Ceylanê Xifþê stêrika teyîsî
Fêrgîn Melîk Aykoç
Xopana Xembaþê biþewite wa bi dar e
Gulek xifþinî çilmisî, dayîk hawar e!
Em bêjin: "Wî dayê!.. Wî bavo!... Wî li min!... Wî dinyayê!.." Em kîjan biwêjên þîn û þîwanê ji bo daxistina kewca êþa dil, li pey hev rêz kin? Yan em bi jana dil tenê têkin hawar? Hay hawar!.. Yan jî em bêjin: "Gulekê ji gulistana Kurdistanê pekiya rûçikê asûmanan!"
Carna peyv têr nakin ji bo vegotina êþekê!.. Mirov li baneþan û awazên dil zerandinê digera. Car jî heye, mirov newêre di ser wê êþê re axînekê jî bikiþîne, dibe ku dil û kezêvên mirovan vê re bi dînamîtên tîrên êþê biteqe! Ma kê dikane xwe di cihê dayika perçeyên laþê keça xwe di pêþa xwe de civandiye, rabibîhîse? Gelo mirov dikane ji dûr ve wê êþê, wê hest û axîna wêranbûyî wekî tivancekê ji tîra sotinê di dilê stûna giyana xwe de hîs bike? Pirsên wiha jî, giyan ji mirovan distîne.
Ew hê xifþa karezal, hê guleke nûvedayî, hê hêviyeke bê hay, nefeseke jiyanê bû, bi xwezayê re dikeniya. Ew hê bi daxwaza fêrbûna rastiya vê cihana bêbext û xiniz dikesirî! Ew bi pembelûskan re bûbû heval, baz dabû, dereng ketibû! Ew hê birçî bû, dayika wê, dê jê re miqarne çêkira! Dê wê zikek têr bixwara li pey jî, serê xwe daniya ser sîngê dayika dilperitî, hezkirin û mirovbûn binasiya!
Mirovbûn? Ma gelo mirovbûn maye? Yan hîç nebû ku bimîne? Eger heba dê li hember van cinawiriyan peqînekê pêkhatiba! Dê kor jî ba dengê parçebûn û hawara dayika bi jana dil “Wayê wayê! Kêyneka min wayê!” digot, bibihîsta! Kerr jî ba, dê bêhna barût û xwînê bigirta! Pozxitimî jî ba, dê wê êþa wê dayika dilê wê ya wekî gihayê kode piþirî rabibihîsta! Na! Na mirovbûn hîç nebû, wê nebe jî!...
Qîjayîþ û hawar a, Vengî yêna
Vengî çîçega wusarî zerê gan a
Goniya surî zêy varanî varena
Þîn û þivar e, mayê berbena
Bêjî û sadîstên wijdan cengîzî, dil faþîst, kar xwînxwarî, wijdan nêm û kêm, nijad cinawirên bi harbûna kronîk wekî qimil û vampîran hêwirîne li bihuþat dilê min, jiyan herimandine, gul û kulîlk çilmisî. Dixebitin rojê jî tarî bikin, bi xirabiyên tariyê re têkevin pêþbaziyê. Ma hiþtine ji aþtiyê re tu rê? Çawa ku ji bo berjewendiyên qeyrana rojavayî, giyanên xwe bi xinizî, bêbextî bi þêlandina li ser xaka me bitêrînin. Mirov dibê, rabe, biteqe li rûçikên wan, êdî nemaye aram, sebr û dem…
Zarok; ferîþtek, gul, destpêkirina jiyaneke nû;. Zarok pêþeroj, hêvî û garantiya netewe û gelen. Zarok stûna bextewarî ya malbatan. Zarok bêgunehî û bikuriya xwezayî, zarok nûvejîn, tezetî û gedeyî, zarok ronahiya çavên mirovahiyê. Meçilmisînin van kulîlkan hey xwînxwarino!
Êriþên li ser zarokan qest û têkbirina tevahiya netewê ye. Tenê yên ku hemû hest û giyana mirovbûnê windakirî, bi nijadperestiyeke kor programkirî, bê resenî û bêjî, yê ji xweþikî, aþtî û mirovbûnê ditirsin, bi awayekî xwînxwarên hov êrîþên zarokan dikin. Rastiya kolonyalîstên li ser xaka me di bingehê xwe de hê ji vê þiroveyê jî xirabtir e. Ji rastiyên xwe yên vampîrî, di nava qirêjiya herî kirêt de lewitînê, ditirsin. Jî bêjîtiya xwe ditirsin. Ji laþên xwe yên genîbûyî ditirsin. Tenê tirsonekên wisa ji rastiya cihanê dûr êrîþê zarokan dikin.
Wê axîn û nifirên li pey vê kujêriya hovane dê vê neteweya wekî pîneyên qirêj bi hev ve kirî di nava xwînê de bifetisîne!
Ew xwîna pîroz ya li ser wê xakê reþyayî dê bi mîlyonan kulîlkên nû biafirîne! Hem jî bi stranên kurdî, bi hêviya kurdî, bi dilpakiya Ceylana giyan pak.
***
Nivîsên Fêrgîn Melîk Aykoç ên ku di Diyarnameyê de hatine weþandin:
- Niviskar û Yazar
- Rewþenbîrî û çend têbinî
- Jînborî /jîrok (novelle) û çîrok
- Abant û Hewlêr
- Strana “Miþko” ê kî ye, kirin malê kê?
- Çend peyv li ser redektekirina di çapemeniyê de
- Li Frankfûrtê notên li ser weþanxaneyên kurdan