Diyarname
Federasyona Firinkarên Tirkiyeyê buhayê pîdeyê eşkere kir: 10 TL.
Ev nanê ku jêre "Ramazan Pidesi" (Pîdeya Meha Remezanê) dibêjin ne tenê di meha remezanê de, di mehên din de jî hin firin çêdikin û difroşin lê di meha remezanê de hemû firin difroşin. Loma jî bi vî navî derketiye pêş. Û xalek din, bi vî navî ji demên din buhatir difroşin. Li Stenbolê ev pîde navdar e.
Her sal berî meha remezanê nîqaşa buhayê wê tê kirin û buha tê diyarkirin. Ji bo îsal Serokê Federasyona Firinkaran Halil Îbrahîm Balci buhaya îsal eşkere kir: 10 TL.
Balci wisa gotiye, "Par pide 6 TL dihat firotin nan 3 TL bû. Îsal nan 5 TL ye, îhtîmal heye pide 10 TL be. Li gor maliyetê dê hesab bê kirin. Li gor bajaran grama wê û buhayê wê dibe cuda be."
Li Stenbolê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê jî di ÎHE'yê (Nanê Gel ê Stenbolê) de her meha remezanê pîde çêdike û bi buhayeke erzan digihîne gel.