Diyarname
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji bo 21'ê Reşemî Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî daxuyaniyeke nivîskî belav kir. KNK'ê got, "Parastina ziman peywira me ye."
KNK'ê di daxuyaniya xwe de ji bo Bakur û Rojhilat got ku ji ber di jiyana rojane de ziman nayê bikar anîn, dîsa ji ber ku kurdî ne zimanê perwerdehiyê ye bi talûkeya windabûnê re rû bi rû ye.
KNK'ê ji bo Başûr û Rojava jî wisa got, "Li Başûrê Kurdistanê parlemen, hikumet û saziyên fermî hene. Di zagona bingehîn a Iraqa Federal de zimanê kurdî hatiye nasîn. Lê ji ber ku polîtîka û planên zanistî yên li ser ziman tune ne zimanê kurdî rastî astengiyan tê. Divê hikumeta Başûrê Kurdistanê bi lezgînî van pirsgirêkan çareser bike û di warê ziman de rê û platorman ava bike. Rojava ligel ku di serdema dagirkirin, şer û berxwedanê re derbas dibe jî, di vê rewşa awarte de vîneke xurt heye. Rêveberiya Xweser di saziyên perwerdehiyê de bi kurdî û suryanî dersan dide."
KNK'ê gotiye ku divê zimanê kurdî û zaravayên wê bêne parastin û serketin ji bo hemû kesên bo kurdî dixebitin xwestiye. Daxuyanî bi van gotinan bi dawî bûye, "Hemû rayedarên kurd divê ji ber nebûna politîka û plansaziya ji bo kurdî bêne hişyarkirin. Ji bo me ziman ne tenê amûreke ragihandî ye, di heman demê de zimanê me û hebûna me ye. Parastina ziman peywira me ye. Em hemû bi hev re xizmeta vê bikin û wê derxin astên bilind."
**
Nûçeyên Eleqedar: