Diyarname
Wezîrê Dewletê û Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê Bulent Arinç di bernameya CNN Turkê (03.02.2012, êvar) ku Şîrîn Payzin bi rê ve dibir de li ser zimanê kurdî jî axivî. Arinç wisa got: "Em li dijî bi hehr awayî perwerdehiya zimanê kurdî ne. Ger tiştek bê qebûlkirin hebe ew jî dikare kurdî wekî dersa hilbijêr bê qebûlkirin. Jixwe di nav kurdan de anketek çêkir ji sedî 2 kes encax bi zimanê kurdî perwerdehiya bi zimanê zikmakî dixwazin."
Arinç qala anketek dike lê diyar nake ku li kîjan bajarî, bi kîjan derdorî re, bi kîjan daneyan re ev anket çêkirine. Em jî dizanin ku devê kîjan kurdî vedibe daxwaza perwerdehiya bi zimanê kurdî dike. Çawa tiştek wekî "tenê sedî 2 perwerdehiya bi kurdî dixwazin" derdikeve holê?