logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Gençlerbirligi - Amedspor: Maç xilas 2-2
  2. Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn
  3. Li Hesekê îro çi qewimî?
  4. Xumava Estetîkê ya Zemanekî
  5. Dora 3'yan, pişke hat kişandin: Reqîbên tîmên bajarên kurdan diyar bûn
news-details

Li Bakur û Başûr, li gelek bjaran Şeva Yelda hat pîroz kirin

  • Dîrok: 21/12/2022
  • Beş: Nûçe

Li bajarên Bakur, Başûr û li hin bajarên Tirkiyeyê “Şeva Yelda”yê hat pîrozkirin. Gelek kes beşdarî pîrozbahiyê bûn û çanda kurdî ya dîrokî zindî kirin.

Şeva Yelda ku wekî şeva herî dirêj a salê hatiye binavkirin, li nav dîroka kurdan xwedî cihek girîng e. Şeva Yelda wekî yek ji cejnên neteweyî ya kurdan tê hesibandin. Îsal li gelek bajaran ev şev hat pîrozkirin. Va ne hin ajahî ji van pîrozbahiyan:

AMED

Li Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyhe bi organîzekirina saziyên kurdî Şeva Yeldayê hat lidar xistin. Di şevê de fîlm hat nîşandayîn, pêşbazî li dar ket. Dûre Dengbêj Sadiq Farqînî klam gotin.  Di pêşbaziyê de kesên bi ser ketin bi sêva mêxekrêj û pirtûkan hatin xelatkirin.

BATMAN

Li Batmanê li Salona Konferansê ya Baroya Batmanê şahî hat lidar xistin. Komeleyên çandî, rêveber û endamên TJA, HDP, BDP û Dayikên Aştiyê beşdarî şahiyhe bûn. Nivîskar Muhsin Ozdemîr li ser girîngiya şevê axivî û got, “Ev cejn parçeyeke çanda me ye. Di wateya destpêka ronahiyê de ye.”

Di şevê de sînevîzyon hat nîşandayîn, helbest hatin xwendin û dengbêjan klam gotin. Dûre ARÎ-DER’ê sertîfîka da 30 kursiyên perwerdehiya xwe ya kurdî temam kirin.

WAN

Li ŞanoWan a li Wanê şe hat li dar xistin. Beşdaran kincên gelêrî li xwe kirin. Di şevê de Dengbêj Meryem, Dengbê Apê Ûsiv klam gotin, ji Jineolojiyê Neslihan Şedal û nivîskar Heval Dilbihar helbest xwend. Şev bi gerandina govendê bi dawî bû.

QELADIZÊ

Li Qeladizê li Peymangeha Kompûtêr ay Qeladizê ji bo Şeva Yelda çalakiyên hunerî li dar ketin. 

SORAN

Ji bo Şeva Yelda, li Îdareya Soran ciwan, rewşenbîr, hunermend, helbestvan tevî jinan li hev kombûn û heya derengiya şevê bi çalakiyên hunerê Şeva Yelda pîroz kirin. Li Hola Ferhenga Şîn ya li navenda Hunerî û Rewşenbîrî ya Soran şev hat lidar xistin.

Derbarê mijarê de Soran Xalid ji bo Rojnewsê wisa gotiye; “Navenda Ferheng ya Şîn wekî kevneşopiyek her sal ji bo vê şevê çalakiyan lidardixe. Bi çalakiyên hunerî yên cur bi cur ev şev tê pîrozkirin. Ciwan, helbestvan, hunermend li hev kom dibin û bi hev re şevek xweş derbaz dikin.”

ÎZMÎR

Li Rêxistina HDP’ya Bajêr a Îzmîrê çalakiya Şeva Yelda hat lidar xistin. Sînevîzyon hat nîşandayîn, dengbêjan klam gotin. Gelek kes beşdar bûn.

EDENE

Li Rêxistina HDP’ya Bajêr a Edeneyê bi beşdariya mebûsên HDP’ê Ayşe Surucu, Tulay Hatimogullari û gelek kesên din Şeva Yeldayê hat pîrozkirin.  Li ser maseya ji bo çalakiyê hate danîn mûm hatin pêxistin, sêv danîn ser maseyê. Sînevîzyona li ser şevê hat nîşandayîn. Klam hatin gotin. 

Wekî notek: Ji saziyên kurdan Kovara Destar, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER), Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Enstîtuya Kurdî ya Amedê, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Arî, Komeleya Wêjekarên Kurd, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Arsîsayê, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Botanê, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Ankayê, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Feradê, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Birca Belekê, Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê, Navenda Çandê ya Biharê, Enstîtuya Kurdî ya Stockholmê, Enstîtuya Kurdî ya Almanyayê, Enstîtuya Kurdî ya Brukselê, Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê û rêxistinên HDP'ê ji bo pîrozbahiya Şeva Yelda pêşengî kirin. 

Diyarname, MA, Rojnews

 

***
Nûçeya Eleqedar:

- 'NOEL ji Şeva Yeldayê hatiye girtin'

 

Parve Bike

Youtube Me

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news

Maça Amedspor û Beşîktaş: Îstatîstîk çi dibêjin, wê çawa be?

news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

news

Ma matematîk jî me dixapîne?

news

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news

Gelo Gift Orban wê îsal 20 golan biavêje?

news

Festîvala Fîlman a Silêmanî didome #diyarname #deng #audiobook #recitimlmrekullueshemlkuranit #live

news

Hecî Bûbê

news

Meseleya Tabelayên Bi Kurdî: Nijadperest çima aciz in, çapemeniya kurdan çi dike?

news

Li QAMIŞLO'yê çend dibistan hene? Rewşa perwerdehiyê niha çawa ye?

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 09 10 2026

Li Hesekê îro çi qewimî?

news
  • 09 10 2026

Xelata Nobelê ya Aştiyê dan Navi Pillay

news
  • 09 10 2026

Hedrekerdoxê ferhengê zazakî Musa Canpolat merd

news
  • 08 10 2026

Hevşaredarên Bakur ligel Îlham Ahmed û Cîhan Hesam hatin ba hev

news
  • 06 10 2026

Nawey bi kardî wêndoxêke hame kiştişî, 8 birîndarî estê

news
  • 04 10 2026

Li Rojava îro xebatên li ser ziman

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
Ev jî hene
ad

Ji bo vê hefteyê, "Leylo"

ad

Li Amedê operasyoneke din a siyasî

ad

Xelata Nobelê ya Aştiyê dan Navi Pillay

ad

'Gelê kurd dê vê sûcê tu demê efû neke'

ad

Li Qamişlo teqîn: Sivîlekî mir

ad

Ji Amed, Wan, Batman û Stenbolê lîstikên şanoyê li Amedê ne

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Gençlerbirligi - Amedspor: Maç xilas 2-2

  • 10 10 2026
news

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

  • 09 10 2026
news

Li Hesekê îro çi qewimî?

  • 09 10 2026
news

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

  • 10 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname