MURAT KUSEYRÎ - Stockholm
Cîgirê Serokê PEN’a Navnetewî Eugene Schoulgin, Serokê Yekîtiya Nivîskarên Swêdê Mats Söderlund û Serokê PEN’a Swêdê Ola Larsmo ji Wezîrê Edaletê yê Tirkiyeyê Sadullah Ergîn re nameyek şandin û têde girtinên siyasetmedarên kurd ên di bin navê operasyonên KCK’ê de protesto kirin. Di nameyê de hate xwestin ku weşanger û nivîskar Ragip Zarakolû di cih de serbest bê berdan.
Di nameyê de tê gotin ku ji ber ku Zarakolû di 7’ê kewçêrê de di Akamemiya Zanîstî ya BDP’ê de semîner daye hatiye girtin û hate bibîrxistin ku hemû xebatên akademiyê zagonî ne. Di nameyê de hate gotin ku akademiyên bi heman awayî yên AKP û CHP’ê jî hene.
Di nameyê de tê gotin ku Ragip Zarakolû endamê rûmetê yê Kulûba PEN’yê ya Swêdê ye û 30 sal in li Tirkiyeyê ji bo azadiya raman û çapemeniyê têdikoşe, her wiha mafê mirovan û kêmeneteweyan diparêze.
Di nameyê de tê bibîrxistin ku ji ber hewldanên wî Zarakolû ji sala 1960’ê ve di nava Komîsteya Nivîskarên di Girtîgehan de cih digire û 50 sal in têdikoşe.
Ola Larsmo bi bîr xist ku kesên wekî Azîz Tûnç, Ayşe Berktay, Dûrsûn Yildiz û 41 kes ji ber ku di Akademiya Siyasî ya BDP’ê ders dane, bi terorîzmê hatine tawanbarkirin û hatin girtin û daxwaz kir ku rewşa Tunç, Berktay, Yildiz û hemû akademîsyen bi awayekî serbixwe û bê alî bêne lêkolînkirin.
Endamê Komîteya Rêveber a Kulûba PEN’a Swêdê û Serokê Komîsteya Piştgiriya ji bo Nivîskarên di Girtîgehan de nivîskar Azar Mahoujian ji bo ANF'ê axivî û diyar kir ku armanca operasyonên KCK’ê çewsandina nivîskar, rewşenbîr û kurdan e.
Mahoujian bi bîr xist ku nivîskar û parêzvanê mafê mirovan Mûharrem Erbey jî berî 2 salan hatiye gitin û diyar kir ku ji bo serbestberdana Erbey û Zarakolû wê hemû hewldanên wan berdewam bikin.
ANF