Diyarname
Hunermend Berfîn Aktay ji bo jina kurd Jîna Emînî stranek xwend û klîb kişand; di klîbê de porê xwe jêkir.
Strana bi navê "Min Xilasî Divê" ku hunermend Aktay xwendiye gotinên wê aîdê Qasim Xelîlî ne.
Aktay bi van gotinan stran û klîba xwe pêşkêşkiriye, "Bêpergalî, hovitî, koletî, zilm û desthilatdarî sedema birînên me ne. Ez westiyam bi dîtina vê rewşê! Em westiyan! Bi qasî herkesî bêhna min jî diçikê di nav gemariya dibînim de. Bejna xwe li ber hemû jinên serhildêr û têkoşer ditewînim. Û xwe bi qurbana tayek porê wan dikim... Şoreşa jinên serhildêr wê pêşeroja me ronî bikê. Helwesta min qêrînek bê deng e."
Aktay stran diyarî Jîna Emînî kiriye û dibêje, "Di şexsê Jîna Emînî de bejna xwe li ber şopa hemû jinên ku di nav pergala qirêj de jiyana xwe ji dest dane, ditewînim. Vê jiyanê wê jinên ku bêhna hêviyê ji guliyên wan tê, bi rengîn bikin."
Em vê stran pêşkêşî we dikin.
Kerem bikin.
*****
Hin Nûçe:
- Li Rojjhilat û Îranê rewşa dawî
- Ji bo Jîna Emînî li sehneyê porê xwe jêkir
- Çalakiyên ji bo Jîna Emînî didomin, va ye rewşa dawî
- Xelat diyarî Jîna Emînî, Malbata Şenyaşar û Dayikên zarokên wan winda kirin
- Wêneyê rojê: Ji bo Jîna Emînî


