Diyarname
Midûrê Giştî yê TRT Îbrahîm Şahîn got ku xebatên ji bo TRT Kurdî hatine asta dawî û 2009'an de dê dest bi weşanê bike.
Li gor nûçeya Îsmaîl Kuçukkaya a di rojnameya Akşamê de Şahîn gotiye ku di 2009'an de dê TRT dest bi weşana bi zimanên cihê bike. Vana agahiyên ji nûçeyê:
- Ji bo TRT Kurdî dê ji peykê kanaleke bê vekirin.
- Dê navê kanalê TV-5 yan jî reqemeke din be.
- Bi kurdî, zazakî, erebî û farisî 24 saetan emê weşanê bikin. (Nota Diyarnameyê: Midûrê TRT'ê Kurdî û Zazaî wekî du ziman diyar kiriye.)