Dadgeha Bajêr ya Kopenhagê li ser doza girtina Roj TV biryara xwe da. Dadgehê Roj TV bi kirina propagandaya PKK’ê tawanbar kir, lê daxwaza girtina Roj TV û betalkirina lîsansa wê red kir.
Dadgeha Bajêr a Kopenhagê biryara doza girtina Roj Tv di 10’ê rêbendanê Roja Rojnamegerên Cîhanê de eşkere kir.
Dadgehê diyar kir ku daxwaza betalkirina lîsansa Roj Tv û desteserkirina 20 mîlyon Euroyên Roj TV ne zagonî ye. Dê dozger biryarê bibe temyîzê.


