logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'
  2. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

Sî romanên kurdî yên serketî

Di lîsteya min de navên 30 romanên kurdî û di lîsteya gelemperî de navên nodûçar - 94 - romanên kurdî hene.

  • Dîrok: 09/12/2011
  • Beş: Serbest

Lokman Polat

Min bi sernavê ”deh romanên kurdî yên herî baş” gotareke nivîsî û pêşkêşê xwendevanên kurd kir. Di nivîsa xwe de min ji xwendevanan daxwaz kir ku ew navên deh romanên kurdî ên baş û serketî binivîsin û ji min re bişînin. Her weha min ji hinek edebiyatzan, rexnegir û nivîskarên kurd re jî mailname şiyand û min ji wan daxwaz kir ku ew navên romanên diecibînin û serketî dibînin ji min re bişînin. Spas ji hemûyan re ku daxwaza min bi cih anîn û navên romanan nivîsîn û ji min re şiyandin.

Di nivîsa xwe ya sernavê ”deh romanên kurdî yên herî baş” de min gotibû ku ez ê jî navên deh romanên kurdî yên serketî û herî baş binivîsim. Dema ez li ser romanên kurdî hûrûkûr fikirîm û min nirxandinên xwe yên berê, nivîs û gotarên xwe di çav de derbas kir, min dît ku deh roman têr nake. Di nav edebiyata kurdî de ji deh romanan pirtir romanên baş û serketî hene. Heger ez xwe bi deh romanan sînor bikim li yên din neheqî dibe û ev jî ji hêla wijdanî ve min nerehet dike. Lewre jî min navên sî (30) romanên kurdî yên baş û herî serketî nivîsî û ez pêşkêşê xwendevanên kurd dikim. Ji xwe pirtûka ku ji bo danasîn û nirxandina romanên kurdî min amade kiriye navê wê jî ”Sî romanên Kurdî” ye. Ev sî romanên ku min di lîsteya xwe de cih daye wan û navên wan nivîsiye, min hemûyan xwendiye û derbarê wan de gotar nivîsiye. Nivîsên min yên nirxandinê di hersê pirtûkên min yên ku navên wan ”Bîst Romanên Kurdî” , ”Sî Romanên Kurdî” û ”Pênce Romanên Kurdî” ne de cih girtine.

Helbet ji bo ku ez navên 30 romanên kurdî ên baş û serketî dikim nayê vê maneyê ku yên din nebaş in. Na, ew jî li gor xwe baş in. Her romaneke kurdî ji bo min hêjayiyeke û xezîneyeke dewlemendiya wêjeya kurdî ye. Yên ku min navên wan pêşkêş kiriye ji bo min balkêş in, naveroka wan li xweşa min çûye û li gor pîvanên romanê û hunera romannivîseriyê ev baştir in. Ev dîtinên min in û dibe li gor gelek kesan şaş be. Çawa ku min gotibû nivîskar û rexnegirên tirk çima di nav deh romanên tirkî ên serketî de, çima romaneke Ahmed Altan jî helnebijartine, hinek nivîskar û xwendevanên kurd jî dikarin bibêjin çima Lokman Polat di nav van 30 romanan de romana filan nivîskarî jî helnebijartiye.

Ji derê lîsteya ku min li gor bîr û baweriya xwe, fikr û ramanên xwe hilbijartiye, lîsteyek din jî min ji ber mailnameyên edebiyatzanan, xwendevanan, nivîskar, rexnegir û xwendevanên kurd yên ku di zanîngehan - Unîversîte- de dixwînin, min ji wan pirsîbû, û li gor navên ku wan ji min re şiyandibûne, min amade kir. Hinek xwendevanên kurd bi mailnameyên xwe navên çend romanan nivîsîne, hinekan navê, du, sê romanan û yekê jî navê tenê romaneke nivîsîbû. Ji bilî mailnameyên xwendevanan, kesên ku min ji wan pirsîbûn jî di nav navên ku wan ji min re şiyandibûn de hinek jê neroman bûn, lê navên wan hatibûn nivîsîn. Min ji çend edebiyatnas û edebiyatzanên ku qet roman nenivîsîne lê derbarê romanên kurdî de gelek gotar nivîsîne, romanan nirxandine û şîrove kirine pirs kiribibû. Herweke Receb Dildar, Metîn K. Dilxêrî, Huseyin Mihamed, Rêzan Tovjîn, Azad Avcî, Cîhan Aydîn, Ahmed Kanî, Veysel Aydenîz, Ferzan Şêr, Hesen Derwêş, Salihê Kevirbirî, Huseyin Gunduz, Rêdur Dîjle, Têmurê Xelîl, Evîn Berçem, Nesrîn Berfîn, Aysel Çetîn, Marîna Siyabend, Mizgîn Bîngol, Yildiz Gultekîn, Rukiye Ozmen, Cîhan Yildirim, Gabbar Çiyan, Heyder Omer, Qado Şêrîn, Hêmen Kurdaxî, Elî Cefer, Çiya Mazî, Ahmed Onal û hwd. Piraniya wan li gor xwe navên cuda yên romanan pêşkêş kirin. Min ji hinek nivîskarên romannivîser ku wan bi xwe roman nivîsîne jî pirsî, wan jî navên romanên ku ecibandine nivîsîn û ji min re şiyandin. Wan navên romanên xwe û yên min nenivîsîn, gotin " Ez behsa yên xwe û te nekim. "Ji blî vana gelek xwendevanên kurd jî bi mailnameyên xwe navên romanên kurdî yên ku wan ecibandibû û li gor xwe serketî ditibû ji min re şiyandin. Ev lîsteya duyem ya hevbeş ji ber navên ku van edebiyatzanan û gelek xwendevanên kurd ji min re şiyandibû, hate amadekirin.

Di tevahiya navên ku hatine pêşkêşkirin de navên nodûçar -94- romanan hene. Min jî lîsteya edebiyatzan, rexnegir, nivîskar û xwendevanan bi deh romanan sînor nekir û min hemû navên ku hatine pêşkêşkirin li duhev rêz kir û ez pêşkêşê xwendevanên kurd dikim. Di nav van navên romanên kurdî de hinek jê ji alî çend kesan ve hatibû nivîsîn. Yanê di nav navên ku kesên cuda pêşkêş kiribû de heman nav hebû. Wek mînak romana Helîm Yusiv ji çend kesên cuda ve wek romaneke baş û serketî hatibû pêşkêşkirin. Hinekan çend romanên nivîskar yên cuda pêşkêş kiribû. Wek mînak; navên du roman Mehmed Uzun di lîsteyeke de bû. Hinek nivîskarên ku çend romanên wan hene di lîsteyên cuda de navên romanên wan ên cuda hatibû nivîsîn. Wek mînak; di lîsteyek de navê romana Jan Dost "Mîrname" û di lîsteyek de navê romana wî ya bi navê "Mijabad" hebû. Yê min jî di hinek lîsteyan de navên "Kewa Marî" , "Rojnamevan" , "Fîlozof" û di gelek lîsteyên din de navê "Robîn" hebû. Heger min ji nav romanên hatine pêşkêşkirin de tenê deh roman hilbijarta min ê yên ku herî pir ray girtibû û navê wê hatibû pêşkêşkirin di nav wan deh romanan de binivîsandana. Lê min weha nekir, min navên ku hatine pêşkêşkirin bi tevahî di lîsteyê de nivîsî, cih da wê. Di dawiya vê nivîsê de jî min cih da navên romanên ku di herdu lîsteyan de cih girtine.

Di lîsteya min de navên 30 romanên kurdî û di lîsteya gelemperî de navên nodûçar - 94 - romanên kurdî hene. Navên hinek romanan di herdu lîsteyan de jî hene. Hinek nav jî tenê di lîsteyeke de heye û di lîsteya din de tune. Yên ku navên wan di herdu lîsteyan de jî heye wek romanek bihesibînî, tevahiya hemû romanan sedûçardeh - 114- heb in. Mirov vê tabloyê dikare weha şîrove bike; nexwe bi tevahî sedûçardeh -114- romanên kurdî yên baş û serketî hene. Yên ku dibêjin û bibêjin romana kurdî tune bila ji vê tabloyê şerm bikin.

Xwendevanekî nivîskar di mailnameya xwe de gelek gotinên girîng dibêje û rastiyê tîne zimên. Wek mînak ez dixwazim hevokek ji mailnameya wî bi xwendevan re parve bikim. Ew dibêje :

" Tu jî dizanî ku di nava me de hesûdî, pozbilindî, çavnebarî û gelek hestên neyînî hene. Van hestên negatîf pêwendiyên me jehrdarî kirine û nahêlin ku em li ser keda hevdu çend gotinên dilxwaz bêjin û binivîsin. Di vê babetê de cehda te, keda te ya dilsozane û bi temamî rola te ya giranbiha hêjayî gotinê ye. Ji ber vê yekê ne tenê ez, gelek -em dikarin bêjin hemî- nivîskarên kurdî ji te re deyndarin.

Ji ber vê ji te re dibêjim mala te ava be, her hebî û her di dilê gelê xwe de bî.

Em werin ser nivîsa te û daxwaza te ya dawîn. Helwesta te di cî de ye. Di vê mijarê de gotina dawîn ji bilî xwendevanan para ti kesî nîne. Ez bawer dikim bi vî awayî wê encameke baş derkeve holê. "

Nivîskar û herweha rojnamevanekî kurd jî dibêje :

" Ez bi nivîsa te gelek kêfxweş bum ku bi kêmasî be jî em îro li ser romanên kurdî yên bijarte dinivsînin û di derheqên wan da dîtinên xwendevanan dixwazin. Ev tenê ji bo pêşveçûna zimanê me tiştekî gelek grînge…"

Belê, wisane. Yê min ango ev hewldana min wek destpêkeke. Ez hêvîdarim ku di pêşerojê de lêkolîn û lêpirsînên gelek hêja bêne amadekirin. Rojnamevan û lêkolînvan dest biavêjin vê mijarê û di derbarê vê babetê de kar û xebat bikin. Di zanîngehan de li ser romanên kurdî tezên doktorayê werine amadekirin. Li ser hemû cure romanên kurdî analîz bêne kirin û pirtûkên curbecur bêne weşandin.

Niha ez ê li jêr van herdu lîsteyan pêşkêş bikim.

Lîsteya romanên kurdî yên baş û serketî ên ku min (Lokman Polat) hilbijartiye ev in:

1 – Areb Şemo – Dimdim.

2 – Mehmed Uzun – Hawara Dîjleyê.

3 – Lokman Polat – Robîn.

4 – Helîm Yusiv – Sobarto.

5 – Jan Dost – Mîrname.

6 – Mîr Qasimlo – Wêneyên Keserê.

7 – Gulgeş Deryaspî – Tariya Bi Tav.

8 – Mehmed Dehsiwar – Çirîskên Rizgariyê.

9 – Atîlla Barişer - Bi Xatirê te Enqere.

10 – Fêrgîn Melîk Malkoç - Siya Dema Borî.

11 – Laleş Qaso – Ronakbîr.

12 – Îlhamî Sîdar – Tehma Xweliyê.

13 - Omer Dilsoz – Neynika Dilî.

14 – İbrahim Ehmed - Jana Gel.

15 – Hesenê Metê – Labîrenta Cinan.

16 – Menaf Osman – Girê Şêran.

17 – Aram Gernas – Toqa Naletê.

18 – Lokman Ayebe - Jar Lê Sermest

19 – Sabrî Akbel - Evîna Pînhan.

20 – Riza Çolpan - Nado Kurê Xwe Firot.

21 – Medenî Ferho – Xaltika Zeyno.

22 – Çidem Baran –Li Peravên Torê Torên Evînê.

23 – Yaqob Tilermenî – Kitim.

24 - Eyûb Kiran – Dewrêşê Evdî.

25 - Egîdê Xido – Dê û Dêmarî.

26 – Mezher Bozan - Zêna.

27 –Enwer Karahan - Şapînoz

28 – Edîp Polat - Dûvpişk bi xwe venade

29 – Selahattîn Bulut - Xadim.

30 – Arîn Zîn – Ez Stêrka Sîpan im.

Lîseya gelemperî ya ku edebiyatzan, rexnegir, nivîskar û xwendevanan hilbijartiye ev in:

1 – Bîra Qederê - Mehmet Uzu

2 – Labirenta Cinan - Hesene Metê

(Nivîskar wê wek roman nehesibîne jî, ez bi çavê romanê lê dinerim. Têbiniya xwendevan.)

3 – Jîyana Bextewar - Ereb Semo

4 – Robin - Lokman Polat

5 –
Sobarto - Helim Yusif

6 – Mîrname - Jan Dost

7 - Wêneyên Keserê - Mîr Qasimlo.

8 – Sê Şev û Sê Roj - Laleş Qaso

9 – Şapînoz - Enwer Karahan

10 – Gardiyan- Bube Eser

11 – Xezeb - Eskere Boyik

12 – Hopo- Ereb Şemo

13 – Dê û Demari - Egidê Xido

14 –- Sîya Evînê - Mehmet Uzun

15 – Şivanê kurmanca - Erebê Şemo

16 –Tofan - Hesenê Metê

17 – Bilîcan - Perwîz Cîhanî

18 –
Mijabad - Jan Dost

19 – Rojên Etûn - Kovan Sindi

20 - Fîlozof - Lokman Polat

21 - Bendewarê Adarê- Mihemed Ronahî

22 - Dûvpişk bi xwe venade- Edîp Polat

23 -
Xadim- Selahattin Bulut24 - Leyla Figaro - Ibrahim Seydo Aydogan

25 - Rojnivîska Spinoza - Şener Ozmen

26 - Kela Dimdim - Jan Dost

27 - Şer li çiya - Elîyê Evdilrehman

28 - Gemal- Xusrev Caf

29 - Pêlên Bêrîkirinê - Mistefa Aydoxan

30 - Tu - Mehmed Uzun -

31 - Ez ê yekî bikujim - Ferat Cewerî

32 - Cembeli Kurê Mîrê Hekarî - Ihsan Colemergi

33 - Kurdê Rêwî - Sehîdê Îbo

34 - Ronî mîna evînî tarî mîna mirinê - Mehmed Uzun

35 - Hewara Dicleyê - Mehmed Uzun

36 - Rojek ji rojên Evdalê Zeynikê - Mehmed Uzun

37 - Dimdim - Erebê Şemo

38 - Soryaz - Diyar Bohtî

39 - Derwêşê Evdî - Eyup Kıran

40 - Leyla Figaro- İbrahîm Seydo Aydoğan

41 - Giyanên Bahozî- Mîr Qasimlo

42 - Hêvî Her Dem Heye - Hesen Huseyîn Denîz (Cîlda yekemîn. Ya duyemîn na...)

43 - Ez ê Yekî Bikujim- Firat Cewerî (Bi taybet cîlda duyemîn...) 

44 – Mirina Kalekî Rind - Mehmed Uzun

45 - Jana Gel - İbrahim Ehmed

46 - Rojnamevan - Lokman Polat

47 - Çiyayê Bi Xwinê Avdayî - Bavê Nazê

48 - Pêşmerge - Rehimê Qazi

49 - Hewarî - Hecîyê Cindî

50 -
Pêşbazîya Çirokên neqediyayî- Şener Ozmen

51 - Pêşengeha Suretan- Îrfan Amida

52 - Mirina Bêsî - Dilawer Zeraq

53 - Lehî - Firat Cewerî

54 -
Otobus_ Yunus Eroglu

55 - Girê Şêran  / Menaf OSMAN

56 - Li Peravên Torê Torên Evînê  / Çidem BARAN

57 - Gava Ku Masî Tî Dibin   / Helîm Yusif

58 - Gîtara Bê Têl   / Cîhan Roj

59 - Siya Şikestûnê Turcel   / Hogir Berbir

60 - Xezal   / Nesîp TARIM

61 - Em Bûn Baran   / Mizgîn RONAK

62 - Kewa Marî (Mêkew) - Lokman Polat

63 - Tirsa Bê Diran - Helîm Yusif

64 -
Ay Dayê - Mehdî Zana

65 - Şivanê Berxan - Abbas Abbas

66 - Ez û Delal - Sidqî Hirorî

67 - 3 gav û 3 darek - Jan Dost

68 - Sabrî Akbel - Evîna Pînhan.69 -

Keştiya Penaberan - Arşevê Oskan70 - Kitim/Qerebafon - Yaqob Tilermenî

71 - Meşa Moriyan - Cîhan Roj

72 - Gava Heyatê - Lokman Ayebe

73 - Ristemê Zal - Xursîd Mîrzergî.

74 - Xatê Xanim- Eliyê Evdirehman

75 - Evîna Mêrxasekî- Îbrahîm Osman

76 - Kodnav Viyan - Lokman Polat

77 - Hêlîn - M. Baksî

78 - Gundikê Dono - Mahmud Baksî

79 - Wendabûn - Shahin Bekirê Soreklî

80 - Çirûskên Rizgariyê - Mihemed Dehsiwar

81 - Ronakbîr - Laleş Qaso

82 - Newroz Saidpour - Viyan

83 - Sidqî Hirorî - Kurê Zinarê Bilind

84 -
Saturn - Remezan Alan

85 - Rîstemê Zal - Edib Polat

86 - Feqîyê Teyran - Ronî War

87 - Keça Kurd Z
ozan - M. Baksî

88 - Binefşên Tariyê- Zeynel Abîdîn

89 - Kejê – Adil Zozanî

90 - Parîsabad - Fawaz Husên

91 - Mamostê Zinaran - F. Melîk Aykoc.

92 - Medenî Ferho- Dora Bacinê Bi Dar e

93 - Ardûda - Mîran Janbar

94 -
Û bihar hat - Heciyê Cindî ?

(Min bi xwe nebihîstiye ku ev romana Heciyê Cindî bi vî navî hatiye çapkirin.

Lêbelê xwendevanekî vî navî jî di lîsteya xwe ya romanên kurdî de pêşkêş kiribû.)

Xwendevanekî navên van hersê romanên li jêr jî pêşkêş kiribû. Lê, ev hersê roman wergerin û aîdê edebiyata kurdî nînin, aîdê edebiyata tirkî ne.

....? - -Li çiyayê mezin gundê biçûk - Orhan Çelik - Ev wergere.

....? - Dewran - Seyit Alp - Ev wergere.

....? - Ebdullahê Mînyeyî - Hekimoğlu İsmail - Ev wergere.

Xwendevanan nodûçar - 94 - roman di lîsteyek de helnebijartine, ev hejmara nodûçar romanên kurdî ji ber tevahiya lîsteyên navan ku ji min re hatine şiyandin, hatiye amadekirin. Yanî tevahiya xwendevanên ku ji min re mailname/lîste şiyandine bi tevahî nodûçar - 94 - romanên kurdî ecibandine, hilbijartine, serketî dîtine. Nodûçar ê xwendevanan, sî ê min dike sedûbîstûçar, ji wan bîst roman di herdu lîsteyan de hene, dimîne sedûçardeh. Ji xwe hemû romanên kurdî ji dusedî zêdetire û nivê wan ango ji sedî pênce ji alî xwendevanên kurd ve hatine ecibanin û wek romanên serketî binav bûne. Ev jî ji bo romana kurdî tişteke baş e.

Wek min di destpêka vê nivîsê de jî got; hinek xwendevanan navên du romanan, hinek navê çar romanan û piraniya lîsteyan de navên deh romanan hatibû nivîsîn. Navê romana ku di çend lîsteyan de hebû, min careke nivîsî, navên ku di hinekan de hebû û hinek lîsteyan de tunebû min nivîsî û lewre ewqas navên pir derketin holê. Xwendevanek jî navê romanan nenivîsîbû, navên çend romannivîseran nivîsîbû û gotibû li gorê min romannivîserên kurd ên serketî evin û deh navan li dûhevudu rêz kiribû.

Di lîsteya gelemperî de navên hinek pirtûkan hene ku li gor dîtina min ew neromanin. Lêbelê navên wan di lîsteyên navên ku ji min re hatibû şiyandin de hene. Lewre jî min navên wan di lîsteya gelemperî de nivîsî. Sê pirtûk romanên wergerê ne, ji tirkî hatine wergerandin bo kurdî û xwendevanekî di lîsteya xwe ya deh navên romanên kurdî de navên van hersê romanên werger jî nivîsiye. Min navên wan danî herî paş û îşareta pirsê danî pêşiya wan.

Di vê lîsteya gelemperî de tiştê ku bala min kişand, hema bibêj navên temamê romanên Mehmed Uzun, Areb Şemo, Helîm Yusiv û Jan Dost hene. Romanên ku navên wan di herdu lîsteyan de hene bîst -20 - heb in. Hinek romanên ku di lîsteya min de navên wan hene di lîsta gelemperî de navên wan tunin û gelek romanên ku navên wan di lîsta gelemperî de hene di lîsteya min de tunin.

Romanên ku navên wan di herdu lîsteyan de jî hene bîst - 20 - heb in.

Ew jî ev in :

1 – Dimdim – Areb Şemo, 2 – Sobarto – Helîm Yusiv, 3 – Mîrname – Jan Dost, 4 – Hawara Dîjleyê - Mehmed Uzun, 5 – Robîn – Lokman Polat, 6 – Wêneyên Keserê – Mîr Qasimlo, 7 – Dê û Dêmarî – Egîdê Xido, 8 – Xadim – Selhattîn Bulut, 9 - Labirenta Cinan - Hesene Metê, 10 - Şapînoz - Enwer Karahan - 11 - Derwêşê Evdî - Eyup Kıran, 12 - Jana Gel - İbrahim Ehmed, 13 – Girê Şêran  / Menaf Osman, 14 - Li Peravên Torê Torên Evînê  / Çîdem Baran - 15 - Dûvpişk bi xwe venade - Edîp Polat - 16 - Evîna Pînhan - Sabrî Akbel -. 17 – Ronakbîr - Laleş Qaso - 18 - Çirîskên Rizgariyê. Mehmed Dehsiwar –19 - Kitim - Yaqob Tilermenî. 20 - Neynika Dilî - Omer Dilsoz .

Deh - 10 - heb romanên ku di lîsteya min de hene, di lîsteya gelemperî ya xwendevanan de navên wan tune. Ew jî ev in :

1 - Gulgeş Deryaspî – Tariya Bi Tav. 2 - Aram Gernas - Toqa Lanetê. 3 - Atîlla Barişer - Bi Xatirê te Enqere. 4 – Fêrgîn Melîk Malkoç - Siya Dema Borî. 5 - Îlhamî Sîdar – Tehma Xweliyê. 6 - Arîn Zîn – Ez Stêrka Sîpan im. 7 - Lokman Ayebe - Jar Lê Sermest. 8 - Riza Çolpan - Nado Kurê Xwe Firot. 9 – Medenî Ferho – Xaltika Zeyno. 10 - Mezher Bozan - Zêna.

Ez ji xwendevanan, rexnegiran, edebiyatnas û edebiyatzanan hêvî û daxwaz dikim ku ew li ser van herdu nivîsên min yên derbarê romanên kurdî de dîtinên xwe binivîsin, şîrove bikin. Dibe ku dîtinên min şaş bin, yan kêmaniyên wê yên girîng hebin. Dema ku ew jî dîtinên xwe binivîsên, ramanên xwe yên derbarê vê mijarê de pêşkêş bikin, hîn pirtir dê rastî derkevin holê. Gotar, nivîsên nirxandinê, şîroveyên curbecur û minaqeşeyên li ser vê babetê ji bo pêşveçûna edebiyata kurdî pêwîst e û wêjeya kurdî pêşve dixe, dewlemend dike.

07 - 12 - 2011

lokmanpolat2000@yahoo.se

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 20 04 2026

Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'

news
  • 18 04 2026

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

news
  • 15 04 2026

‘Bazirganê Xeyalan’ û Xerckirina Jiyanê

news
  • 13 04 2026

Di zimanê kurdî de bingeha yekkîteyî

news
  • 04 04 2026

20 sal, 20 TL (Vê agahiyê bixwînin)... Hat nûkirin

news
  • 30 03 2026

Şîn, Windabûn û Rewşa Depresîf

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Bi êrîşeke sîber dîsa berê xwe dan TV'yên kurdan

ad

Di bin siya grev, protesto û ewlehiyê de dest pê kir

ad

Tiştên negengaz û derî aqil di çîroka Bahoz Baran “Mela Şekir” de

ad

‘Hefteya Derhênerên Jin’ dest pê kir

ad

Ma we qet dîtiye navê kitêbekê şaş were nivîsîn?

ad

Flash: YSK'ê, Zana, Dicle, Kişanak jî têde 12 serbixwe veto kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'

  • 20 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname