Diyarname
Li Toplukent Halkeviya Amedê bi organîzeya Meclisa Taxê perwerdekarên Kurdî-Derê dest bi dayîna dersên zimanê kurdî da. Dersa yekemîn Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr da.
Dersa ku Meclisa Taxê ya BDP'ê organîze kiriye dest pê kir. Di dersa yekemîn ku bi awayekî sembolîk Baydemîr da de Seroka BDP'a Amedê Zubeyde Zumrut, Serokê BDP'ê yê Yenîşehîra Amedê Nihat Yildiz, Cîgirê Şaredarê Yenîşehîrê Îhsan Ugur, endamên meclisa şaredariyê û rêveberên Kurdî-Derê amade bûn.
Baydemîr ku derbas yekemîn da, got ku ji bo pêşketina ziman û çanda kurdî ev yek gavek girîng e, ji bo her kesê keda wan ketiye navê ez sipasiyên xwe pêşkêş dikim. Baydemîr wisa got: "Zimanê me hebûna me ye, ger zimanê me nîn be emê nikaribin pêşerojê saz bikin. Ez hêvî dikim dê ev xebat bike ku kurdî li dibistanan bibe zimanê perwerdehiyê."
Şaredar Baydemîr di dersê de li ser rengan, tîpên ku di kurdî de hene û tirkî de nîn in tevî beşdaran xebitî.
Di vê navberê de qurs nava hefteyê û dawiya hefteyê bi giştî dê 4 mehan bidome.