Diyarname
Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş got ku Wezîrê Karên Hundir fermannameyek ji midûrên emniyetan re şandiye û xwestiye der barê BDP'ê de agahiyan berhev bikin. Demirtaş got ku dê emniyet van agahiyan bide dozgeran û dozger jî van ragihîne dadgeha bilind. Bi vî awayî dixwazin BDP'ê bigirin. Ji aliyê Dadgeha Bilind vê dê ev yek bê qebûlkirin an na em nizanin lê niha hewldaneke wisa heye.
Lijneya Rêveberiya Navendî (LNR) di bin serokatiya Demirtaş de li Amedê li hev civiya.
LNR dê li ser rewşa siyasi ya dawî bisekine.
Demirtaş ji bo rojnamegeran axivî. Demirtaş got ku gotinên Wezîrê Karên Hundir, Cîgirê Serokwezîr Bulent Arinç û yên Beşir Atalay der barê kurdan de hev temam dikin û ev yek lê zêde kir: "Li Tirkiyeyê êdî înkara mafên kurdan ne mimkûn e lê di dema ku gihîştine vê astê dixwazin hemû saziyên bi rêxistinî yên kurdan belav bikin û tasfiye bikin. Bi lawazkirina rêxistinên kurdan dixwazin hin pêşîlêvekirinan bikin."
Demirtaş got ku heta gavên ber bi çav nîn bin ev gotin li hewa dimînin û got: "Niha rewş dişibe salên 90'î. Rewşa me têde ne berevajî salên 90'î ne. Ji ber vê yekê ev gotinên tên kirin hêviyê nadin me."


