Diyarname
Li Çînê dixwazin Serokdewletê çînê Şî Cînpîng heta li jiyanê be wekî serokdewlet bimîne. Li Çînê serokdewlet du serdeman li ser kar dimînin. Niha Partiya Komunîst a Çînê ji bo Serokdewletê Çînê Cînpîng heta li jiyanê be vê peywira xwe bidomîne pêşniyara guherîna xala zagoneke bingehîn dike. Pakêta guherîna xalên Zagona Bingehîn dê pêşkêşî Kongreya Neteweyî bikin ku ev kongre dê roja 5'ê adarê li dar bikeve.
Şi Cinping piştî Mao wekî rêberê herî xurt ê Çînê tê dîtin. Şi Cinping di sala 2013'yan de bû Serokdewletê Çînê û par carek din hat hilbijartin.
Piştî Mao Zedung ew bû duyemîn kes ku navê wî di nav rêziknameya partiyê de derbas dibe. Di metna ku li rêziknameya Partiya Komunîst a Çînê hat kirin de sernavê ku Şi Cînping têde derbas dibe bi vî rengî ye: "Fikrên Şi Cinping ên taybetiya Sosyalîzma Çînê dihebînin ên ji bo Serdema Nû ya Çînê".
Ger di Kongreya Neteweyî de ev bê qebûlkirin dê Şi Cinping heta dawiya emrê xwe wekî Serokdewletê Çînê li ser kar bimîne.