logo
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Merasima îmhakirina çekan bi dawî bû.
  2. Peyama Ocalanî bi vîdeo hat belavkirin
  3. Fînalîstekî diyar bû, yê din îro diyar dibe
  4. Rêveberiya Xweser li Şamê ye
  5. PSG'ê pozê Realê şikand!
news-details

Ji Xorasanê gotinên pêşiyan hatin

Van salan her ku diçe zêdeti gotinên pêşiyan têne berhevkirin û çapkirin. Niha yeka din çap bû ku gotinên pêşiyan ên Xor

  • Dîrok: 20/01/2021
  • Beş: Berhem

Diyarname

Van salan her ku diçe zêdeti gotinên pêşiyan têne berhevkirin û çapkirin. Niha yeka din çap bû ku gotinên pêşiyan ên Xorasanê ne. 

Pirtûka "Gotinên Pêşiyan Ji XOrasanê" ji aliyê Weşanên Wardozê ve hat weşandin û pirtûk ji aliyê Gulê Şadkam ve hatiye berhevkirin. Ji bo dîtine dor 2 hezar gotinên pêşiyan ên ji Xorasanê çavkaniyeke hêja ye.

Kurdên Xorasanê ji gotinên pêşiyan re dibêjin "Mesel". Amadekara pirtûkê Gulê Şadkam li ser vê yekê wisa nivîsiye, "Di karê xwe de 'mesel gerandin' û gava kesek meselekê bi kar tîne dibêje 'meselek xwe gerand'. Mesel, yek yan çend hevok in ku xelk di gotinên rojane de wekî şîret, agahî, qanûn û norm, bi kar tîne ku bikaribe mebesta xwe bi ronahî û kurtahî bigihîne. Mesel, berhema zanist û ezmûnên civakê ne."

Berhevkar Gulê Şadkam sala 2005'an ve dest bi vê xebatê kiriye. Wê demê dema carek diçe bajarê Aşxanê ku li bakurê Xorasanê ye ev fikir di serê wê de çêdibe û dest bi xebatê dike. Her berhev dike ku hejmara wan digihîje 2700'î lê paşê hinak jê dineqîne û pirtûkek ji 2 hezar gotinan jê pêk tîne.

Li gor nivîskar ragihandiye li Xorasanê çend devok hene û piranî ferqa wan di daçekan de ye. Nivîskar jî gotin li gor devoka wan nivîsandiye. Her wiha piştî her gotina pêşiyan şiroveya wê hatiye pêşkêş kirin. Di dawiya pirtûkê de jî ferhengokek ji peyvên kêm têne zanîn hatiye amadekirin.

Çend gotinên ji pirtûkê

Ji bo dîtina hin ji gotinên pêşiyan ên Xorasanê me çend tevî şiroveyên wan jê hilbijartin:

- Adem bixwe gûyê pelawxuran ne yê fitnexuran! ("fitnexur" di wateya parsek de)

Eger mirov dixwaze ku bikeve bin mineta kesekî, bila ew kes têr be, dara be.

- Berê yekê rû li mala yêkê ye!

Herî her derê jî gerek axir vegerî mala xwe

- Can nê dinê, mal tê dinê.

Tenduristî ji hemû tiştî girîntir e. Ew here nayê.

- Çav û çira, bav û bira!

Li ser qed û erzişa bav û birayan hatiye gotin. Bav û bira bi qîmet in.

- Derî xelkê lê mexin!

Azar megihînin xelkî, wan aciz nekin ku hûn jî aciz nebin.

- Gepan li pirîyê mexin!

Li ser tixtekî pir neaxivin bila dijwarî çênebe.

- Her çiqe dûr î, gul û nûr î!

Gava mirov ji hev dûr bin têkiliya wan baştir e.

- Kelê mirde sar e!

Gava kesek dimire, zû ji bîr dibe. Û xema wê/î xilas dibe.

- Mal qilêra destan e, geh dihere geh tê!

Carna mal bi destî tê, caran jî ji destî dere, mirov divê ku pir lê dil nede.

- Nanê mêran bê minet e!

Mirov baş gaa nan dide kesekî lê minet nake.

- Postê nîrî kes nake meşk!

Mirov divê karê bementiq neke.

- Serê bêeql kedîyê (di wateya "Kundir" de) wetal in.

Serê mirovê bêaqil wekî kundirê vala ye.

- Xew û mirin wekî hev in!

Xew wekî mirinê ye.

**

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye. 

 

 

***

REKLAM:

JI BO PROMOSYONÊ NAVNÎŞANEKE NÛ 

 


Parve Bike

Youtube Me

Grok, der barê wê de lêpirsîn û doz vedibin?

news

Rengê Tîşortê Ocalan

news

Vatîkan û Laleş

news

Reşîdê Kurd, 'Kerwan'

news

Kadir Stêra: Por zerê, bêje kê we şewitand?

news

Yeqîn H.: Nexwende

news

Goçînî

news

Napolyon û Selaheddînê Eyûbî

news

Derhênerê 'Şêrê Çolê'

news

Salên 1878 - 1918 Qaxizman

news

Romana 'Kavirên Anarşîst'

news

Pêşangeha Geliyê Zîlan

news

32 hezar û 630 rûpel

news

Gundek, sînorek, bêxwedîtî...

news

Li ser Qazî Mihemed muzeyeke tê çêkirin

news

Çîroka wergerandina 'Efsaneya Çiyayê Agiriyê'

news

Li Qamiyloyê pirsgirêka avê

news

Qîmetdayîna nirxên kurdî

news

18 sal ji bo belgefîlman

news

Telefbûna Pirtûkên Kurdî

news
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 30 06 2025

E-pirtûkek der barê Hişê Çêkirî û Hişê Giştî yê Çêkirî de

news
  • 27 06 2025

Pirtûka 'Kurd û Ereb' derket

news
  • 17 06 2025

Romana 'Efsaneya Çiyayê Agirî' êdî bi kurdî ye

news
  • 15 06 2025

10 pirtûkên Newaf Mîro bi hev re derketin

news
  • 31 05 2025

'Kil û Hine Netê' derket

news
  • 30 05 2025

'Plandanîna Zimanê Kurdî' derket

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ev ziman nasname, dîrok û xeyalên gelê kurd hildigire

  • Hogir Berbir
news

Por zerê, bêje kê we şewitand?

  • Kadir Stêra
news

Hezîran û Veger 

  • Mesûd Qeya
news

Diranên Şêx Seîd

  • Cemil Oguz
news

Nexwende 

  • yeqîn h.
news

Çîroka Destanî ya Adilê Qetarî

  • Hogir Berbir
news

Çîroka ‘40 Heramiyan’ ji kurdan hatiye dizîn

  • Hogir Berbir
news

Gulan, Îsal zat çawa ye?

  • Mesûd Qeya
news

Zimanê dê û “zimanên dijmin”

  • yeqîn h.
news

Culemêrg an Colemêrg; koka wan ji ku tê?

  • Omer Dilsoz
news

Li Amedê ‘binpêkirina navên şaîran’, li Almanyayê rewş çawa ye?

  • Zekî OZMEN
news

Hiş Nebe Nowa

  • H. Kovan Baqî
news

Derwêşê Por Spî

  • Kadir Stêra
news

Melodiya di Bêdengiyê de

  • Hogir Berbir
news

Lêk-ve-kirin û jêk-ve-kirin 

  • Omer Dilsoz
Ev jî hene
ad

'Ji bo ala ser tabûtan min tiştek wisa negot'

ad

Rewşen ne tenê bi ‘bîr‘ û bi ‘req‘ e

ad

Fîlmamedê xelat hatin belavkirin

ad

Xelk wisa qîmetê dide nivîskarên xwe

ad

John Malkovich xelata xwe girt

ad

Hûn li kîjan sindoqê deng didin? YSK'ê eşkere kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Merasima îmhakirina çekan bi dawî bû.

  • 11 07 2025
news

Peyama Ocalanî bi vîdeo hat belavkirin

  • 09 07 2025
news

Fînalîstekî diyar bû, yê din îro diyar dibe

  • 09 07 2025
news

Rêveberiya Xweser li Şamê ye

  • 09 07 2025

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2025 Diyarname