Diyarname
Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê 2'yemîn Pêşbaziya Tekstên Şanoyê ya bi Kurdî ya Evdirehman Rehmiyê Hekarî da dest pê kirin. Kesên ku bixwazin bi lîstikên xwe yên ku nivîsandine beşdar bibin divê heta 27'ê rêbandana 2012'yan berhemên xwe bişînin ber destê komîteya amadekar.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku girîngî dide şanoyê û di heman demê de di bin banê wê de Şanoya Bajêr heye careke din pêşbaziyeke ji bo şanoyê dide dest pê kirin. Şaredarî ji bo kesên testkên şanoyê bi kurdî dinivîsin pêş bixe û wan lîstikan derxe ser dikê, pêşî temaşevanan ev cara diduyan de xebateke wisa dide dest pê kirin. Evdirehman Rehmiyê Hekarî di sala 1918'an de lîstitka bi kurdî "Memê Alan" nivîsandibû û ev lîstik wekî yekemîn teskta lîstika şanoya ya bi kurdî tê hesibandin. Ji bo vê yekê jî şaredarî ev pêşbaziya xwe li ser navê Evdirehman Rehmiyê Hekarî daye dest pê kirin.
Li gor daxuyaniya komîteya amadekar yên bixwazin beşdar bibin di hilbijartina mijarê de azad in, ew dikarin lîstikek taybet jî binivîsin yan jî ji berhemên wekî roman, çîrok, helbest an jî bîranînê lîstikê lê bikin. Teksta ku ji bo pêşbaziyê b^eşandin divê herî kurd 40 hezar karakter (bênavber) be û heta roja ku ji pêşbaziyê re hatibe şandin divê li tu derê nehatibe weşandin, li şanoyên profesyonel nehatibe lîstin, divê di pêşbaziyan de xelat negirtibe. Kesên beşdar herî zêde bi 3 lîstikan dikarin beşdar bibin.
Beşdar divê lîstika xwe di zerfekê de, nav, navnîşan û kurtejiyana xwe jî di zerfeke din de bişînin
Di nav endamên juriyê ya pêşbaziyê de îsal Muhsin Osman, Nazim Hikmet Çalişkan, Rêzan Kaya, Rüknettin Gun û Berfîn Emektar hene. Ji bo yekemîniyê 5 hezar TL, ji bo duyemînî 3 hezar û 500 TL û ji bo sêyemînî jî dê hezar û 500 TL wekî xelat bê dayîn.
Navên kesên bi ser bikevin, di Roja Şanoyê ya Dinyayê de, di 27'ê adara 2012'an de dê bêne eşkerekirin.***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.