Diyarname
Volodymyr Zelensky (Volodîmîr Zelenskî) di sala 2019’an hat ser kar. Ev sê sal in Serokdewletê Ûkraynayê ye. Berî hilbijartinê bi rêzefîlmê ‘Servant of the People’ dihat nasîn. Û piştî ku Rusyayê êrîşê Ûkraynayê kir êdî ew li dinyayê hat nasîn. Niha jî bû meseleya xêzeromanê.
TidalWave Comics bi navê ‘Political Power: Volodymyr Zelensky’ xêzeromanek belav kir. Li ser vê yekê Reutersê nûçeyeke weşand. Li gor nûçeyê xêzeroman 18’ê mehê hatiye belavkirin. Xêzeroman ji 22 rûpelan pêk tê. Michael Frizell ew nivîsandiye û Pablo Martinena ew xêz kiriye.
Xêzkar Martinena ku xêzen xêzeromanî çêkiriye berê xêzeromanên David Beckham, Nelson Mandela, Donald Trumpî jî çêkiribû. Li aliyê din hat gotin ku beşek ji pereyên ku ji xêzeromanê bêne bi dest xistin ji bo di warê alîkariyê de bikar bîne dê bidin Xaça Sor.