Lawê Mihêreş
Heta niha di edebiyata kurdî de çîrok piranî bi du heb şêweyan hatine nivîsandin; yek jê şêweya Maupassant e ku ev cûre çîrok li ser bûyeran diqewimin, zeman û mekan û encameke çîrokê heye. Yek jî jê şêweya Çehov e ku di vê şêweyê de ji bûyeran bêhtir li ser rewşek rojane disekine, zeman û mekan û encam ne muhîm in, armanc jê ew e ku çîrok xîtabî hest û xeyalên xwendevên bike.
Piştî vê pêşgotinê ezê derbazî ser çîroka Bahoz Baran bibim. Ev çîrok bi şêweya Maupassant hatiye nivîsandin. Dema ku çîrok li ser bûyerên ne fantastik û ne surrealîst hatin ava kirin divê di tiştên tên gotin de meriv derî aqil tevnegere û heta ji meriv bê gerek meriv realîst tevbigere. Bi gotineke din tiştên ku tên gotin gerek li hev bikin.
Ev çîrok bi devê vebêjê “Min/Ez”ê dest pê dike û pişt re MELE ŞEKIR dide xeberdan. Mela Şekir behsa serpêhatiyên xwe dike. Mekan Mexmûr e, heta ku Mele Şekir dest bi xeberdanê dike zeman ne diyar e, lê dema ku MELE ŞEKIR zemên diyar dike û şûn de meriv dibêje xwezî zeman diyar nebûya. Çima wisa dibêjim ezê behs bikim. Çimkî berî vê jî tiştên derî aqil di çîrokê de hene. Ezê bi dorê yanî rûpel bi rûpel li ser gişa bisekinim.
Berê Mele Şekir nas nedikir
Di rûpela ewil de vebêjê çîrokê li cîhekî rûniştiye (cîhekî çawa ye ne diyar e, meriv dibêje belkî qehwexane filan e lê ne belî ye) Mele Şekir tereq dikeve hundir, tê jê re dibêje “merheba tu bi xêr hatî”. Di serî de vêbêj dibêje; “Min Mela Şekir ji awirên wî nas kir”, lê ji vê naskirinê mebest çi ye em nizanin, yanî gelo vebêj beriya berê Mele Şekir nas dikir yan jî bi “naskirinê” gelo dibêje min fêm kir yekî çawa ye, ev jî ne diyar e, lê îhtîmala diduyan xuya dike, yanî ji naskirinê mebest çawaniya Mele Şekir e û beriya berê nas nedikir,
Piştî ku Mele Şekir û vebêj hinekî li hev vedibin deriyê odeyê vedibe û qîza Mele Şekir dikeve hundir. Ji bo ku qesta min tam were fêm kirin ezê wê pasajê binivîsim:
Çîçekê ji ku nas dike?
“Min dît deriyê odeya ku em lê bûn vebû û çîçekek ket hundir. Qîza Mele Şekirî bû û navê wê jî Çîçek bû. Li wê çolê, di wê qêleyê de çîçekek ketibû hundir. Ne hindik bû, li peyvê vebû, wekî çivanekên gulê lê diçû. Qîzeka çakûcê wê li hev, xweşxeber … Helbesta Cegerxwînî hat bîra min, çiqas lê difesilî heyran, belkî rojekê Cegerxwînî dil berdabû yeka wisa û helbesta Çîçekê lê kiribû, min nema xwe girt û ji Çîçekê re got, “Te Çîçek anî bîra min, nizanim tu bi wê helbestê dizanî yan na.” Got, “Na.” Di bîra min de bû, min jê re xwend , ‘Hey çîçek çîçek çîçek, şîn bû li çemê qirdîlek, min ramûsanek jê xwest...’ Pir kêfa wê hat.”
Belê ne kêm ne zêde pasaj bi kitekit ev e. Li vir çawa navê qîza Mele Şekir hîn bû em nizanin, mesela berî vebêj Mele Şekir xeber bida û bigota; “Çîçeka min tu bi xêr hatî”, me yê bigota vebêj ji bavê wê hînî navê wê bûye, lê tiştekî wisa tune ye. Ez derbaz bibim, xwezî pirsgirêk ev tenê bûya. Li ser lingan Mele Şekir nas dike, pîçek derbaz dibe qîza Mele Şekir dikeve hundir, bismîllahî hê Çîçek xanim nas nekirîye, bavê Çîçekê li cem e, di cih de ji tûrikê xwe helbesta Cegerxwîn derdixe û ji Çîçeka wekî çîçekê re dixwîne, bi awayekî sublîmînal ramûsanekê jê dixwaze. Ev semîmiyet ji ku derket, vebêjê me ev cesaret ji ku derê û ji kê girtîye, em nizanin. Lê rewş û halê civata me bila li wir bisekine, em baş dizanin tiştekî wisa li welatên ewropa jî ne mimkûn e. Em ji bîr nekin cîh Mexmûr e û wekî em ji çîrokê hîn dibin binesaziya wir tune ye, ava tiwaletan hê di kuçeyan re derbaz dibe…yanî ew qas modern in !!!
Serpêhatiya Mela Şekir
Ji wî cihê ku me got ne diyar e radibin her sê bi hev re berê xwe didin mala Mele Şekir, piştî rûniştin, xwarin û vexwarinê em hîn dibin ku Mela Şekir li mektebek Mexmûrê mamoste ye, heta li wir hinek kes jê re dibêjin mele mamoste. Vebêj meraq dike û dipirse dibêje ev mesela te û meletiyê çi ye, ji ku hatiye? Mela dibêje heval ez berê mela bûm, paşê bûm mamoste, çîroka min dirêj e, vebêj meraq dike û jê israr dike. Mele Şekir li saeta xwe mêze dike û dibêje wexta me ye, ezê behsa xwe bikim ji te re. Mele Şekir dest bi serpêhatiya xwe dike, ji ber ku pasaj dirêj in ez nikarim hemûyan li binivîsim, ezê bi kurtahî behs bikim.
Rojekê cemsên dewleta Elî Osmanî tên li ber Mele Şekir disekinin, piştî hinek xeberdanan bi dest û lingan mela digirin davêjin cemsê û bi xwe re dibin. Em li vir bi bîr bixin zeman zemanê dewleta Osmanî ye û cîh jî Cizîra Botan e. Piştî çend rojan di zindanê da dimîne qomûtanek tê bi çoyekî ter û qalind Mele Şekir reş û hêşîn dike hestiyekî saxlem di canê wî de nahêle. Piştî derbxwarinê Mele Şekir çavên xwe vedike ku avêtine newalekê û li kevirekî asê maye. Ji wê rojê pê ve mela dev ji meletiyê ber dide û sond dixwe gerek ez heyfa xwe ji dewletê bigrim.
'Cureyt Arkin' e!
Li vir kî tê Mele Şekir ji wê newala asê derdixe ne diyar e, çimkî dema serpêhatiya xwe dibêje, ji vebêjê çîrokê re dibêje, “Yek hestiyekî saxlem di canê min de nemabû” Derfeta ku bi tena serê xwe ji wir derbikeve tune ye, lewra ji halê mirinê xeraptir bûye. Xwendevan li vir li bende ye ku yek were wî ji wê newala asê derxe, lê qey heye Mele Şekir bi quweta îmana xwe ji wir derketiye, yan wekî “Cuneyt Arkin” e Mele Şekir!!
Bi çi kul û halî Mele Şekir bi xêra dixtorên tirk û dermanê kurmancî xweş dibe, ji xweşbûna xwe şûn de dest pê dike zirarê dide dewletê. Mele Şekir dibêje min dîregên ceyranê, lewheyên trafîkê yên li ser riya, hemû min xera dikirin, diqelibandin. Carekê diçe guleyekê bi qereqola wan ve datîne û direve da ku dewlet boş û beradayî guleyên xwe biteqînin, carna digihê “hevala” bi wan re dikeve nava şer, lê pirê cara wekî mîlîs alîkariya hevalan dike.
Di dema Osmanî de ceryan hebû?
Belê niha hûnê bibêjin ma çi di vir de ye. Min got em ji gotinên Mele Şekir têdigihêjin ku wext wexta dewleta Osmanî ye û bela û tofanên li serê wî teqiyane li devera Cizîra Botan qewimîne, lê tu dîregên ceyranê bibêjî tu lewheyên ser riya bibêjî tu “hevala” bibêjî her tişt hene. Meriv ji hêla dîrokî ve lê mêze bike ev tişt jî ne mimkûn in, dema osmaniyan li ku derê dema hatina ceyranê li Cizîra Botan li ku derê û dema avakirina rêxistina hevalan li ku derê!!. Helbet em nikarin bibêjin: “Ma ev çîrok e, çi pê dibe?” Lewra di vir de behsa realîteyekê dibe, lazim e ku bûyer li hev bikin, lê di vê çîrokê de ji serî heta dawiyê bûyer li hev nakin, çîrok bi tiştên negengaz û derî êqil hatiye xemilandin.
Çend gotin ji bo edîtorî
Di dawiyê da min dixwest çend tiştan ji edîtorê kitêbê re jî bibêjim lê ez rastî tiştekî herî sosret hatim ku encax di nav kurdan de bibe, di kitêbê li hember edîtor: BAHOZ BARAN dinivîse. Ev tişt li ser kitêba Rênas Jiyan jî heye lê wîbîle navê xwe nenivîsandîye, li hember redaksiyon: belkî dinivisî ku em baş dizanin Belkî=Rênas Jiyan.
Edîtorîya kurdî dê çi wextê rûnê, nivîskarek çawa radibe edîtoriya kitêba xwe dike, wergêrekî wekî Mehmet Kanar ê navdar edîtoriya kitêbên xwe bi edîtoriya edîtorê navdar “Selahattin Ozpalabiyiklar” çap dike. Em bêjin Bahoz ji derveyî Wardozê bawerîya wî bi edîtekirina kesî nehat, ma hevalên wî yên ku bi wî re kar û barê Weşanxaneya Wardozê dikin ji bo çi hene?!
Nîşe: Wekî xwendevanekî kurdî bi vê nivîsê min xwest deng bidim daxwaza 100 xwendevanên kurdî.