logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Nirxandina li ser pirtûka Dilovan Alî ‘Bîranînên Li Pişt Têlên Sînor’
  2. Sempozyûma Zimanê Kurdî: Li ser 'Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî' li dar dikeve
  3. Bi kurdî kanaleke nû: 'Nûçe TV' dest bi weşanê dike
  4. ‘Şeva Çîrok' û 'Şeva Helbestan’ li dar dikeve
  5. Li ser kurdî ji 5 wezaretên Tirkiyeyê pirs hatin kirin
news-details

'Ji bo nasnameya kurd têk bibin ev yek hat kirin'

Di "Tirkiye, bi rastiya zindana leşkerî ya Amedê re rû bi rû dibe" gelek rastiyên Girtîgeha Amedê hatin ser ziman.

  • Dîrok: 04/12/2011
  • Beş: Nûçe

Diyarname
Di "Tirkiye, bi rastiya zindana leşkerî ya Amedê re rû bi rû dibe" gelek rastiyên Girtîgeha Amedê hatin ser ziman.

Komîsyona Edalet û Lêkolîna Rastiya Girtîgiha Leşkerî ku ev sê sal in xebata xwe didomîne, vê carê encamên xebatên xwe li Zanîngeha Bîlgî ya Stenbolê (roja 3'ê berfanbarê) di sempozyûmê de eşkere kir û pêre jî zanyaran li ser xebatên ku li ser Girtîgeha Amedê hatine kirin axivîn.
Axaftina destpêkê ya sempozyûmê ji aliyê endama Komîsyona Edalet û Lêkolîna Rastiya Girtîgiha Leşkerî Nimet Tanrikulu kir. Tanrikulu got ku wan di sala 2007'an de dest bi vê xebatê kiriye, heta niha li dor 400 kesên di Girtîgeha Amedê de mane û hin malbatên wan re li ser girtîgehê axivînez û diyar kir ku ji bo careke din tiştên wisa di girtîgehê de pêk neyên ew vê xebatê dimeşînin.
Sempozyûma ku yekemîn car li Amedê, dûre li Enqereyê û ev sêyemîna wê li Stenbolê li dar ket, rewşenbîr Vedat Turkalî jî wekî axivferê mêvan beşdar bû. Turkali wisa got: "TKP'yiyên wê demê û me li hemberî komkujiya li Dêrsimê nekarî tiştek bikin. Rejima Kemalîst gelek dijwar bû, zordarî kir. Lê nekarî kurdan asîmîle bike. Bi ya min ên li çiyê ne terorîst in, Ocalan jî ne terorîst e."
Turkali got ku niha amerîkayiyek hatiye bi serokwezîr wan re dixive, dibêjin 'emê koka PKK'ê bînin', nikarin, ji ber ku koka wê gel bi xwe ye. Turkali wisa dom kir: "Divê em vê têkoşînê bidomînin. Yên li çiyê, yên ku hatine vê salonê, hevalên me yên bi namûs, gere em vê têkoşînê bidomînin. BDP'ê 8 partiyên çepgir girtiye cem xwe û xebatê dike, em îro dibînin ku tevgera kurd rê dide ber partiyên çepgir. Bi vê yekê tevgera kurd asîmîlasyona Kemalîzmê bi paş ve def dide, davêje bi ser rûyê Kemalîzmê de."

Piştî Turkalî belgefîlmê bi navê "Tu tarîtî jî nikare veşarê" yê Huseyîn Karabey ku li ser Girtîgeha Amedê, dema  derbeya leşkerî ya 12'yê Rezbera 1980'ê hatiye kişandin hat nîşandayîn. Dûre dest bi axaftinan hat kirin. Her kesê mafê axaftinê girt ji aliyê pîşeyê xwe ve li meseleyê nêrî. Vane ji axaftinan hin not:

Alîgir Doç. Murat Pakes:
Di Girtîgeha Amedê de çepgirt û kurd hedef bûn, bi taybetî jî kurdên çepgirt hedef bûn. Di vê girtîgehê de desthilatdarî li ser girtiyan xwest nasnameya kurd û kurdan biçeqsîne, pêre jî xwest mirovan bike bêşexsiyet, nasnameya kurd û kurdîtî biçûk bixe.
Yên ku derûniya wan hinek baş bû hatin komîsyonê û ji bo me axivîn, yên derûniya wan xirabtir digel ku ji ser bûyerê re 30 sal derbas bûne jî nehatin neaxivîn. Gelem mexdûran jî bi kûrahî qala bûyerê nekirin, mînak meseleya îşkenceya cinsî ya li hemberî wan sansur kirin, qal nekirin. Dema em li ser van yekan hemûyan difikirin em dibînin ku mexdûr hê jî di bin derûniya wê demê de ne.
Sedî 20'ê wan, niha, piştî 30 salan jî hê jî travmayê dijîn, bûyer dikeve xewnên wan.
Piraniya kesên ku wê demê hatine girtin, piştî hatine berdan çûne beşdarî PKK'ê bûne.

Dr. Mustafa Sütlaş:
Girtîgeha Amedê cihê komkujiya etnîkî bû.
Em dibînin ku girtiyan li wê derê tenduristiya xwe winda kir, ji bo başbûna birîna wan rûbirûbûn divê. Di axaftinan de me dît sedî 85'ê ji girtîgehê derketin tenduristiya wan xira bûbû. Piştî 30 salan yên ku tenduristiya wan hê jî baş nebûye rêjeya wan sedî 80'ê ye.

Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci:
Ji bo başbûna birînê divê edalet bê cih. Di girtîgehê de dibêjin "Turkçe konuş, çok konuş" (Tirkî biaxivi, pir biaxive). Ev yek sûc e, divê dozgeran ev yek wekî  serîlêdaneke sûcê qebûl bikira. Em vê niha careke din dubare dikin.
Ji kesên ku me bi wan re xeber da de me dît ku di devê piraniya wan de protez hebû. Me sedema wê pirsî, ji ber ku di girtîgehê de bi wan pîsî daye xwarin, yên ku derketine hema çûne cem diransazan, diranên xwe kişandine û protez çêkirine.
Di Girtîgeha Amedê de kirine ku gelekî têk bibin. Divê em vê yekê nîşanî hemû dinyayê bidin.

Alîgir Doç. Nazan Ustundag:
Ji bo em rejimê fêm bikin divê em li Girtîgeha Amedê binêrin. Ji ber ku yên der barê Girtîgeha Amedê de xwedî agahî ne niha di desthilatdariyê de ne, hê Girtîgeha Amedê bi dawî nebûye.
Di girtîgehê de dewlet şerê ontolojîk dide: Ziman qedexe dike, zimanê wan bi wan dide ji bîr kirin, sirûd û 'nûtûk'ên (vebêj) xwe bi wan dide hînkirin.
Dadgeh, dozger, gardiyan, dixtor, hemşîre bi dewlerê dne, di van binpêkirina mafên mirovan re bi dewletê re hevkariyê dikin. Ev hemû ji bo girtiyan tê wê wateyê. Berevajî vê rêxistin jî ji bo wan tê wateya ewlehî, ehlaq, mîrate, zimanê zikmakî; ji ber ku di van waran hemûyan de rêxistin xwedî li girtiyan derdikeve.

Endamê Komeleya 78'iyan Celalettin Can:
Li dinyayê li dor 100 cureyên îşkenceyê hene, li Girtîgeha Amedê ji van li dor 70 cureyên îşkenceyê li ser girtiyan hatine pêkanîn.
Serfermandariya Giştî ya Tirkiyeyê carekê di daxuyaniyekê de gotibû li girtîgehê 53 kes mirine, lê me tesbît kiriye ku li dor 60 kesî hatine kuştin, me ev eşkere jî kir lê heta niha ev agahî nehatiye tekzîbkirin. Li girtîgehê ne tenê girtî, hin leşkerên ku em bibêjin baş îşkence bi girtiyan nekirine, yan nexwestine bikin jî hatine kuştin. Nurettin Yilmaz ji me re got, leşkerek ku xwestibû alî wî bike jî hatiye kuştin.
Girtiyek jin di girtîgehê de tecawizê wê dikin. Berî ew ji girtîgehê derkeve biheml dimîne. Li derve wê çi bike? Wisa însanî ye naxwaze zarok bikuje jî. Diçe bi vî awayî întîxar dike. Diya wê ji me re got: Ez ji bo keça xwe edaletê dixwazim, ez ji vê komîsyonê edaletê dixwazim.
Ez nav nedim kesek pir misilman ku li ser girtîgehê ji bo me axivî wisa got: Li girtîgehê ne Xwedê hebû, ne jî pêxember. Lê min li aliyê xwe yê rastê mêze dikir Mazlum Dogan hebû, li aliyê çepê mêze dikir Kemal Pîr hebû. Wan em parastin.
Di van lêkolînan de me dît ku gotina serokwezîr ku gotibû 'emê Girtîgeha Amedê xira bikin' eynî wekî ku "emê Kabeyê xira bikin" bandora wê li herêmê çêbûye.

Prof. Dr. Turgut Tarhanli:
Tirkiyeyê di navbera salên 1980-84'an de li hemberî mirovahiyê sûç kiriye. Bi giştî 16 kiryarên ku dikevin nav 'sûcê mirovahiyê' hene. Kuştin, îmha, ji cihê xwe sirgûnkirin, îşkence, tecawiz, bi zorê biheml kirin û hin kiryarên din di nav kiryarên sûcên mirovahiyê de ne, ev yek hemû li Girtîgeha Amedê hatine kirin. Herî hindik ji van 16 kiryaran 7'ê wan li Girtîgeha Amedê hatine kirin, loma ev sûcê mirovahiyê ye.
Gotina 'Tirkî biaxive, pir biaxive' bûye sembola rejimê. Ger Zagoneke nû ya bingehîn bê avakirin divê ji rûbirûbûnê jî wêdetir, mafê wan bide wan.

Parêzer Fikret İlkiz:
Hiqûq ji bo çi ye? Di 11'yê kewçêra 2010'an de bi daxwazname serî li dozgeriyê dan, gotin guh bidin me, em amade ne ku hemû delîlan bidin dozger. Di daxwaznameyê de xwestin hemû dixtor, gartiyan, dozger, rayedarên girtîgehê yên wê demê bêne diyarkirin; xwestin der barê wan de doz bê vekirin û ew bên cezakirin. Ji bo edaletê serî li dozgeriyê dan. Ger edalet neyê cih, ev edalet dê bi kêrî çi bê?
Di xala 38'an a Zagona Bingehîn de astengiyek li hemberî darizandina van heye. Gere em çi bikin, gere em li hemberî îşkenceyê serî hildin.

Doç. Dr. Ozan Erozden:
Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd jî divê rûbirûbûneke bi Girtîgeha Amedê re pêk bê. Di axaftinên hatin kirin de têkiliya pirsgirêka kurd û Girtîgeha Amedê nayê înkarkirin.
Kesên ku bi wan re hate axivîn bi awayekî eşkere xwestin ku ev serdem bi awayekî zelal bê ronîkirin û edalet bê cih. Ew tolê naxwazin, dixwazin edalet bê cih.
Pirsek wisa jî heye; darizandineke wisa bibe dê dadgehên li TirkiyeYê vê darizandinê bikin, yan dadgehên navneteweyî? Ev yek jî divê bê zelalkirin.

Serokê Baroya Amedê Mehmet Emin Aktar (Aktar ne wekî axifger, wekî mêvan axivî):
Di sala 1925'an, 30'yan de serhildan hebû, lê di sala 1938'an de serhildan tune bû jî komkujî li Dêrsimê pêk hat. Em îro li ser Dêrsimê nîqaşê dikin lê li ser Girtîgeha Amedê nîqaşê nakin.Ger îro em vê nîqaş bikin dê rastî derkevin holê.
Li Dêrsimê 6 eşîran girêdana xwe ya bi dewletê re nîşan nedan, dizanin dê dewlet bi ser wan de were reviyan û xilas bûn. Eşîrên din ku bi dewletê ve bûn, dewlet hat pêşî berê xwe da wan. Di sala 80'ê de jî dewletê berê xwe da kurdên de xwende, pêre jî xwest berê xwe bide hemû kurdan.
Gelekî ku ew qas zilmê bibîne dê çawa serî hilnede?

Eyup Gokçen (di dema Girtîgeha Amedê de li girtîgehê bû. Ne wekî axifger, wekî mêvan axivî):
Kemal Pîr di rojiya mirinê de bû. Dengê kefçî û tebeqan hat me got qey nan dixwe, tu nebêje ew xwarina ku jêre anîne bi ser gardiyan de avêtiye. Pîr ji serleşker Esat Oktay Yildiran re digot: Tu kûçikê Amerîkayî. Ezê bimirim lê vê bizanibe ku tu herî hîvê jî dê partiya min were wir û te li wir bikuje. Di 88'an de ez êdî li derve bûm, min serê sibê rojnameya Gunaydinê girt, min dît ku Esat Oktay Yildiran li Kisikliyê kuştine. Ez rojnameyê nîşanê mirovan didim û dibêjim Yildiran kuştine. Tu dibêjî qey ew jî wekî min Yildiran nas dikin.
Niha pênc zarokên min hene, ez navên wan carinan tevlihev dikim, lê navên 59 hevalên min ên li qawişê tu demê ji bîra min naçin, ez hê jî nav û paşnavê wan, bajarê wan dizanim. Divê navên wan li qawişên girtîgehê bi awayê neyê jêbirin bê kolan.

Ruşen Aslan (Ne wekî axifger, wekî mêvan axivî):
Li vê derê tiştek hat ji bîr kirin: Ew jî ev e, ji her kesî zêdetir zilm li kesên ne misilman hat kirin. Yên ne misilman li wê derê sinet kirin. Yên ne misilman mecbûr diman ku digotin bavê min ji bîr kiriye min sinet bike û daxwazname didan ku ew bêne sinetkirin. Herî zêde ev yek li zora min çû.

Di dawiya sempozmûyê de encamnameyeke hate eşkerekirin. Di encamnameyê de ev yek hatin eşkerekirin:
- Li wir armanc ew bûye ku nasnameya kurd tek bibin, kurdan bê nasname bihêlin.
- Divê bi tiştên hatine kirin re rûbirûbûneke pêk bê û kiryarên wê demê, hemû peywirdarên wê demê bêne eşkerekirin û darizandin. Ji bo darizandina wan divê vesazkirineke zagonî bê çêkirin.
- Hin girtiyên wê demê par serî li dozgeriyê dan, yên ku hê jî serî lê nedane divê serî li dozgeriyê bidin.
- Divê li bin banê meclisê ji bo lêkolîna li ser Girtîgeha Amedê komîsyoneke bê avakirin û endamên komîsyona me jî di nav vê komîsyonê de cih bigirin.
- Divê piştgirî ji bo mexdûran bê diyarkirin û alîkarî ji bo wan bê kirin.
- Kampanyaya Bila Girtîgeha Amedê Bibe Muze bê xurtkirin.
- Protoktolên Neteweyên Yekbûyî û yên din li Tirkiyeyê divê zûtirîn demê de bêne îmzekirin.
- Divê komîsyona raporê bê amadekirin û roparek li ser girtîgehê bê amadekirin.
- Di zagona bingehîn a nû de divê mafê rûmeta mirovahiyê bê parastin.

Foto: Cemil Oguz


 

Parve Bike

Youtube Me

4 FERHENGÎ: 2 zazakî, 2 kurmancî

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 13 05 2026

Sempozyûma Zimanê Kurdî: Li ser 'Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî' li dar dikeve

news
  • 13 05 2026

Li ser kurdî ji 5 wezaretên Tirkiyeyê pirs hatin kirin

news
  • 13 05 2026

Dengbêj li ber Ulu Camiyê bûn

news
  • 13 05 2026

Îlham Ehmed û endamên din ên Rêveberiya Xweser çûn serdana Gora Bedirxaniyan

news
  • 13 05 2026

Di Pêşangeha Pirtûkên Kurdî de pirtûka "Pencereya Pêşîn" hat îmzekirin

news
  • 11 05 2026

Şaredarî konsera hunermend Xecê û Karadenîz çima betal kir?

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
Ev jî hene
ad

Hikumeta Iraqê xwest du kanalên kurdî bêne girtin

ad

Festîvala Fîlman a Berlînê dest pê kir

ad

Li Iraqê deng carek din têne hilbijartin

ad

Kadroyên tîman

ad

“Yavuz Turgul bi rihê xwe ji Başûrêrojhilat e”

ad

Ceylanê Xifşê stêrika teyîsî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Nirxandina li ser pirtûka Dilovan Alî ‘Bîranînên Li Pişt Têlên Sînor’

  • 12 05 2026
news

Sempozyûma Zimanê Kurdî: Li ser 'Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî' li dar dikeve

  • 13 05 2026
news

Bi kurdî kanaleke nû: 'Nûçe TV' dest bi weşanê dike

  • 13 05 2026
news

‘Şeva Çîrok' û 'Şeva Helbestan’ li dar dikeve

  • 13 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname