NAVENDA NÛÇEYAN
Serokatiya Hikumeta Herêma Kobanê bi daxuyaniyekê bang li civaka navneteweyî kir ku destwerdanê bike û bi hezaran welatiyên sivîl ji mirin û qirkirinê xelas bike. Hikumetê got: "Eger qirkirinek li dijî gelê herêma Kobanê were kirin, civaka navneteweyî berpirsyar e."
Girêdayî rewşa dawî ya herêma Kobanê ku rastî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê tê, Serokatiya Hikumeta Herêma Kobanê daxuyaniyek da raya giştî û banga destwerdan li rewşê kir.
Daxuyanî êvarê hate dayîn û wisa ye:
"Navenda herêma Kobanê rastî êrîşên herî diwar û hovan ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve tê. Bi hezaran çeteyên DAIŞ'ê yên ji hemû welatên cîhanê hatine bi çekên herî giran êrîşî Kobanî dikin. Ev 22 roj in şervanên Yekîneyên Parastina Gel li hemberî êrîşên çeteyan li ber xwe didin. Di dîroka gelê kurd û hemû gelên herêmê de wekî Berxwedana Kobanê tune ye. Berxwedana Kobanê îsbat kir ku gelê Kobanî û şervanên wê dest jê bernadin. Tevî ku rêveberiya herêma Kobanî bang li hemû hêzên navneteweyî kiriye ku piştgiriya berxwedana Kobanî bikin, lê heta niha tu hêzan bersiva Kobanî nedaye.
Ji ber xetereya li ser Kobanî û bi rihê berpirsyartiyê em careke din bang li hemû hêzên naveneteweyî, kurdistanî û gelê Kurdistanê dikin ku destwerdanê bikin û bi hezaran welatiyên sivîl ji mirin û qirkirinê xelas bikin. Em civaka navneteweyî wekî berpirsyarê êrîş û qirkirinê ku li dijî gelê herêmê ku were kirin, dibînin."