Diyarname
Barselona mohra xwe li dîroka futbolê dide. Tîma Katalan Barselona ku îşev li Abi Dubai bi ser ket encamên dîrokî serûbino kir.
Îşev di 6'emîn Kûpaya Cîhanê ya Kilûban a Navparzemînan ya FIFA'yê îro li paytexa Emîriya Ereban li Abu Dabi, li stada Soccer Zayed City li dar ket. Maça ku 49 hezar û 500 kesî lê temaşe kir de di navbera tîma Katalan Barselona û tîma Arjantînê Estudiantes de hate lîstin.
Di deqîqeya 37'an de Boselli gol avêt û Estudiantes 1-0 derxist pêş. Ji Barselonayê di deqîqeya 89'an de Pedro bersiv da û 90 deqîqeyê maçê bi 1-1'ê bi dawî bû.
di 30 deqîqeyên zêde de, di deqîqeya 110'an de Messi gola xwe avêt û Barselona bir serketinê. Barselona ku di sala 2006'an de, di heman kûpayê de têk çûbû vê carê kûpa bir mala xwe.
Bi vê encamê de Barselonayê di sala 2009'an de hemû kûpa bi dest xistin û li Ewropayê rekor şikand. Yekem car e ku li Ewropayê tîmeke hemû kûpayan bi dest dixwe.
Di sala 2008-2009'an de Barselona li Spanyayê bû şampiyonê lîgê, Kûpaşa Qral a Spanyayê bi dest xist, Kûpaya Super a Spanyayê girt, Kûpaya Lîga Şampiyonan girt û Kûpaya Super a Ewropayê girt. Niha jî Kûpaya Kilûba Şampiyonên Dinyayê girt. Bi vê di salekê de bû şeş kûpa. Yanê hemû kûpayê salê girt û mora xwe li rekoran da.
Çapemeniya Spanyayê ya înternetê piştî maçê bi sernavên wekî "Tîma herî serketî ya dîrokê", "Sala bi sêhr a Barcayê", "Dinya dibin lingên Barselonayê de ye", "Barça Şampiyoyê Dinyayê ye" nûçe weşandin.
Pohang Steellers bû sêyem
Her wiha di tûrnûvayê de tîma Koreya Başûr Pohang Steelers û tîma Meksîka Atlante ji bo sêyemînî derketin pêşberî hev. 90 deqe bi 1-1'ê bi dawî bû, di deqeyên dirêj de encam neguherî. Di dawiyê de di penaltiyan de Pohang Steelers bi 4-3 reqîbê xwe têk bir û bû sêyemînê tûrnûvayê.