Qamişlo
Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) îro li Qamişloyê dest bi 7'emîn Festîvala Çand û Hunerê kir û dê festîval dê 8 rojan bidome.
Festîvalê li navenda HRRK'ê dest pê kir û di destpêkirina festîvalê de beşek hunermend, helbestvan, rewşenbîr, nivîskar, endamên saziyên sivîl û endamên desteyên Rêveberiya Xweser amade bûn.
Di destpêkirinê de Serokê HRRK’ê Welîd Bekir axivî, festîval li tevahiya rewşenbîrên rojavayê Kurdistanê pîroz kir û hêvî kir ku festîval li herêm û bajarên din jî li dar bikeve.
Li ser navê Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê jî Ednan Îbrahîm axivî û bal kişand ser rola têkoşeran di parastina xakê de û got ku ev yek ji helbestvan, hunermend û wêjevanan re jî derbasdar e, ji ber ku dikarin bi qelema xwe û berhemên xwe li dijî hemû awayên dagirkerî û bindestiyê bisekinin.
Di festîvalê de tabloyên ku bi qelema qurşînî û rengên zeytî hatine xêzkirin û rastiya kelepora kurdî nîşan didin, hatin nîşandan. Ligel vê yekê şanoyeke bi nave "Nizanim çi bêjim" hat lîstin û Koma Çiyayê Kurmênc û Koma Serêkaniyê jî bi çend stranên xwe reng dan festîvalê.
ANHA