LUQMAN GULDIVÊ
Konferansa Bi Fikrên Abdullah Ocalan re li rojhilta Navîn Aştî û Aramî, di navbera 19 û 21´ê Tîrmehê de li başûrê Kurdistanê li bajarê Silêmanî pêk hat. Di konferansê de ji seranserê Kurdistanê, ji Tûnis, Filistîn, Tirkiye, Îran, Iraq, Sûriye û heta bi Hindistanê gelek delege û qiseker amade bûn.
Organîzasyona wergerê bû
Yek ji taybetmendiyên sereke yên konferansê ew bû, ku ev yekem car e ku li başûrê Kurdistanê bi 5 ziman û şêwezaran konferansek tê lidarxistin; bi ser de jî beşdarên konferansê li gorî tercîh û têgihîştina xwe dikarîn li kurdiya soranî û kurmancî guhdarî bikin. Ev organîzasyon ji bo konferansê yek ji aliyên herî serketî bû. Tevî ku qutbûna elektrîkê rojê çend caran ev hewldan sabote kir jî, bi giştî wergerê mîsoger kir ku beşdarên îngilîzîaxêv, erebîaxêv, tirkîaxêv, soranîaxêv û kurmancîaxêv di hev bigihîjin û karibin asta minaqeşeyên ji beşên cihê yîn Kurdistanê û welatên cihê yên Rojhilata Navîn bişopînin.
Wekî sîstema îşkenceyê ya navneteweyî Îmrali
Di konferansê de beşeke taybet ji tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hat veqetandin û li vir, tişta herî zêde derketî pêş ew bû ku tecrîdkirina Abdullah Ocalan rejîmek e ku tu mînaka wê li ser rûyê erdê nîn e û ev rejîm rejîmeke îşkenceyê ye. Ji bo vê tesbîtê parêzerê Mandela Essa Moussa got: “Li Robin Islandê, Mandela ne tecrîdeke mutleq de bû, timî bi wî re hin girtiyên din jî hebûn li wê girtîgehê û bi tenê carcaran ew bi cezayê hucreyê dihat cezakirin. Rewşa Mandela nikare were muqayesekirin bi rewşa Ocalan re”.
Parêzerê Ocalan Îbrahim Bilici jî ji ber astengkirina rayedarên tirk nedikarî beşdarî konferansê bibe, peyama wî hatî xwendin, îşaret bi aliyekî taybet ê sîstema Îmralî dikir: Îmralî sîstemeke îşkenceyê ya navneteweyî ye ku lê hiqûqa Tirkiyeyê û hiqûqa Navneteweyî ne lê ye.
Rojhilata Navîn û konsepta çareseriyê
Di dema minaqeşeyên li ser pirsgirêkên siyasî, civakî û ayînî yên Rojhilata Navîn de a balkêş ew bû ku bi awayekî eşkere derkete holê, li seranserê Rojhilata Navîn konseptên çareseriya pirsgirêkan yan nîn in, yan jî ev konsept xwe disipêrin şideteke ku pirgirêkan dijwartir dikin. Di vî warî de heyetên Filistînî û Tûnisî ji derveyî panelan jî ew fikra xwe îfadekirin ku li Abdullah Ocalan ne li ser rikberî û şidetê, lê belê li ser çareserî û aştiyê û hiziriye û ji ber vê yekê wî konsepteke çareseriya pirsgirêkan pêşniyaz kiriye ku nexasim jî li Rojava şênber e.
Rojava li seranserê konferansê teyisî
Tevahiya minaqeşeyên li ser konseptên muhtemel ên çareseriyê ku bi fikrên Ocalan li ser wan hat hizirîn, bi rengekî xwe gihandin nirxandina Şoreşa Rojava, rêbaza wê û encamên wê yên heta niha. Li vir nexasim îşaret pê hat kirin ku netewe dewlet li Rojhilata Navîn ji bilî afirandin yan jî dijwarkirina pirsgirêkan bi tu dewra din ranebûye, bi helwesta xwe ya yekrengkirinê jî rê li ber qirkirinan vekiriye, belê ya li Rojava diqewime, yekem car e ku li ser esasê xwebirêveberiyê, xweparastinê modeleke çareseriyê ji bo aştî û aramiyê derketiye pêş.
Ji modelên alternatîf ên aboriyê bi Bistanên Rojava mînakeke ji niha ve berhem dayî, ji modelên xweparastinê yên ku her beşa civakê dihewîne yên mîna jin, ciwan, ayînên cihê û etnîsîteyên cihê heta bi sîstemeke perwerdeyê ya pirrzimanî ya ku zimanên dayikê diparêze, di her beşa minaqeyê de behsa Rojava hat kirin.
Evîna ji bo kurdan
Yek ji delegeyên ereb ê ji Bexdayê Usman El-Bustan ku bi xwe ji bilî şairî û nivîskariyê, şêwirmendiya siyasî jî dike, dema ku jê hat pirsîn ka wî çawa kurd nas kirine û ji bo çi beşdarî vê konferansê dibe, got, “Ez evîndarê kurdan im. Kurd bi çand, dîrok û berxwedana xwe kirin ku ez bibim aşiqê wan. Ocalan jî bi hizrên xwe rêyek da ber me ku bi rastî jî dikare rê veke li ber jî aştî û aramiyê li Iraqê û li Kurdistanê”.
Perspektîfên Ocalan ên analîz û çareseriyê ji bo rast tesbîtkirina pirsgirêkên sereke yên Rojhilata Navîn û bipêşxistina çareseriyên rast, di asta nirxa vîzyonekê de hatin nirxandin û vê yekê di encamnameyê de jî xwe da der. Desthilatparêzî, miliyetparêzî, mezhebparêzî, pirsgirêka jinê û dogmatîzm wekî pirsgirêkên sereke yên Rojhilata Navîn hatin binavkirin in û hat gotin, bi Netewe Dewletê re jî milet û bawerî li hev bûne dijmin û mehkûmî şerekî daimî hatine hiştin. Wekî din çareseriya pirsgirêkên Kurdistan û Filistînê wekî esasî hat nirxandin û hat gotin, çareseriya wan wê tesîrê li tevahiya Rojhilata Navîn bike. Bi vî rengî Konfederalîzma Demokratîk wekî modela çareseriyê ya herî heqîqî hat terîfkirin û Ocalan jî wekî hizirker, pêşeng û şexsiyeteke dîrokî hat pênasekirin.
Çend rexne
Ji ber vê yekê jî di peywenda li jor de konferansê doza dawîanîna li dîlbûna Ocalan wekî daxwaza sereke îfade kir û ji bo pêkanîna aştî û aramiyê li Rojhilata Navîn, çareseriya Neteweya Demokratîk wekî çareseriyeke guncaw tesbît kir. Wekî din doza derxistina navê PKK'ê ji lîsteyên terorê yên YE û yên mayî yên dewletî û navdewletî jî wekî beşeke ji çareseriyê hat nirxandin.
Yek ji kêmasiyên herî darîçav ên konferansê, pêkhatina qisekerên panelan bû ku wekî mînak ne adilane bû ku hema hema tevahiya beşdarên ji bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, û heta hin beşdarên ji rojavayê Kurdistanê gotarên xwe bi tirkî pêşkêş kirin. Ji ber hebûna wergera ber bi 4 zimanên mayî re di meseleya têgihîştinê de zêde pirsgirêk derneket holê; lê belê eşkere bû ku girîngî pêdayîna kurdî li bakurê Kurdistanê hîna gelekî dûr e, ji îdrakkirina wê rastiyê ku zimanê kurdî bûye mexdûrê êrîşên qirkirinên zimanî û çandî. Di vê de tişta erenî ew bû ku Hatip Dicle gotara xwe bi kurdî pêşkêş kir - tevî ku minaqeşeya xwe bi tirkî kir.
Tevî ku konferans li başûrê Kurdistanê pêk hat û Iraq jî ew dewlet e ku başûrê Kurdistanê fermî pê ve girêdayî ye, hejmar û rêjeya qisekeran ji van herdu deveran kêm mabû. Li aliyê din li Sûriyê çareseriya sereke ya niha xwe dide pêş ya Sîstema Federaliya Bakurê Sûriyê ye, lê belê ji bo minaqeşekirina mijarê gotarên pêşkêşkirî pirr sere sere man û ji teoriyeke rijî û wêde neçûn. Bi her halî gelek rexneyên mirov dikare rêz bike hebin jî, ev konferansa yekem a bi vî rengî, ji bo tevahiya herêmê bû gaveke destpêkê a minaqeşekirina çareseriyên aştiyana, demokratîk û pirreng û pê re jî di warê pirrzimanîbûnê de jî bû mînakeke erênî ji bo başûrê Kurdistan û Rojhilata Navîn hemûyî jî.
26.07.2016, Yenî Ozgur Polîtîka


