HEWLÊR
Li herêma Federal ya Kurdistanê hikumet ji nû ve tê avakirin û hat diyarkirin ku li şûna Dr. Berhem Salih wê Cîgirê Serokê PDK'ê Nêçîrvan Barzanî bibe serokwezîr.
Serokê buroya karên derve yên Herêma Federal ya Kurdistanê Felah Mistefa di daxuyaniya da rojnameya Şark Ewsat de da diyarkirin ku, “Nêçîrvan Barzanî wê di dema pêş de bibe serokê hikumetê. Wê hikumet bê avakirin û wê di wezîrtiyê de navên nû bên diyarkirin, ev jî girêdayî programa serokê hikumetê ye.”
Piştî ku di sala 2003’yan de Sedam Huseyîn têk çû û li Iraqê hikumeteke nû ava bû, li herêma Kurdistanê jî hikumeta Herêma Federal ya Kurdistanê hat avakirin. Pêşî Nêçîrvan Barzanî bûbû serokwezîrê yekem yê Herêma Federal ya Kurdistanê û di 1’ê rezbera 2009’an de Dr. Berhem Salih hatibû cihê Barzanî. Niha careke din dê Nêçîrvan Barzanî bibe serokwezîr.


