logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

“Yavuz Turgul bi rihê xwe ji Başûrêrojhilat e”

Derhêner Yavuz Turgul gelek fîlmên wekî Muhsin Bey, Eşkiya, Gonul Yarasi, kişandine vê carê ew bû mijara fîlmekî.

  • Dîrok: 18/04/2008
  • Beş: Nûçeyên Çandî


 
Cemil Oguz

Derhêner Yavuz Turgul gelek fîlmên wekî “Muhsin Bey”, “Eşkiya”, “Gonul Yarasi”, “Kabadayi” kişandine vê carê ew bû mijara fîlm.

Derhêner Sadik Batta bi navê "Yavuz Turgul'un Dunyası" belgefîlmekî kişand û belgefîlm di çarçoveya 27'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê de hat nîşandayîn.

Li Tirkiyeyê derhêner Yavuz Turgul yek ji derhênerên navdar e. Wî îmzeya xwe avêt bin gelek fîlmên navdar ên wekî “Muhsin Bey”, “Eşkiya”, “Gonul Yarasi”, “Kabadayi”, “Tosun Paşa”, “Çiçek Abbas”, “Îkinci Bahar”, “Super Baba”. Wî bi fîlmên xwe rewşa civakî ya welat nîşan da, carinan bi fîlmên xwe kêfa temaşevan anî û ew pê keniyan, carinan ew dan fikirandin û carinan jî rexneyên xwe pêşkêş kir, di dawiyê de her kesî jiyana rastîn dît di van fîlman de.
Turgul li Tirkiyeyê kedeke mezin ji bo sînemayê xerc kir. Bi "Zugurt Axa" koça gund a ber bi bajêr ve nîşan da, di dema ku temaşevanan ji sînemayan vekişiyabû filmê "Eşqiya" kişand û berê temaşevanan careke din da sînemayan. Eşqiya ku çîrokeke evînî ye di heman demê de fîlmekî polîtîk e. Dûre wî "Gonul Yarasi" (Birîna Dil) kişand. Çîroka Mamoste Nazimê ku 25 salan li bajarên kurd mamostetî kiriye bi çîroka jineke bi navê Dunya re anî hev. Fîlmê ku Neşet Ertaş têde tirkî got de bi Aynur Dogan jî bi kurdî stran da gotin û gotinên Dunya (Meltem Cumbul) ên wekî, "Mirov bi kurdî nizanibe jî ma mirov bi vê stranê bi girî nakeve" nemir kir. Tugrul ku herî dawî "Qebadayî" kişand har di Festîvala Fîlman a Porteqala Zêrîn a Antalyayê de Xelata Rûmetê girt

Ev derhênerê navdar niha bû mijara belgefîlmekî. Belgefîlmê bi navê "Yavuz Turgul'un Dunyasi" (Cîhana Yavuz Turgul) ji aliyê Sadik Battal ve hatiye kişandin û li ser lehengên Turgul, tiştên ku wî kirne û fîlmên wî disekine.

Di belgefîlm de wekî derhêner Sirri Sureyya Onder, lîstikvan Şener Şen, Turkan Şoray, Şevket Altug, Meltem Cumbul, Kenan Îmirzalioğlu, nivîskar Haşmet Babaoglu, helbestvan Hilmi Yavuz, senarîst Huseyin Kuzu, Nilgun Oneş gelek kes li ser Turgul axivîne û ditinên xwe anîne ziman
Derhêner Onder derhêner Turgulî dişibîne Tolstoy, balê dikişîne ser muzîkên di fîlmên wî de û wisa dibêje, "Di fîlmên Turgul de muzîk amûrekî gelek muhîm e. 'Sira Gecesi'ya di fîlmê 'Zugur Axa' de tomarkirineke gelek muhîm e."

Di fîlmên Turgul de erdnîgariya kurdan, mirov û muzîka kurdan gelek cih digire. Senarîst Nilgun Oneşi balê dikişîne ser vê aliyê û dibêje, "Turgul digel ku li Stenbolê jiyaye jî ew bi rihê xwe ji Guneydogu (Başûrêrojhilat) ye". Lîstikvan Turkan Şoray û Yilmaz Guney dide ber hev, wan wekî derhênerên gelek muhîm bi nav dike û di dawiyê de ji bo Turgul wisa dibêje, "Turgul sihênbazê sînemayê ye."

Belgefîlmê "Yavuz Turgul’un Dunyası” di Festîvalê de hat nîşandayîn û rastî eleqeyeke mezin hat. Derhênerê belgefîlm Sadik Battal dibêje, "Ev xebata Tirkiyeyê ye" û li ser Turgul û fîlmên wî wisa dibêje, "Fîlmên Yavuz Turgul ji bo me baş in, ew me baş dikin. Ez dixwazin fransizan, îngilîzan jî baş bikin. Yavuz beg mirovekî gelek girîng e."

Derhêner Batta diyar dike ku wekî xebatekî nû li ser kurdan disekine û dibêje, "Emê li ser kurdan belgefîlmekî bikişînin. Emê ji ser wan axan dernekevin. Ew der ê me ye. Fîlmê 'Golge Oyunu', 'Zugurt Axa' jî tam fîlmên me ne.

Parve Bike

Youtube Me

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

news
  • 17 10 2026

Li vîzyonê vê hefteyê

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Baydemîr: Mijar ne zahmet e, zilm zor e

ad

Di Koma E de tiştek ecêb çêbû, 4 pûan jî têrê nekirin

ad

Festîvala Stenbolê li benda fîlmên we ye

ad

Yên ji bo Wanê serî li BDP'ê dane

ad

Nivîskarên kurd çi dinivîsin, ji bo çi?

ad

DAIŞ'ê êrîş kir: Li Mexmûrê 9 pêşmerge û 3 sivîlan canê xwe ji dest da

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname