logo
ad
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Rojnameger Seyît Evran mir
  2. Çîroka têkoşîna jinek '1976', û 'Duet' û 'Acid'
  3. Zarokan perwerdehiya xwe ya bi kurdî temam kirin
  4. Dadgeha Iraqê encumenên parêzgeha Herêma Kurdistanê betal kirin
  5. Komxebata Ziman a Şengalê: Hewldana fermînikirina kurdî û vekirina dibistanên kurdî
news-details

Çend xwendekar, mamoste û dibistanên kurdî hene? Serokê YMK'ê qal dike

  • Dîrok: 21/09/2022
  • Beş: Hevpeyvîn

Hevpeyvîn MURAT MANG

Kurdên ku li Dîasporayê, bi taybet jî yên li Almanyayê, derfetên wan yên ku di dibistanan de dersa kurdî bixwînin, hene. Lê divê meriv bipirse gelo kurd vî mafê xwe çiqasî bi kar tînin? Tê zanîn ku li Almanyayê qederê mîlyonek û nîv kurd hene. Yekîtiya Mamosteyên Kurd Almanya (YMK) da zanîn ku sala 2022’yan, 3200 zarok tevlî dersên kurdî bûne.

Li ser sedemên tevlîbûna kêm a zarokan a dersa kurdî, kêmasiya mamosteyan û pirsgirêkên heyî, em bi mamoste û Seorkê YMK’ê Samîr Xidir Ebdî re peyivîn. 

Samîr Xidir Ebdî da zanîn ku divê ev kar tenê ne li ser milê YMK’ê be: “Di vî warî de ez partiyên kurdan jî rexne dikim. Heger partî û saziyên me di vî warî dilxwaz bin û bixwazin, dikarin bi hezaran zarokan bişînin van dibistanan û bikin ku ev zarok hînî Kurdî bibin.”

YMK ji bo dersên kurdî îsal çi proje danîne ber xwe?

Wekî YMK em zêdetir giraniya xwe didin pirtûkên zimanê kurdî yên li ser perwerdehiyê. Kêmasiyên me pirtûk in. Nexasim jî di hêla hazirkirin û çapkirina pirtûkên dibistanan de em dixebitin. Ji bo dibistanên li Almanyayê û her wiha Ewropayê hemûyan jî. Niha wekî projeyekê, 3 pirtûkên ku ji aliyê komîsyonên me ve tên hazirkirin, hene. Yek ji bo mezinan, yek ji bo asta navîn û yek jê jî ji bo asta seretayî tê hazirkirin. Her wiha 2 pirtûkên me jî ji bo çapkirinê hazir in. Yek ji wan “Gencîneya Peyvan” a ji 450 peyvên kurdî yên bingehîn e, yek jî ji bo asta navîn hatiye hazirkirin.

Çi heye di nava van pirtûkan de?

Di pirtûka “Gencîneya Peyvan” de 450 peyvên Kurdî hene. Ev peyv bi şêwezarên kurmancî, kirmanckî û soranî hatine nivîsandin û li hember van peyvan jî maneyên wan yên bi almanî hene. Lê giraniya peyvên bi kurmancî zêdetir e. Di siberojê de em ê hewl bidin peyvên bi soranî û kirmanckî zedetir bikin. Bi wêneyan behsa 15 mijarên sereke yên jiyanê hatiye kirin. Mîzanpaj û bergên wan xweşik hatine hazirkirin. Di dawiya her beşê de ferhengokek lê hatiye zêdekirin. Ferhengok bi soranî, kurmancî, kirmanckî û almanî hatiye hazirkirin. Xwendekarek dikare bi riya vê pirtûk û ferhengokan bi kurdî û almanî hîn bibe. Pirtûkek jî ji bo pola 3 û 4 hatiye çapkirin ji hêla mamoste Mahmut Aydin ve. Dîsa wêne û şêwaza vê pirtûkê jî bi awayekî profesyonel hatine sazkirin. Zarok bi rehetî dikarin bixwînin û bi kar bînin. Bi tevahî 142 rûpel e ev pirtûk.

Pirtûka xebat û xwendinê ye. Di pirtûkê de çîrok, helbest, lîstik, peyvên têgihiştinê û xaçepirs jî hene.

Projeyên we yên par jî hebûn. Ji kerama xwe tu dikarî hinekî behsa wan projeyan bikî?

Rewşa pandemiyê ango ango şewba vîrusa koronayê ji bo xebatên me jî hin astengî derxistin holê. Me ferhenga “Almanî-Kurdî û Kurdî-Almanî” ku ji 50 hezar peyvan pêk tê, çap kir. Ev pirtûk ji bo polên 3 û 4 hatiye hazirkirin. Pirsgirêkên me yên aborî nehiştin ku em hinek pirtûkên xwe yên din çap bikin. 

Kursên we yên online hebûn, gelo ew niha dewam dikin?

Erê, kursên me yên online hene. Ev kurs bi hevkariya YMK û Komeleya Ronak pêk tên. Mamoste Keleş pêşengiya vî karî dike. Sala bihurî ji bo asta A1, B1 û C1 me kurs li dar xistin. Ew qursên me bi dawî bûn.

Kursên me yên nû jî di vê meha pêşiya me de dê bi dawî bibin. Şagirtên me yên ku tevlî kursan bûne, ji çar parçeyên Kurdistanê hatine.

Li Almanya li kîjan eyaletan dersên bi kurdî tên dayîn. Çend zarok tevlî van dersan dibin û çend mamoste dersê didin?

Wisa tê xuyanê ku îsal 3200 zarok wê tevlî dersên kurdî bibin. Li gorî sala par me 200 zarok li xwe zêde kirine. Îsal li NRW me sê dibistan jî li xwe zêde kirin. Li 6 eyaletên wekî Hamburg, Niedersachsen, Nordrhein-Westfalen NRW, Rheinland-Pfalz, Berlin û Brandenburgê bi tevahî 32 mamoste û 44 dibistanên me hene. Dersên me bi şêwezarên kurmancî, kirmanckî û soranî ne. Mamosteyên ku em behsa wan dikin li gorî agahiya YMK’ê ne, yanî ev 32 mamoste endamê YMK’ê ne, hin mamosteyên din jî hene ku ew ne endamê YMK’ê ne. Haya me ji hejmara wan tine ye.

Tevlîbûna zarokan pir kêm xuya dike û ev yek tim tê rexnekirin. Li ser vê meseleyê tu çi dibêjî?

Di vî warî de kêmasiyên me û yên malbatan jî hene, dikarim çend pirsgirêkên me jî wiha bînim ziman;

Sala par, qanûna dersên biyaniyên NRW´ê guherî, êdî dersên kurdî piştî nîvrojê tên dayîn. Her wiha dersên zimanên din jî piştî nîvrojê ne. Dersên dibistanên fermî saet qederê 13:00 û 14:00’an diqedin. Danê êvarê saet dora 17:00’an jî dersên kurdî dest pê dikin. Ev yek jî dike ku piştî dibistana almanî, malbat zarokên xwe careke din neşînin dibistanan. Yanî ji ber ku danê êvarê ye, malbat pê re nagihîjin û ev saeta şaş dibe astengî.

Wekî din carna em telefonî wan malbatan dikin ku zarokên xwe ji bo dersa kurdî qeyd kirine û dipirsin, “Çima zarokên we nayên dersê?” Malbat gelek caran dibêjin, “Zarok naxwazin, em nikarin wan bi zorê bişînin.” Yanî malbatên me dersên kurdî wekî yên almanî, bîrkarî û îngilîzî mecbûrî nabînin. Divê malbat xwe ji vê yekê berpirsyar bibînin û hay ji girîngiya ziman hebin. Her wiha divê bi zarok jî bide fêhmkirin û karibe wan tevlî dersan bike. Ji ber sedemên wiha tevlîbûna zarokan kêm e. Hin zarok û malbat hesabê vê yekê jî dikin û dibêjin, “Em tevlî dersan dibin, çima zarokên din yên kurd jî tevlî nabin.”

Hinek mamosteyên me jî nikarin zarokan teşwîqî dersan bikin. Hinek mamoste bi pergala wî welatê ku jê hatine radibin, û bi aweyekî klasîk yê wî welatî dersê didin. Lê li vir pergaleke cuda heye. Divê mamoste pergala xwe biguherînin. Divê tenê xwe bi pirtûkan ve girê nedin, divê ew karibin bi riya lîstikan jî ziman hîn bikin û bidin hezkirin. Lê dema ev yek pêk neyê, hezkirin jî çênabe û tevlîbûn bivênevê kêm dibe.

Bi qasî ku xuya dike, destpêka salê hejmara zorakan li polan zêde ye, lê bi demê re her diçe hejmar kêm dibe. Bi we sedema vê yekê çiye?

Di her dibistanê de dersa kurdî tune ye. Ji ber vê jî gelek zarok wextekî dirêj di rê de derbas dikin. Wekî mînak hinek şagirtên min heya digihîjin dibistanê, 45 deqe derbas dibe, li vegerê jî dîsa 45 deqe, bi giştî 90 deqeyên xwe di rê de derbas dikin. Ev yek zorê dide zarokan. Gava di dibistanekê de dersên erebî, tirkî û kurdî bi hev re bin, malbat ji dewsa dersên kurdî diçin dersên bi erebî û tirkî hildibijêrin. Ez wiha bibêjim, ji ber ku li dibistana ku ez lê me zarokên ku kurdî hîn dibin zêdetir bûn, wexta dersa erebî rakirin. Dibistanên ku dersên erebî û tirkî lê tunebin, hejmara şagirtên ku bi kurdî dersan dibînin, zêdetir e. Di vir de dixwazim vê bibêjim, tu gunehê zarokan tune ye, yanî malbat wan dişînin dersên erebî û tirkî. Malbat bi xwe girîngiyê nadin zimanê kurdî.

Kêmasiya mamosteyên kurdî her ku diçe kêmtir dibe. Ji bo perwerdeya mamosteyên nû proje û xebatên we hene?

Ji bo vê yeke hewldanên me hene. Beriya bi du salan, me li zanîngeha Inalcoyê ya Parîsê kursek li dar xist.

64 xwendekar tevlî vê kursê bûn. Hemûyan jî bawernameyên xwe wergirtin. Lê ev têrê nake, di vî warî de em hîna jî dixebitin. Me hewl da ku em bi Zanîngehên Başûr re projeyên hevpar çêkin. Sala bihurî Wezîrê Xwendina Bilind a Herêma Kurdistanê hatibû Almanyayê. Me bi wî re jî axivî. Wî soz dabû û gotibû, li zanîngeheke Almanyayê wê beşeke kurdî vebe û ev beş bi zanîngehên Başûr re hevbeş bixebite. Mixabin nexweşiya pandemiyê derket holê û ev proje hat sekinandin. Heta îro jî me tiştek ji wan nebihîst. Dîsa sala 2021’ê ez çûm Başûrê Kurdistanê. Min li Zanîngeha Duhokê, bi Dr. Emin re hevdîtinek kir. Me projeya xwe pêşkeşî wan kir, wan jî bi erênî lê nihêrî. Piştre jî serokê Zanîngeha Dihokê Dr. Dawood Atrushî hat Almanyayê. Me bi telefonê pê re jî hevdîtinek kir. Wî jî soz da me ku ew ê li ser vê meseleye bisekine. Me pêşniyaz kir û got, bila li Zanîngeha Duisburg, Essen, Dortmund, Bielefeld û Gottingen beşên bi kurdî vebin da ku em pirsgirêka mamosteyan çareser bikin. Lê mixabin heta îro jî deng ji wan derneketiye.

Ji bo xwedî derketina li zimanê kurdî banga te li malbatan û aliyên kurdî çi ye?

Kurdên li dîasporayê, divê girîngiyê bidin avakirina “Însiyatîfa Malbatan”. Bi riya van însiyatîfan em ê karibin li dibistanan zarokan zêde bikin. Her wiha komeleyên kurdistanî divê giringiyê bidin parastina zimanê kurdî.

Di vî warî de divê partiyên siyasî jî xwedî erk bin. Divê di belavok, pîrozbahî û her wiha di her karê xwe de hay ji ziman hebin û bi kar bînin. Lê divê ew di jiyana rojane de jî bi kurdî biaxivin. Helbet ev kar tenê ne li ser pişta YMK’yê ye. Partiyên kurdan yên siyasî di vî warî de kêm kar dikin, heger ew bixwazin û dil bikin, dikarin bi hezaran zarokên kurd bişînin dibistanan. Tenê endamên van partiyan zarokên xwe bişînin, bi hezaran zarok çêdibin.

***

Dersên kurdî li van eyaletan hene

Li Almanyayê pirsa perwerdeyê piştî perwerdeya destpêkê, karê eyaletan e. Yanî eyalet li ser vê yekê biryarê didin ka ew ê derseke zimanê xelkê ji welatên din hatiye li mufredata xwe zêde bikin yan na.

Eyaletên dersên zimanê kurdî îro roj li wan hene evên li jêr in:

1. Bremen, ji sala 1993´yan ve. 

2. Hamburg, ji sala 1995´an heta sala 2005’an dersên kurdî lê hebûn. Heger malbat doza dersan bikin, sinif dikarin dîsa bên amadekirin.

3. Niedersachsen, ji 1995´an ve. 

4. Nordrhein-Westfalen NRW, ji sala 1996´an ve 

5. Rheinland-Pfalz, ji sala 2018´an ve 

6. Berlin, ji sala 2019´an ve.

7. Brandenburg, ji sala 2020´an ve.

***

Li ku û bi kîjan zaravayê dersên kurdî hene?

Bajarên mamosteyên YMK´ê dersan li wan didin evên li jêr in:

1. Koln (NRW, Kurmancî û Soranî) 

2. Bonn (NRW, Kurmancî û Soranî) 

3. Duisburg (NRW, Kurmancî û Kirmanckî) 

4. Oberhausen (NRW, Kurmancî)

5. Leverkusen (NRW, Kurmancî)

6. Pulheim (NRW, kKurmancî)

7. Bergheim (NRW, Kurmancî)

8. Bochum (NRW, Kurmancî)

9. Herne (NRW, Kurmancî)

10. Dortmund (NRW, Kurmancî)

11. Essen (NRW, Kurmancî)

12. Wuppertal (NRW, Kurmancî)

13. Mülheim (NRW, Kurmancî)

14. Bielefeld (NRW, Kurmancî)

15. Herford (NRW, Kurmancî)

16. Wesel (NRW, Kurmancî)

17. Mettman (NRW, Kurmancî)

18. Dinkslagen (NRW, Kurmancî)

19. Voerde (NRW, Kurmancî)

20. Senden (NRW, Kurmancî)

21. Steinfurt (NRW, Kurmancî)

22. Rheine (NRW, Kurmancî)

23. Greven (NRW, Kurmancî) 

24. Kleve (NRW, Kurmancî) 

25. Emmerich am Rhein (NRW, Kurmancî) 

26. Geldern (NRW, Kurmancî)

27. Goch (NRW, Kurmancî) 

28. Siegen (NRW, Kurmancî)

29. Hamm (NRW, Kurmancî)

30. Berlin (Berlin, Kurmancî)

31. Hannover (Niedersachsen, Kurmancî)

32. Hildesheim (Niedersachsen, Kurmancî)

33. Celle (Niedersachsen, Kurmancî)

34. Oldenburg (Niedersachsen, Kurmancî)

35. Achim (Niedersachsen, Kurmancî)

36. Osterholzschamberg (Niedersachsen, Kurmancî)

37. Peine (Niedersachsen, Kurmancî)

38. Bremen (Bremen, Kurmancî)

39. Bremen (Bremen, Kurmancî)

40. Mainz (Rheinland-Pfalz, Kurmancî)

41. Ludwigshafen (Rheinland-Pfalz, Kurmancî) 

42. Bad Kreuznach (Rheinland-Pfalz, Kurmancî)

43. Brandenburg (Brandenburg)

44. Neuss (NRW, Kurmancî)

***

Samîr Xidir Ebdî kî ye?

Ew sala 1981’ê li Başûrê Kurdistanê hatiye dinyayê. Li Zanîngeha Dihokê beşa kurdî xelas kiriye. Li Başûrê Kurdistanê 4 salan mamostetiya dibistana navîn û amedekariyê kiriye. Ji sala 2015’an ve heta niha li Almanyayê dimîne. Li bajarên Bochum û Herne li 5 dibistanên kurdî bi aweyekî fermî dersa zimanê kurdî dide. Sala 2022’yan di kongreya YMK’ê de wekê Serokê YMK hate hilbijartin.


Ji Yenî Ozgur Polîtîkayê hatiye girtin

Parve Bike

Youtube Me

Peyama Lahûr Şêx Cengî li ser Kerkûkê

news

Nizamettin Arîç

news

Em Hatin

news

Aytenxan: "Şevbuhêrk û Şîrînahî"

news

Omer Dilsoz: Bo demê

news

Qeza...

news

Mîrza Ronî: Şevger Çolo û Provakasyonên wî!

news

Helîm Yûsiv: Piştî 34 salan Mihemed Şêxo

news

Êrîşa li lîstikvanên Amed Sporê... 05.03.2023...

news

Di dema erdhejê de ger hûn erebeyê diajon...

news

Di dema erdhejê de ger hûn li derve bin...

news

Di dema erdhejê de ger hûn li hundir bin...

news

'Bêrîvanê' / Mihemedê Nenyasî

news

Zara Mihemedi hat berdan

news

Goristana Semsûrê dilan dişewitîne…

news

06.02.2023, navenda Semsûrê...

news

Gername: Welatê Baskê

news

Hemal

news

Gername: Geştiyariyeke Behdînan

news

PEŞKÊN ŞEVÊ I

news
Hevpeyvîn - Nivîsên Dawî
news
  • 16 09 2023

Îdîaya Mem Med: Çîroka kurmancî li gorî cureyên edebî yên din herî pêş e

news
  • 12 09 2023

Samî Hêzil: Divê em cihê wergerê di çand û zimanê xwe de diyar bikin: serê jorê an ber dêrî?

news
  • 12 06 2023

Receb Dildar: Berteka ji bo xweparastinê tevgere xwezayî ye

news
  • 14 03 2023

Dr. Tekîn Çîtçî: Bijîşkiya gelêrî qet ji holê ranabe

news
  • 12 12 2022

Çavdêriyên rojnameger Gok: Dewlet, Rojhilat û Belûcistanê wekî dijmin dibîne

news
  • 21 09 2022

Çend xwendekar, mamoste û dibistanên kurdî hene? Serokê YMK'ê qal dike

Nivîsên Nû
news

Ji bo Azîz Yagan û kesên wisa difikirin

  • Cemil Oguz
news

Nûdem Durak û Emma Kok

  • Mîrza Ronî
news

Rojbûyîn û 12’yê Rezberê

  • Aytenxan
news

Ji pirsa Murat Bayram bersiveke rast dernakeve

  • Cemil Oguz
news

Kevoka li asîmana Cizîrê

  • Mîrza Ronî
news

Cêwiyê êşê Zubêr Salih

  • Helîm YÛSIV
news

Hebûn, Kakil, Heyîn, Sartre

  • Çorê ARDA
news

Rewşenbîrên ereb û kurd

  • Helîm YÛSIV
news

Gundên Bê Zuriyet

  • Kazim Polat
news

Navê Aqil Gelo ye!

  • Dilşêr Bêwar
news

Du Stran û Varyantek

  • Veysel Vesek
news

Li nav otobusê wêneyê jinika tazî

  • Dilşêr Bêwar
news

RENGÊ ŞÎRÎN Û TARÎ

  • Aytenxan
news

Qezencên ji nivîskariya bi kurdî

  • Helîm YÛSIV
news

Di 'Şapat'ê de paradoksa bindestiyê

  • Çorê ARDA
Ev jî hene
ad

Klîba Hefteyê: Mahabad: Pel û Payîz

ad

Bernameya Festîvala Gola Wanê

ad

Beşar Esad dîsa Nacî Itrî kir serokwezîr

ad

Di Roja Ziman de kurd li her derê li qadan bûn

ad

HDP'ê tabloyê Kawayê Hesinkar diyarî Îmamoglu kir

ad

Eşkere bû: Navenda fînalê PORTO ye (Hat nûkirin)

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Rojnameger Seyît Evran mir

  • 25 09 2023
news

Zarokan perwerdehiya xwe ya bi kurdî temam kirin

  • 24 09 2023
news

Çîroka têkoşîna jinek '1976', û 'Duet' û 'Acid'

  • 25 09 2023
news

Dadgeha Iraqê encumenên parêzgeha Herêma Kurdistanê betal kirin

  • 24 09 2023

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • Helîm YÛSIV
  • Kazim Polat
  • Mîrza Ronî
  • Omer Dilsoz
  • Veysel Vesek
  • Welat Dilken
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin

Copyright © 2005-2023 Diyarname