Qamişlo
Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê, kargeheke oksîjenê ya tibî li bajarê Qamişloyê vekir. Kargeh dikare rojane 300 tûpên oksîjenê hilberîne.
Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê, kargeha oksîjenê li Navenda Jiyan a Covid-19 a bajarê Qamişloyê vekir da ku pêwîstiyên nexweşxane û navendên tenduristiyê yên tûpên oksîjenê dabîn bike.
Kargeh li Qamişloyê yekemîn e û dê 24 saetan bixebite. Hêza hilberandina wê rojane 300 tûp e ku dê bê pere li navendên tenduristiyê yên desteyê werin belavkirin.
Nûnerên Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê, endamên Heyva Sor a Kurd û Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê beşdarî merasîma vekirina kargehê bûn.
Di merasîmê de Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Ahîn Siwêd got, pêwîstiya herêmê bi projeyên wiha heye da ku xizmeta warê tenduristiyê bikin.
Ahîn Siwêd bal bir ser rola Desteya Tenduristiyê û kadroyên wê di bipêşxistina xizmeta warê tenduristiyê de û got, tûpên oksîjenê dê bê pere li nexweşxaneyên gel werin belavkirin û ew ê wan bi buhayekî erzan bifiroşin yên taybet.
Deriyê kargehê ji aliyê dayika şehîd Mihemed Îsam Ebod û Ahîn Siwêd ve hat vekirin.
ANHA


