ENQERE
Li gorî hevpeymana ku di navbera Tirkiye û PDK’ê de hatiye kirin, sewqiyata petrola başûrê Kurdistanê a ji bo piyasaya cîhanê dest pê kir. Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê Taner Yildiz got ku wan dest bi sewqiyata mîlyonek ton petrolê kiriye.
Wezîrê Enerjî û Jêderên Xwezayî yê Tirkiyeyê Taner Yildiz eşkere kir ku petrola başûrê Kurdistanê ku pêştir sewqî Ceyhanê kirine, sewqiyata wê a ji bo piyasaya cîhaê dest pê kir.
Sewqiyat û hevpeymana petrolê a ku jêdera hevpeymana têkiliyên nêzik yên siyasî ya navbera Tirkiyeyê û PDK’ê ye, ji bo sedema xerabûna têkiliyên navbera rêveberiya Herêma Kurdistana Federal û hikumeta Navendî a Bexdayê. Ji Herêma Kurdistana Federal ku tê payîn 45 mîlyar varîlên petrola safî heye ji bo Tirkiyeyê, ji niha de 300 hezar varîl tê birin; ev yek di 2015’an de dê rojê bibe mîlyonek varîl, û ji 2019’an û şûnde jî tê pilan kirin ku rojê 2 mîlyon varîl bibin.