Tehma Xweliyê
Nivîskar Îlhamî Sîdar piþtî ku biryara nivîsandina bi kurdî da, romana xwe ya yekem bi kurdî nivîsî. Sîdar heta niha çend romanên bi tirkî nivîsandibûn. Di romanan de mijar dîroka kurdan bû (Li ser serhildana Mîr Bedirxan, li ser Meyafarqînê, li ser kurdên yêzîdî)... Lê niha wî bi kurdî nivîsî.
Îlhamî Sîdar vê carê berê xwe dide sedsala 16'emîn.
Em parçeyeke ji vê romanê Îlhamî Sîdar diweþînin. Helbet dîtin û fikrên xwe xwendevanên me dikarin bigihînin Îlhamî Sîdar.
Vaye parçeyeke ji romana Îlhamî Sîdar:
***
Tehma Xweliyê
Yê li ser riya xwe radiweste em in
Yê perdan li hember xwe dike em in
Hafizê Þirazî
I
Min xwe ji kabûsekî tarî, di gewriya min de wekî gurmistekî rûniþtî, her diçe rehên min hiþk û ziwa dike, laþê min ditevizîne, xwîn ji damarên min vedikêþe, xeyaletê tim li pey min vedijine, çawa xilas kir?
Bes dilopên sar di qeliþtekên devê min de ji xwe re çi rê dîtin û min çawa tehma xwê tehmijand…
Wekî þûþeyekî di xumexuma pêlan de diçeliqe asê mim
Cinê xwe diafirinim.
Feyza xwe ji ademê li ser rûyê tarî, bi tebeþîrê hatiye wênandin distînim.
Xwedeyo, ezê careke din bikaribim xewnên xwe yên aram bijîm, an nexwe wê, ez ji binîve terikandim?
Baweriya min çawa þikest, çawa ji hebûna xwe ketim þikê, ez ne bixwe bim, kî me?
Kê ev kirasê dojehî li min kir?
Kê ez avetim ser rûyê vê erdê?
Ez li ser dilê Kabil çikandim.
Kîjan kevirî hildim çavên kûjer xwe didin der.
Wateya matmayîna mina nola daristanekî tarî li ser min diqelibe çi ye?
Ax, gelo þefeet wekî cenabê Îdrîsê Bedlîsî salox dida, di deriye Þêxde bû, tiþtê lê digeriyam yê Þêx bikaribûya bida min, ê bikaribûya vê mecnûnê bi çola xwe aware ketiye xilas bikira, ê bikaribûya ji wan kabûsên, xewnên þevan li min herimandiye, xilas bikira?
Off! Ev giraniya wekî tariyeke bê binî li ser singa min qelibiye, wê kenge destê xwe ji min vekêþe?
Hulaguyê cihanê li ser qiloçên xwe rûniþtî lebitandibû, Timurlengê ji bo kuþtina Xwedê senceqa reþ bi asîmanê ve girê dabû, ji cihên wêran û talan kiribûn kevir li ser kevirî nehiþtibûn, dawiya dawî venekiþiyabûn bi deþta xwe ve? Ma ev kambaxa ku rihê min veguheste dojehekê bo çi disekine gelo, tehribata di jiyana min de pêk anî, çavê wî têr nedikir? Min çi gunehekî mezin kiribû, kefareta çi bi min dihat kiþandin, ew qas êþê giran, ew qas hilweþin û rûxîn…
Îblîsno, îblîsno, biteqizin, bicehimin! Hûn li benda çi ne hêj, ji we kirî ezê dev ji rihê xwe berdim?
Na, na, herin deriyekî din ji xwe re, teqez rê nadime vê, teqez!
Off, ev çi pilepile di ber xwe de dikim, çi bi min hatiye gelo?
Dibe ku, ev rêwîtiya dijwar ku çend roj e me di rêyên herî asê de ber bi xwe ve dajo, bi çiyayê Kurdistanê re dest pê kirina hovîtiya xwezayê û sermayê ku bêhna mirov diçikine, min ji hiþ biribe.
Ev du roj e, em ji Çemê Feratê derbasî alî din bûbûn û Amed li pey xwe hiþtibûn. Di navbera Meyafarqîn û Hazzo de, rêyeke asê de rêwîtiya me dewam dikir. Ev rêzeçiyayê ku her diçû rêwîtiya me bi zehmetir dikir, ber bi rojhilat ve berfireh û belav dibû û heta bi kendava Îranê ve direj dikir, navbera Osmanî û Safewîyan de wekî sûrekî xwezayî teþe girtibû, gelek zora me dibir. Ev rêzeçiyayên ji çar alî ve dorpêç kiribû, welatê kurdan bû, bi rastî jî wekî dihat qal kirin tebîetekî xwe yê pir çetin hebû.
Rêwîtiya ku serê ewil, bi coþ û kelecanekî mezin dest pê kiribû her diçû ber bi rêya ezabê ve vediguheziya. Tam deh roj in ku em ji Konstantiniyeyê derketibûn, wisa dixuya herî kêm du rojê din li ber me hebûn, Xwedê dizane ka emê çawa bigihîþtana Bedlîsê. Tiþtê em baþ têgihîþtibûn ew bû ku, sermaya her diçû biþidtir dibû, her gavê de wê bêtir zora me bibira. Di gelek cihan de lat û zinarên asê ku tu rê nadin, tevî kendalên kûr ê sergêjî dide mirov, bi me dida hîskirin ku, bobelatek wekî siya bedena me dabû dû me. Tevî zanistiyên min ên kûr ên li ser erdnîgariyê min tu car bîr nedibir ku rojekî bi vî rengî ezê bi tebîetekî wiha bi hovanê re rû bi rû bimînim.
Dibe ku, macerayekî wisa bi xeter e, ji bo esilzadeyekî wekî min ku hijde salê umrê xwe di nav dewþek û nivînên nerm û çarþefên hevriþîmî de jiyayê, wekî dinîtiyek xuya bike, bi rastî min bixwe ji nizanibû ku ev macera ber bi ku ve diçe, çi li bendî min e, hêviyên min ên xurt ê bi serkeve yan têk biçe, nizanim ev rêwîtî wê çi encam bide?
Di dewsa koþkekî li qiraxa deryaya lajiwerdî û bexçeyên xwe yên bihuþtî de rihê xwe bi arezuyan têr û tije kirin de, yekser ber bi valahiyekî nepend ve çûyîn, bi bireki Usifî de wer bûn gelo çi tiþteki seyr e!
Ev ji sirgûnkirina xwe ya xewnên þêrîn û di pença kabûsekî de perpitîn di remla kîjan remilvanê de vuzuh dibine?
Nizanim, nizanim…
Û tevî nezanîna xwe, tariya ku ez rapeça me her diçe tîrtir dibe.
Jiyan di rûtina xwe de dere, her tiþt di riya xwe de diçe, her tevger xwe dubare dike.
Ji derve ez ez im, ez bixwe me, lê ji hundir, bagerê ku min di hinava xwe de digindirine, nav toz û dûmanekî de, ez fetisandime, û ez ji xwe gelek dûr xistime.
Xwedeyo çiqas çûk mirine!
Kabûsên min ên di nav dûyekî nîvdiyar de xwe dida der, her þev bi hiþyariyekî, di guhe min de dikir qîre qîr û digot, “Ez tu me, ez tu me!” Ev dubarekirin gava di gewriya min de asê dima û wisa wisa min ber bi cinetekê ve dixist, êdî tu rê ji min re nedima, min nema karibû xwe ji mereziyekî rihî xilas bikira. Hizrên ku di mêjiyê min de li ser hev siwar dibûn, mecbûr diman ku di dehlizekî teng de ji xwe re rêyek hilbijêrin, rêyekî miþt nakokî û dijberî, rêyekî xitimî…
Nola rihê min rewþa tê de ye red bike, ew îqlima ku min bi xwe ve pêçabû wekî ne aîde rihê min be, wekî biyanî…yan ji rihê min îqlîma ku min rapeçabû nikaribe bide der. Tiþtên xerîb bi min dihat, helbet ev ji min re pir eþkere bû, lê çi fêde, tiþtek ku bikim ji destê min nedihat; di navbera min û malbata min, xizmên min, dostên min û di hawirdorên min de diwarekî stûr dihate tevnandin, kurmên min ên þirî tev vediguheriyan, di jiyana min de her tiþt, her tiþt kiras vediguhert û dest û piyê min girêdayî, min bes temaþe dikir. Malbata min gava vê guherînê derasayî ku di rihê min de xwe dabû der ferq kir, fikirin ku ev merezekî rihîyê tiþtekî hat û çûye, ê derbas be û here, bi vê serwext bûn, lê kendalê ku min hiþk xwe pê ve girtibû her diçû min bi kurahiya xwe ve dikiþand, û min bi her tiþtê biyanî dikir, tiþtekî diyar bû, êdî ez biyaniyek bûm, ji hawirdorê xwe re biyanî, ji gerdûnê re biyanî, ji xwe re biyanî…
Rojek ji rojên bi vî rengî tevlihev, di wê bexçeyê bihuþtî de di nav belgên payîza çilmisî de bi dilekî aram ber bi cihanekî helbestane ve diçûm, nêzhevalekî babe min, dostê me yên malbatî, katib û nedîm û rêhevalên meclisên cenabê Sultan Selim Xan, Mewlana El Hakim Îdrîsê Bedlîsî, bi xuþîna cizmên xwe yên di nav belgan de olan dida, li hember min xuya kir. Ji min re çi got û çi bi min kir û min çawa rihê xwe yê nazik radestî peyvên wî kir nizanim, tiþtê ku dizanim, ev rêya ezabê ku min dest pê kir bi wan peyva pêk hat, nexwe tu hêz nikaribû min ji Konstantiniyyeyê bilebitanda. Tiþtê wisa xweþ digot, wisa xweþ li hev dianî, qala þêxê xwe dikir, qala fezîletên wî û hîkmetên wî, qala bedewî û þêrîniya av û hewaya Bedlîsê…
Wisa dixuya ku rêyek li ber min vedibû rêyek ber bi rêwîtiyeke nepen ve.
Zehf tê de neçû, malbata min jî, wekî min bi vê rêwîtiyê qanih bûbû, biryar hate dayîn û di demeke nêz de bi tekûzî amade bûm, di nav kembera min de nameyekî Cenabê Îdrîsê Bedlîsî, li gel maiyeta xwe, bi riya ku min wasilê menzilê bike ketim.
Her tiþt berê salekê qewimî. Hêj ciwanekî ter û taze bûm, rû û simbêlê min hêj xwê didan. Ji hêla jiyanê ve tu kemasiyê min tune bû, çi tiþtê xweþ û xweþik hebe li bin destê min bû. Tu daxwazek tune bû ku min nikariba dest bixista, rihê min geþ û dilê min þa bû. Di medreseyan de miderrisên herî serkeftî, hevalên herî jîr û zîrek, kirasên herî bedew û li hev hatî, di sifra min de teamên herî dewlemend…
Jiyaneke têra xwe bi kêf û coþ, bes mirina xwede ji min kêm bû.
Belê, her tiþt berê salekê qewimî, berê salekê ku min dersa xwe ya yekem, ji mamosteyê xwe yê hêja û qedirbilind Xwace Mewlana Celaleddîn stand, derseke wisa ku tu car nahêt ji bîr kirin. Ev dersa ku min ji wê stand, bi min nîþan da ku zanistiyên herî kûr û astbilind, ji bo jiyana rasteqîn kêrî tu tiþtî nahêt, ev dersa ku min stand, jiberkirina min a der barê jiyanê de tevî hilweþand.
Bi bihîstina mirina kurê xwaceyê me yê hêja em gelek xemgîn bûn û ber bi xwaceye xwe ve ketin, me bixwe bixwe re got, gelo canê însanekî ber bi êþekî wisa giran de çawa dikare debar bike û me heyfa xwe pê dianî.
Demeke zû em telebeyên wê li hev civiyan û bi hev re ji bo taziyê bi rê ketin, me xwest em þînê, þîna reþ bi xwaceye xwe re parve bikin, em nêzî malê bûn ku dengê þînê bi erþê ala ve dikeve, dayika merhûmê kiras li xwe diçirine dev û rûye xwe dide ber qeremûþkan, gilî û gazinê xwe ji bayê felekê dike, tu hêz nikare rihe wê ye tevlihev aþ bike, wey Xwedeyo, tu þîna ewladekî ciwan nedî tu evdê xwe yê misilman! Heçi ez bûm nizanibûm vê aloziya gazin û hewara çawa bilêv bikirama. Dayika reben, ji giriyê çavkaniya rondikên xwe miçiqandibû, tevî vê bavê pîroz, xwace ye me yê hêja, me dipa ku di nav girî û nalînan de di nav ax û fixana de ji hiþ çûye… Lê teww… Qene tu dilopên rondikê ji çavan nerijandibû, dev ji rondikê çavan berde, tu þopên xemgîniyê ji di rûyê wî de xwe nedida der, em li hember vî helwesta wê mit û mat man, hêvîþikestî bûn. Mêjiyê me yê ciwan bi þirovekirina vê rewþê tênedigihîþt, diviya wateyeke vê helwestê hebûya. Di vê matmayînê de me li dor xwace yê xwe çok da û jê pirsî, “Qisûrekî me hebe me bibexþîne xwaceye me yê rêzdar û ji kerema xwe rêyek nîþanî me bide.” me got, “Me we, wekî rêberê xwe, wekî parêzgerê xwe didît, hêviyê xwe bi we ve girê dida, me digot roja ku em bimirin yekî ku li pey me bigire hebe ew ji xwace yê me ye, roja mehþerê yekî ku li me bê þefeetê xwaceye me ye, lê mixabin di vê rewþa ha de cenabê we em di matmayînê de hiþtin, em heyirî dimînin ku di rojekî wiha de, we lawê xwe yê tekane winda kiriye û ne dilopek rondik di çavê we de dixuye ne ji þopeke xemgîniyê di rûyê we de, ji bo Xwedê hûnê vê rewþa ecep çawa bikaribin þirove bikin? Ne hûn bûn ku tim qala dara dilan de hatiye çikandin, dikirin, ne ew kûlîlk bûn ku ji wê darê biþkivibûn, we bi me dida bêhn kirin. Çawa dibe ku îro ji bo kurê we yê tekane her kes feryad û fîxan dike û hûn wisa bêdeng dimînin, ji bo Xwedê, aqlê me yê sivik tenagihîje, ji kerema xwe vê rewþê ji me re þirove bikin.
Diyar bû ku xwace yê me, ji van gotinên me pir aciz bûbû, bi awirekî watedar bêhna xwe kûr kiþand û wekî hesinekî sar nêrîna xwe yeko yeko li ser me gerand, bi kenekî þikestî “Hûn bi rastî jî bi mirinê, bi merhametê têdigihêjin gelo?” got û awirên xwe ber bi valahiyekê ve ajot, bi biþirînekî tehl ji xwe çû, kederekî kûr di rûyê wî de xwe da der, bi hêvîþikestî, “Hûn min wekî ku merhemeta wî tune, þefqeta wî tune ye dizanin, yekî dilkevir dizanin, çi heyf!” got û ajot, “Çi heyf ku we ji ilmê min tu tiþt negirtiye, dêmek hûn ji, hêstirên çavan ji bo dilsotinê, ji bo merhemete wekî delîlek dibînin, çi heyf, çi heyf! Xwezî we bizanibûya bi vê helwestê we ez çiqas xeyalþikestî kirim?” û ev gotinên mamosteyê me, wekî þiqamekî hiþk di rûyê me de teqiya, û me di ber xwe de kir pilepil û got xwezî erd biqeliþiya û em tê de biçûna xwarê, û xwace yê me yê qedirbilind dirêjî dida gotinê xwe, “Vêga baþ guhê xwe bidine min, dibe ku hûn ji gotinê min dersek bistînin; mehbûb divê mirî, divê zindî, ji ber çavên dil tu car winda nabe, wekî ku çend canê mirov de sir hene, di navbera me de jî rêyekî ku kes nizane heye, ji we kirî ew ji min dûr e ne, wey xwelî li serê we, ew ji min qet ne dûr e û tam berevajiyê vê demek tenê tune ye ku ez wî nebînim, ew tim li ber çavê min e, canê min rihê min tim li gel wî ye, vêga kurê min ê xweþevist ku tim li ber çavê min be, ezê çawa rondika ji çavan bibarînim, çawa wekî jina rûyê xwe biqelêþînim. Belê ew vêga çû qata ecelê, lê her bi min re ye, li gel min e. Viya baþ bizanibin, girî ji elemê tê, ji veqetinê tê, helbûkî ez bi kurê xwe re yek beden im, yekcan im, her kes wê di xewna xwe de dibîne, lê ez eþkere wê li dora xwe dibînim.
Ji min kirî min sira jiyanê zû de kifþ kiribû, lê piþtî vê ecebê ez têgihîþtim ku bes ne dilopek im jî di jiyanê de, divê ez bibim dilopek, þûnde goþt û hestî bigirim, bikemilim û hêdî hêdî ber bi zanistiyê ve rê bistînim. Û bi vê yekê re lezalez du çavkaniya zanistiyê ve ketim, di nav pirtûkan de winda bûm, bi hewldanekî awarte li dû rastiyê ketim, mixabin tu þopên zanistiyê min bi dest nexist, tu çirûskên ronahiyê bi dest min neket, ku xwe ji tariyê tê de difetisîm xilas bikim, dû re ew kabûsên xewnên min ên þêrîn derdest kirin… Êdî pêngavekî min di vê alemê de, pêngavekî min jî di alema xeybê de, her parçeyekî min bi aliyekî ve belav bûbû.
Diviya, parçeyê xwe yê ji hev bûyî berhev bikim û ji wan parçeyên xwe yên kakilî, xwe ji nû ve ava bikim.
***
Nivîsa din a Îlhamî Sîdar ku di Diyarnameyê de hatiye weþandin:
- Îlhamî Sîdar vegeriya kurdî, vaye yekem nivîsa wî