Diyarname
Fûara Pirtûkan a Îzmîrê îsal di navbera 19-29'ê vê mehê de li dar dikeve. Di fûarê de hin weşaneyên kurd hene lê tenê çalakiyeke wan a bi kurdî heye.
Fûara Pirtûkan a Îzmîrê îsal 19'emîn car deriyên xwe vedike. Di fûara îsal de Mêvana Rûmetê îsla Feyza Hepçilingirler e. Deriyên fûarê her roj di navbera saetên 11.00 û 20.00'an de vekiriye (roja dawî saet 19.00'an de tê girtin).
Di fûarê de weşanger, saziyên sivîl standan vedikin. Ji weşanxaneyên kurd 5 weşanxane beşdar dibin. Weşanên (li gor rêza alfabetîk) ARAM (Salon 2, no 110 B), AVA (Salon 2, No 105 B), AVESTA (Salon 2, No 110 A), J & J (Salon 2, No 110 E) û NUBİHAR (Salon 2, No 105 A) bi pirtûkên xwe di nav fûarê de cih digirin.
Her wiha ji bilî weşanxaneyên kurdan, Weşanên Evrensel (Weşanxaneyeke çepgiran e lê pirtûkên bi kurdî jî çap dike) û Weşanên Belge (kêm be jî çend pirtûkên wan ên bi kurdî hene) jî standê vedikin. Ji saziyên sivîl ên kurd Weqfa Îsmaîl Beşîkçî (2, No 716 B) û KURDÎ - DER (Salon 1A, No: 506) standê vedike.
Di fûarê de gelek nivîskarên dê pirtûkên xwe îmze bikin û beşdarî gotûbêan bibin. Ji nav we qas çalakî û gotûbêjan tenê gotûbêjek bi kurdî ye. Gotûbêja ku dê bi sernavê "Şahmaran" li dar bikeve Weşanên Ava lidardixe û têde nivîskar û weşanger Ronî War, nivîskar Recep Dildar û nivîskarê malpera me û helbestvan Yeqîn H. dê wekî axifger beşdar bibe. Çalakî 19'ê mehê saet 19.00'an de dest pê dike.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


