Dengê cumbuþa wî di mejiyê me de bihar çandiye
Dizgûnê Dewrêþ
Tê bîra min ku dema min dengê amûreke cuda min dibihîst ji niþke ve ez diketim nava hizr û gumanan ku gelo ev çi enstruman e ku vî dengî derdixîne. Di salên zarokatî de li herêma me amûrên heyî tev de ev bûn. Di sêrî de tembûr hebû ku niha tembûra me jî wekî nifþên berê me, me û piþtî me hatin asîmîlekirin asîmîle bû û navê xwe bû SAZ.
Saz di nava civakê de di þûna amûrê de ku dihate nasîn bû amûrek. Ev gotinên min þaþ neyê fam kirin, tenê ji bo bakurê welêt e. Piþtî bi temambûna pêvajoya asîmîlasyona kurdên elewî (ku di salên 80 û 90’î de ev pêvajo bi dawî bû) TEMBÛR yan jî bi gotina þîlo SAZ bû BAGLAMA.
Gotin çû ku derê!
Min dixwest ji we re behsa xwe û nasîna mamosteyê hêja Aramê Dîkran bikim. Belê me li gundê xwe yê pîçûk tembûr, SAZ bi gotineke din DAHOL & ZIRNE, BiLÛR, KEMANE nas dikir. Lê muzîka ku min cuda didît yek zirneyeke deng stûr û yek jî tembûreke din bû!
Gava navên wan anons dikirin ARAMÊ DÎKRAN wekî bizmar di rihê min de çûbû xarê û nema ji wir dikiþiya. Dengê tembûra wî (ku me paþê seh kir ku cumbuþa wî jî heye ) guh û mejiyê me de bihar çandiye.
Doh (8 gelawêjê) ajansên kurd nûçeya herî xemgîn ya rojê, koça hînkarê mezin hostayê awazên kurdî Aramê Dîkran ya dawî weþandin. Di wê kêliyê de gurzên Gûlê Mamoste Konê Reþ ketin bîra min ku çend roj berê di nivîsa xwe ya PUK MEDIA’yê de ji bo nexweþiya Aramê Dîkran nivîsî bû.
Yêkser ev gulên vî gurzê dirêjkirî ku li balgiyê hunermendên nemir bûn bi resmê permilî (çilmisî) hatin ber çavên min. Aramê Dîkran pirek navbera me bû ku em bi çend cîhan ve girê didan. Niha ew pira qedîm êdî mîsyona xwe bi dawî kir û rûpela qeydê da rawestin.
Ev karê wijdanî vê carê kete ser milê me.
Belê Aramê Dîkran pirek bû. Pira navbera me û dîrokê ya sedsala 20’an ku zilma tirkan ya bi pênûsa xwînî li ser hatibû nivîsandin bû. Wî qêrîn û hawara Gelê Hayî li dengê xwe bar kir bû û ew bi qêrîna kurdî dianî zimên.
Ew pirek bû ku navbera me û poþmaniya bav û kalên me dikir. Lewra wan qedra serhildan û têkoþînên neteweyî nekiri bûn. Belê miribûn lê berê mirinê fam bikiriba baþtir bû. Aramê Dîkran di vê çaterê de rêberiya dilan dikir.
Aramê Dîkran, pirek bû di navbera gelê Hayî û Kurdan de ku dostiyeke qedîmnîvçe maye divê were temam kirin. Wî gelekî ked da vê dare ku ji gelê kurd û hayî re bibe piþt.
Aramê Dîkran pir bû di navbera muzîka nûjen ya kurdî û klasîka kurdî de. Wî bingeheke nû di salên þêþtî de avêt û her kemiland.
Aramê Dîkran, pira navbera berxwedana sirgûnî (pernaberî) û hêviyên serkeftinê bû. Ew kale ciwan, li jiyanê çawa bû pir; di koça xwe de jî bû pir. Wî bi temamkirina jiyana xwe bi mîlyonan kurd û hayî xistin nava yek rihekî û êþa dilên van bi hev dane derman kirin.
Û di dawî de jî ew bû pira jiyana dêrên sêwîmayî li Kurdistanê, li Amed, Mêrdîn, Wan û hwd. Yanê yê navbera nûvevejîna wan civat û kombûnên mesihiyên Kurdistanê.
Aramê nemir wê di dawî de bû pira navbera axa bav û kalên xwe yên qedereþgerî û neviyên wan. Lewra çendî sedemeke bingehîn da destê wan ku ji bilî hesreta dîrokî; hezkirineke îroyîn ku ji nû ve ji wan diyaran. Ji bo ku apê Aram li wir serê xwe daniye ser balîfa fanî.
….
Apê Aram, wê bibe mêvanê Amedê, mêvanê Kurdistanê.
Welatê nazenîn, Kurdistana rengîn ew termê pakrewanekî dilsoz e. Di dilê xwe de veþêr e. Þahîdê tenêtiya me ye ew di demên qirkirinên me de. Ew, hem zarokê qirkirinê û hem jî þahidê qirkirinê ye. Çîrokên wî di xem û êþên wî yên pêçayî de veþartîne.
Bihewîne ji bo bîrên xwe ji xwe bêhay in.
Min xewnên te maç kirine. Oxira xêrê.
11 gelawêj 2009
***
Nivîsên Dizgûnê Dewrêþ ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weþandin:
- Cejna zimên, azadiya zimên e- Jin im ez, li vira têm kuþtin!
- Mereþ
- Ozgur Gundem
- Ehmedê Xanî û xwedî