Diyarname
Bi hevkariya AMmedspor Barîkata Stenbolê îro ala Amedsporê bi Pirê Fatih Sultan Mehmet a Stenbolê ve hat daliqandin.
Li Tirkiyeyê tîmên derdikevin Super Lîgê serîlêdanê dikin û ji bo pîrozbahiyê ala xwe bi Pira Stenbolê ve didaliqînin. Amedspor derket Super Lîgê lê pêşî nehiştin al bê daliqandin, piştî gelek proseduran û hewldanan destûr hat dayîn û ala Amedsporê îro li Stenbolê bilind bû.
Piştî ala Amedsporê hat daliqandin û vîdeoya wê li ser tora civakî hat belavkirin, gelekên nijadperest li bin parvekirinê gotinên nexweş gotin, carek din nijadperestiya xwe ya li hemberî kurdan nîşan dan.


