Diyarname
Nivîskar Bahîr Bagok herî dawî pirtûka “Henaseya Jiyanê” derxist. Ew nivîskar kî ye? Ew yekî girtî ye û ji girtîgehê nivîsên xwe radigihîne derve.
Mahîr Bagok, di sala 1981’ê de li navçeya Nisêbîna Mêrdînê hatine dinê. Bagok yekî welatparêz e. Wekî gelek kurdî ew jî ket dû van hestên xwe û ber xwe da, têkoşîn da. Di encamê de dîsa wekî gelek kurdî hat girtin. Sal 2005 bû û ji wê rojê de ew hê jî girtî ye.
Cezayê muebetê li Mahîr Bagok birîne û heta niha li Êlih, Midyad, Tokat, Mêrdîn û girtîgeha Rihayê ma û niha jî li Girtîgeha Manîsayê ye.
Bahîr Bagok ji hundir ve xebata xwe ya ji bo kurdî didomîne. Herî dawî romana wî ya bi navê “Henaseya Jiyanê” ji Weşanxaneya Na derket.
Heta niha ev pirtûkên Bagok derketine:
- Deriyê Sibehê (Helbest), Weşanxaneya Lîs, 2011
- Pênc Kulîlkên Zivistanê (Kurteçîrok), Weşanxaneya Lîs, 2012
- Dewsa Ramûsanên Brûskan (Kurteçîrok), Weşanxaneya Lîs 2014
- Kefiyên Cihêreng (Roman), Weşanxaneya Lîs, 2016
- Henaseya Jiyanê (Roman), Weşanxaneya Na, 2022
- Henaseya Jiyanê (Roman), Weşanxaneya Na, Roman, 202 rûpel, 2022


