Qamişlo
Li bajar û navçeyên Qamişloyê ya herêma Cizîrê ji bo Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê çalakî û meş hatin lidarxistin û daxuyanî hatin dayîn.
Va ne notên ji van çalakiyan:
- Rêveberiya Dibistanên Amûdê bi vê boneyê meşek bi beşdariya bi sedan xwendekar, mamoste, endamên saziyên civaka sivîl ên bajêr li dar xist.
- Zanîngeha Rojava rêzesemîner li Qamişloyê bi navê "Rewşa zimanê kurdî di Zanîngeha Rojava de, di navbera astengî û planên pêşdeçûnê de" hate lidarxistin. Li çar parçeyan beşdaran di vî warî de dîtinên xwe anîn ziman.
- Rêveberiya Dibistanan a Navçeya Tirbespiyê daxuyaniyek li Dibistana Şehîd Ronak da. Daxuyanî bi zimanê kurdî ji aliyê xwendekara bi navê Hêlîn Silêman û bi zimanê erebî ji aliyê xwendekarê bi navê Kîwan Kenan ve hate xwendin. Wiha hat gotin, "Ziman nasname ye û girêdana di navbera dema îro, paşeroj û siberojê de ye."
- Li navçeya Çilaxa jî daxuyaniyek li ber avahiya Rêveberiya Dibistanan hate dayîn.
- Navenda Perwerdeyê ya navçeya Til Birakê bi heman wesîleyê daxuyanî da. Daxuyanî li ber Dibistana Şehîd Elî Selobî ji aliyê endamê Rêveberiya Dibistanan a navçeyê Eyûb Ebdo ve hat xwendin.
- Bi dehan xwendekar li pêşiya Meclisa Navçeya Til Hemîsê kom bûn û daxuyaniyek da. Xwendekarê bi navê Omer Ebdurehman daxuyanî xwend.
(Ji ANHA'yê hatiye girtin û hatiye kurtkirin)
**
21.02.2023, Nûçeyên Eleqedar:
- HDP: Divê mafê zimanê dayikê wekî fermî bê naskirin û qebûlkirin
- Bajar bi bajar daxuyaniya saziyên kurdî
- KNK: Parastina ziman peywira me ye, em wê derxin asta bilind
- 12 saziyên kurdî daxuyaniya Roja Ziman belav kir
- Arî-Der: Hezkirina Ziman Hezkirina Welat e'