NAVENDA NÛÇEYAN
Li hemberî navenda produksiyonê ya Stêrk TV, Med Nûçe, Ronahî TV û Radyoya Mezopotamyayê êrîşa sîber pêk hat.
Li hemberî navenda produksiyonê û derdora wê ya Stêrk TV, Med Nûçe, Ronahî TV û Radyoya Mezopotamyayê ku li bajarokê Belçîka Denderleeuw e, êrîşeke sîber pêk hat. Di encama êrîşa bi voltajeke xurt a elektrîkê de, qebloyên avahiyê heliyan û şewitîn.
Weşanên zindî yên televîzyonên kurdan, ji ber vê êrîşa sîber sekinînin. Îtfaiye û servîsên teknîkê yên elektrîkê li herêmê elektrîk qut kirin, ragihandin ku tevî vê qutkirinê jî di xetan de hê voltajeke bilind heye û êrîşa sîber piştrast kirin. Ekîbên şaredariyê xebatên xwe dewam dikin.
Weşana televîzyonan piştî 8 saetan dîsa dest pê kir. (Ev agahî paşê li vê nûçeyê hatiye kirin)


