Amed
Li Amedê li malek 3 parêzer mirî hatin dîtin. Li Yenîşehîra Amedê li maleke ku li ser Parêzer Omer Baran tapûkirî ye Omer Baran, jina wî Mujde Baran û Mahsun Akbaş ku hat gotin li ofîsa wan stajyer parêzer e mirî hatin dîtin.
Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin got ku şik ew e ji dogalgazê bi jehrî ketine û mirin lê piştî otopsiyê dê bûyer zelal bibe.
Polîsan li ofîsa wan dest bi lêkolînê kir.