Diyarname
Li navçeya Şaxa Wanê şaredarî didestê DBP'ê de bû. Lê dewletê bi kayyûmê dest danî ser şaredarî. Şaredariya DBP'ê hesinên pirê li ser çemê Şaxê bi rengê kesk, sor û reng boyax kiribû. Piştî kayyûm hat, kayyûmê pir ji nû ve boyax kir, bi rengê sor û sipî ku ala Tirkiyeyê ye. Bi ser de jî li ser pir alek çêkir.
Em her du wêneyan wekî wêneyên rojê bêşirove pêşkêşî we dikin.
Fermo:
Berê wisa bû...
Îro wisa kirin.


