî û siyaset" saz kiriye û bi sê kesan mijar daye nîqaşkirin. Kordînatora SAMER'ê Yuksel Genç, zanyarê siyasetê Cuma Çîçek û nivîskarê rojnameya Evrenselê Yusuf Karataş li ser meseleyê axivîne û dîtinên xwe anîne ziman.
Di vê hejmarê de nivÎsên bi kurdî pir in. Ji van nivîsan Recep Dildar bi "Efsaneyeke Diyarbekir: Çiyayê Çilsiwaran" cih girtiye. Omer Dilsoz ji bo Mehmed Ûzûn "Ew dengê jibîrneçûyî" nivîsiye.
Du hevpeyvînên xweş hatine pêşkêş kirine: Ji van Mehmet Gultetîn ligel hunermend Nîzamettîn Arîç li ser pêvajoya muzîka wî; Reşo Ronahî jî ligel edîtorê kovara "Folklora Me" Eşref Keydanî re li ser kovarê axiviye.
Fotografgir Enver Ozkahraman wêneyên kevn ên Pira Deştan pêşkêşkirine û çîroka wê nivîsandiye.
Di beşa nasandina teyran de teyrê Ebabîl daye nasîn.
Ji nivîsên tirkî Recep Maraşli bi navê "Li cem kurdan kişik û şopa wê ya li nav siyasetê" nivîsa xwe pêşkêş kiriye.
Muslum Uzulmez, Vedat Îlbey, Foti Benlisoy, Ulku Bîngol, Nurullah Alkaç, Mehmet Oncu, Arzu Yilmaz, Mehmet Bayrak, Adar Jiyan, Fatîme Tekîn, Dûrzan Cîrano, Kejê Bemal, Bariş Avşar bi nivîsên xwe di kovarê de cih girtiye. Her wiha helbestên Cegerxwîn, Elî Herîrî, Furûx Feroxzad (werger Muhsîn Ozdemîr), Qedrî Sîpanî, Savaş Yadirgi hatine weşandin.
Ji bo têkilî û xwestinê:
dilopdergisi@gmail.com
0543 488 69 96
**
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.
**
REKLAM
Daweta we heye û vexwendename lazim e? Fermo, ji bo vexwendnameyan malpera ku hûn serî lê bidin: http://www.davetiyeonline.net/
Bi sedan cureyên vexwendnameyan li benda we ne.
Bi her zimanî em dikarin ji bo we vexwendnameyan amade bikin.
Navnîşan: Yıldıztabya Alibeyköy Cad.No: 156, Alibeyköy Eyüp-İstanbul,
Telefon: 0212 -6266455, E-mail: info@davetiyeonline.net


