'Bêrîvan' li Batmanê jî hat qedexekirin
Diyarname
Belgefîlmê derhêner Aydin Orak ê bi navê "Destana Serhildanekê: Bêrîvan" ku Wezareta Çandê destûr nedabû ku bikeve vîzyonê, Walîtiya Batmanê jî ew qedexe kir.
Di 2'yemîn Festîvala Fîlman a Yilmaz Guney a ku li Batmanê ji aliyê Þaredariya Batmanê ve hatiye organîzekirin didome. Di vê çarçoveyê de dê belgefîlmê "Bêrîvan"ê jî bihata nîþandayîn lê walîtî ew qedexe kir.
Derhêner Orak bertek nîþanî biryara walîtî da û got ku di belgefîlm de her tiþt rast in û tu dîmenek an diyalogekek hatibe vesazkirin tune ye.
Ji ber ku walîtî belgefîlm qedexe kir, di wê seansê de derhêner Orak derket pêþberî temaþevanan, qala biryara qedexeyê û þermezarkirina wê kir, dûre ji bo temaþevanan qala naveroka belgefîlm kir.
Di çarçoveya nîþandayîna fîlm û belgefîlman de roja 15'ê mehê belgefîlmê Cemil Oguz "Rewþen", yê Azîz Çapkurt "Diya min aþtiyê dixwxaze" û yê Seyda Goyan "Bîstanê Zêrîn" hatin nîþandayîn.
Festîval heta 18'ê mehê didome û roja 18'ê mehê dê bi merasimeke xelatdayînê bi dawî bibe.
***
Nûçeyên eleqedar:
- Vaye bernameya Festîvala Fîlman a Yilmaz Guney
- Rojên Festîvala Yilmaz Guney diyar bûn