Diyarname
9 fîlmên ku di warê Fîlmê Biyanî de bûne berendamên Oscarê hatin diyarkirin. Fîlmê Nuri Bilge Ceylan "Bir Zamanlar Anadolu'da" ku pêşberendam bû nekarî bikeve nava 9 bedendaman.
"Bir Zamanlar Anadolu'da" li ser navê Tirkiyeyê ketibû nav pêşberendamên ji bo xelata Oscarê ya di beşa Fîlmê Biyanî de, lê fîlm neket nava 9 berendamên dawî.
Ji bo Xelata Fîlmê Biyanî ya Oscarê 5 fîlm dikevin pêşbaziyê. Berî vê yekê pêşberendaman ji lîsteyê davêjin û 9 fîlman dihêlin. Paşê Akademî ji nav wan 5 berendaman ji bo encama dawî ya pêşbaziyê dişîne.
Ji bo Xelata Fîlmê Biyanî ya Oscarê 9 fîlmên pêşberendam ev hatin diyarkirin:
- “Bullhead” (Der: Michael R. Roskam, li ser navê Belçîkayê)
- “Monsieur Lazhar” (Philippe Falardeau, li ser navê Kanadayê)
- “Superclásico” (Ole Christian Madsen, li ser navê Danîmarkayê)
- “Pina” (Wim Wenders, li ser navê Almanyayê)
- “A Separation” (Asghar Farhadi, li ser navê Îranê)
- “Footnote” (Joseph Cedar, li ser navê Îsraîlê)
- “Omar Killed Me” (Roschdy Zem, li ser navê Fasê)
- “In Darkness” (Agnieszka Holland, li ser navê Polonyayê)
- “Warriors of the Rainbow: Seediq Bale” (Wei Te-sheng, li ser navê Taywanê)