Diyarname
Di Lîga 1'em a Ukraynayê, di hefteya 29'an de teknîk dîrektor Mircea Lucescu tîma xwe Shaktar Donetsk kir şampiyon.
Shaktar Donetsk li mala xwe bi reqîbê xwe yê her demî Dînamo Kîev re hat hemberî hev. Di maça Donbass Arena de Shaktar di deqîqeya 15'an de bi gola lîstikvan Ilsinho 1-0 derket pêş û maç bi vî awayî bi dawî bû. Bi vê encamê berî ku lîg bi dawî bibe bi hefteyekê Shaktar Donetsk pûanên xwe derxist 74'an û şampiyoniya xwe ragihand. Piştî Shaktar Donetsk tîma Dînamo Kîev di 68'an pûanan de di rêza duyem de ye.
Li Ukraynayê Shaktar Donetsk bi giştî 5 caran bûye şampiyon. Teknîk Dîrektor Mîrcea Lucesu ku di sala 2004'an de bû teknîk dîrektorê Shaktar Donetskê, ji wê rojê heta niha 4 caran ew tîm kir şampiyon û bi vî awayî di dîroka Shaktar Donetskê de nivîsand.
Teknîk dîrektorê romen Mîrcea Lucescu ku xwedî fikrên çep e li Tirkiyeyê jî Beşîktaş û Galatasaray kiribû şampiyon. Hê jî li Tirkiyeyê di nav civata sporêke beşeke mezin a hezkirên Lucescu heye.
Wekî notek: Di sala 2009'an de tima Mîrca Lucescu Shaktar Donetsk bûbû Şampiyonê UEFA'yê û kûpa biribû mala xwe.
