Diyarname
Rêveberê Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Îlhan Kiliç li Mêrsînê bi guleyan hat birîndar kirin.
18’ê mehê li navçeya Erdemli ya Mêrsînê kesekî 2 jinên li restorantê dixebitin tacîz dikir, wê demê Kiliç ew hişyar kir. Kesê tacîzkar gule bera rêveberê ÎHD’ê Kiliç da û ew birîndar kir. Kiliç rakirin Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Mêrsînê. Tê gotin ku çend rojan ew dê di bin çavdêriya doktoran de be. Her wiha gule di canê wî de ye û dê biaribin derxin yan na wê rojên pêş me diyar bibe.
Li aliyê din kesê êrîşkar girtin bin çavan, dadgehê bi şertê “hepiskirina li malê” ew erda.