Diyarname
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ku navenda wê li Norwecê ye li ser kesên li Îranê di van çalakiyên şermezarkirinê de hatine kuştin eşkere kir. Li gor rêxistinê heta niha 469 kesî canê xwe ji dest daye.
Di rapora ku rêxistinê belav kiriye de ev agahî hene:
- Bi giştî 469 kes mirine
- Ji van 32 kes jin in, 63 kes jî temenê wan bin 18’î re ye.
- Ji 31 eyaletên Îranê ji 25 eyaletan hejmar hatiye belavkirin. Herî zêde li eyaleta Sistan-Belûcistanê mirov hatine kuştin.
- Eyalet bi eyalet hejmar bi vî rengî ye, Sistan-Belucistan: 130, Kurdistan: 53, Azerbaycana Rojava: 54, Tehran: 50, Mazenderan: 38, Kirmanşah: 25, Gilan: 26, Elburz: 20, İsfahan: 14, Huzistan: 10, Fars: 11, Rezevi Horasan: 7, Azerbaycana Rojhilat: 4, Loristan: 3, Zencan: 3, Kazvin: 3, Hemedan: 3, Kohgiluye-Buyer Ahmed, Erdebil, İylam, Buşehr û Hurmuzgan her yek 2, Simnan û Gulistan jî her yek kesek lê hatiye kuştin.
- Ji kesên hatine binçavkirin ji bo 39 kesan dadgehê îdam bo wan xwestiye. Ji van 11 kes cezayê îdamê li wan hatiye birîn.


