BATMAN
Di bin rêberiya Komeleya Lêklînên Ziman û Çandê ya Arî-Derê de, bi beşdariya Platforma Demokrasî û Kedê ya Batmanê û rêveberên HDP'ya Batmanê ji bo 21'ê Reşemî Roja Zimanê Zikmakî daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniya ku Mebûsa HDP'ê Ayşe Acar Başaran û Hevşeradara Batmanê a ji peywirê hat girtin Songul Korkmaz jî beşdar bû de pankarta "Hezkirina ziman hezkirina welat e, hezkirina welat hezkirina xwebûnê ye" hat vekirin.
Di daxuyaniyê de Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî hat pîrozkirin û hat gotin ku di her şert û mercî de li ba gelê xwe ne, li ba zimanê xwe ne û gelê xwe û zimanê xwe ji însafa pergalê re nahêlin û ew ê heta dawiyê ji bo perwerdeya bi zimanê kurdî têbikoşin.
Piştî xwendina daxuyaniyê Serokê Egîtîm Senê Nurettin Şimşek axivî û diyar kir ku zarokên kurd ji pewerdehiya zimanê zikmakî bêpar perwerdehiya xwe didomînin û daxwaza perwedehiya bi zimanê zikmakî dubare kir. Şimşek diyar kir ku ji bo kurdî bibe zimanê perwerdehiyê ewê têkoşîna xwe bidominin û diyar kir ku kurdî nebe zimanê perwerdehiyê dê bi tunebûnê re rû bi rû bimîne.
Mebûsa HDP'ê, Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başar jî got ku li vê erdhejê bêtehamuliya ji bo kurdî carek din hat dîtin û got ku hinên ku ditirsiyan bi zimanê xwe yê zikmakî derdên xwe vebêjin mirine.
Başaran got ku li dibistanê, edliyeyê û gelek saziyên dewletê li hemberi kurdî êrîş hene û ev yek lê zêde kir, "Wezîrê Karên Derve bi hemû zimanan peyama sipasiyê ji bo alîkariya erdhejê kir lê bi kurdî peyama sipasî belav nekir. Ev yek nîşan dide ku înkar çiqas kûr bûye. Jixwe tu hêviya me ji van tun e ye. Em zimanê xwe bigihînin her qadê û xwedî lê derkevin. Ev yek dê bibe bersiv ji bo nêzîktêdayînên faşîstane."