logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Di festîvalê de rêwîtiya belgefîlmên kurdan

Di Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê de nêzî deh belgefîlmên kurdan hene. Me ew ji we re hilbijartin ku ev belg

  • Dîrok: 10/04/2010
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Cemil Oguz

Di Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê de nêzî deh belgefîlmên kurdan hene. Me ew ji we re hilbijartin ku ev belgefîlm hefteya pêşiya me têne nîşandayîn.

29'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê 3'yê vê mehê dest pê kir û heta 18'ê mehê li dar e. Di festîvalê de li dor 200 fîlmî ku têde hin bi kurdî jî hene têne nîşandayîn. Digel ji dinyayê nîşandayîna fîlmê navdar, di beşa belgefîlman de jî gelek 22 belgefîlm hene û ji wan nêzî deh hebê wan belgefîlmên kurdî ne. Ev belgefîlm di hefteya duyemîn a festîvalê de, yanê hefteya pêşiya me derdikevin pêşberî temaşevanan. Me ji bo we ew belgefîlm, roj û saeta nîşandayîna wan hilbijart:

 

SEYÎD

Derhêner: Ozkan Kuçuk
Tirkiye, 2010
DigiBeta / Rengîn / 80 dq
Bi kurdî; bi jêrnivîsa tirkî û îngilîzî
Cihê nîşandayînê: Salona Muzeya Perayê: 15'yê mehê, Pêncşem, saet 16.00

Derhêner Ozkan Kuçuk bu bi "Li Serxaniyên Diyarbekirê" li Tirkiyeyû li derveyî Tirkiyeyê gelek xelat girtibû di fîlmên Yeşim Ustaoglu û Kazim Oz de derhênerîya hunerê kiribû niha bi belgefîlmê xwe "Seyîd" derdikeve pêşberî sînemahezan.

“Seyid Musa Dede” yekem kes e ku li gor navê wê yê îro “Cemevî”yê ava dike, bûye şahidê dîroka nêz a Tirkiyeyê û êşa ku bûye para wî girtiye. Ew kalekî 77 salî, di vî warî de xwedî agahiyên girîng e.

Belgefîlm digel wî ji Stenbolê dest bi rêwîtiyeke dike heta Dêrsimê; pêre qala bîranînên xwe yên zarokatiyê yên Dêrsima 38’an dike, li ser bingeha felsefeya elewîtî ya ku mirovî dikev navenda xwe disekine.

Elewiyên ku yek ji civakên ku azadiya bawerî û îbadeta wan hatiye astengkirin, îro xwedî gelek ‘cemevî’yan in lê tu ewlehiya wan a zagonî nîn e. Li dinyayê elewî yek ji van koman in ku azadiya bawerî û îbadeta wan ne di bi ewlehiyê de ne Belgefîlm yekem car di festîvalê de wê derkeve pêşberî temaşevanan.

***

 

MIRAZ

Derhêner: Rodi Yuzbaşi
Tirkiye, 2010
Betacam / Rengîn / 58 dq
Bi kurdî; bi jêrnivîsa tirkî û îngilîzî
Cihê nîşandayînê: Salona Muzeya Perayê: 15'yê mehê Pêncşem, saet 21.30

Derhêner Rodî Yuzbaşi bi belgefîlmê xwe "Mezra Êzîdiyan" gelek xelat girt û vê carê berê kameraya xwe dide mijareke din. Yuzbaşi di belgefîlmê xwe "Miraz" de li ser çîroka xortekî kurd ê ku dike bi rêya qaçaxiyê here Fransayê disekine, bi vê yekê re jiyana wan a li gund, têkiliya di nav kurdên hê li gundên xwe ne û yên li Fransayê ne nîşan dide. Xwezaya gundên kurdan, nîşandayîna tenêtiya dê û bavên ku li gund mane aliyên serketî yê belgefîlm in. Belgefîlm yekem car di festîvalê de wê derkeve pêşberî temaşevanan.

 

***

BERTÎJ

Derhêner: Caner Canerik
Tirkiye, 2010
Betacam / Rengîn / 106 dq
Bi kurdî; bi jêrnivîsa tirkî û îngilîzî
Cihê nîşandayînê: Salona Muzeya Perayê: 16'yê mehê, în, saet 21.30

Caner Canerîk ji sala 1996'an ve karê rojnamegerî dike.Wî pêşî di sala 2009'an de belgefîlmekî bi navê "Pirdesur" kişand û niha jî bi "Bertîj"ê "Hêviya xwe ya pêşerojê ya li ser Dêrsimê" pêşkêş dike. Di belgefîlm de jiyana zarokên Bertîjiyan ên li zozanan, jiyana wan a hem, hem jî rengîn derdikeve pêşberî temaşevanan. Jiyana zorakên ji poşetên plastîk bîdonan çêdikin, berxikên birîndar didoşin yan jî siwarê hespê dibin, baz didin; belgefîlm jiyana van zarokan tîne pêşberî temaşevanan

***

BABAM TARİH YAPIYOR - Bavê min dîrokê çêdike

Derhêner: Haydar Demirtaş
Lîstikvan: Mehmet Demirtaş, Aslan Demirtaş, Aziz Demirtaş
Tirkiye, 2010
DigiBeta / Rengîn / 30 dq
Bi tirkî-erebî-kurdî-suryanî; bi jêrnivîsa tirkî û îngilîzî
Cihê nîşandayînê: Salona Muzeya Perayê: 16'yê mehê, În, saet 19.00


Haydar Demirtaş di sala 2008'an de belgefîlmê "Gezici Nalbant" (Nalbendê Gerok) gelek xelat girtibû niha "Babam Tarih Yapıyor"ê pêşkêş dike ku jiyana Hoste Memed ê ku pênc wext nimêja xwe dike, dêr û mizgefîtên gundan restore dike nîşan dide. Hosta Memed tevî alîkarên xwe li gundeke dîrokî ya Mezopotamyayê dêra suryanî temîr dike. Belgefîlm ji ciheke ku misliman û suryanî bi hev re dijîn, li cihê ku bi tirkî, kurdî, suryanî, erebî tê axaftin, mele û keşe bi hev re xwarinê dixwin dîmenan nîşan dide.

***

İKİ TUTAM SAÇ "DERSİM'İN KAYIP KIZLARI" - Du baq por "Keçikên winda yên Dêrsimê"

Derhêner: Nezahat Gundogan
Tirkiye, 2010
Betacam / Rengîn / 55 dq
Bi kurdî; bi jêrnivîsa tirkî û îngilîzî
Cihê nîşandayînê: Salona Muzeya Perayê: 16'yê mehê, În, saet 16.00


Xwendekara endazyariyê derhêner Nezahat Gundogan pêşî bi belgefîlmê "Munzur Akmazsa" (Ger Mûnzûr Neherike) li ser projeya bendavan sekinî bû niha jî bi vê belgefîlmê xwe li ser beşe dîrokê ya Dêrsimê disekine. Di salên 1937-38'an de, gelek zarok winda bûn. Belgefîlm dikeve ser şopa zarokên keç ên wê demê winda bûne, ji wan hinan dibîne û çîroka wan pêşkêş dike.

***

TAŞLAŞAN VİCDANLAR - Wijdanên bûne wekî kevir

Derhêner: Cenk Ortul, Zeynel Koç
Tirkiye, 2010
Betacam / Rengîn / 50 Dq
Bi kurdî-tirkî; bi jêrnivîsa tirkî û îngilîzî
Cihê nîşandayînê: Salona Muzeya Perayê: 16'yê mehê, În, saet 16.00


Fîlm li ser zarokên ku bûne mexdûrê Zagona Têkoşîna bi Terorê re, rewşa wan a derveyî hiqûqî, şîdeta li hemberî wan a fizîkî û manewî pêşkêş dike. Belgefîlm bi van dîmenan 'wijdanên ku bûne wekî kevir" ku çar hezar zarokên têne darizandin, bi sedan zarokê girtî nabînin, wan wijdanan digire bin lêpirsînê.

***

MARDİNLİLERDEN - Ji Mêrdîniyan

Derhêner: Dirk Schäfer
Almanya, 2009
DigiBeta / Rengîn / 72 Dq
Bi erebî-kurdî-tirkî; bi jêrnivîsa tirkî û îngilîzî
Cihê nîşandayînê: Salona Muzeya Perayê: 16'yê mehê, În, Saet 19.00

Derhênerê alman Dirk Schaefer ku li Zanîngeha Bîlgî akademîsyen e, ji bo ARTE'yê belgefîlmên cur bi cur dikişîne vê carê berê kameraya xwe dide mêrdiniyan. Ew di adara 2009'an, di dema hilbijartina şaredariyan de diçe Mêrdinê, li wê derê jiyana rojane ya mirovan digire ber çavan. Yusufê bîst û heşt salî bi kerê xwe yê ku navê Kara Şîmşek lê kiriye li kuçeyên berjor ên Mêrdînê de, çopçiyekî ye ku di şaredariyê de dixebite. Wekî çopçiyên din ên di şaredariyê de heqdestê wî yê mehane nîn e û bi dengê xwe ku wê di hilbijartinê de bikar tîne hêvî dike ku ev newşa wî biguhere.

 

 

***

Nûçeyên li ser 29'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbole ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- “Seyîd” di Festîvala Stenbolê de tê nîşandayîn

-Festîvala Fîlman a Stenbolê deriyê xwe vekir

- Bilêtên fîlmên festîvalê li benda we ne

- Li Stenbolê 200 fîlm li benda we ne

 

cemilo@diyarname.com


Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

news
  • 17 10 2026

Li vîzyonê vê hefteyê

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Şakiro li Îzmîrê bi çalakiyan hat bibîranîn

ad

6 wesaîtên alîkariyê gihîştin Qamişloyê

ad

Contemporary 1500 berheman pêşkêş dike

ad

Hêzên demokrasiyê qatlîam şermezar kirin

ad

Şaredariyên HDP'ê pirzimaniyê dixwazin lê 3 meh in gav neavêtine

ad

Malpera endazyarên kurd vebû

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname